Amed – Yek ji malbatên windakiriyan Îhsan Acar ê her hefteyê li Amedê çalakiya xwe didomîne, têkildarî pêvajoya tê meşandin anî ziman ku aştî û yekîtî ji Qada Koşûyolûyê derbas dibe û got: “Em dibêjin werin, em vê aştiyê û pêvajoyê bi hev re bi ser bixin.”
Malbatên Windayan û Şaxa ÎHDê ya Amedê bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin faîl werin darizandin” li Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezana Amedê her hefteyê çalakî li dar dixin. Yek ji malbatên windayan jî malbata Acar e. Yek ji ferdên malbata Acar, Mehmet Salîm Acar e ku di 20ê Tebaxa 1994an de li navçeya Bismil a Amedê ji aliyê kesên ku xwe wekî polîs dan naskirin ve hate binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin.
Kurê Mehmet Salîm Acar, Îhsan Acar ku her hefteyê tev li çalakiya li Amedê tê lidarxistin dibe têkildarî “Qanûna Çarçoveyê” ya ku di 5ê Tebaxê de pêşkeşî Meclisê hate kirin û duh ji meclisê hat erêkirin û pêvajoya tê meşandin axivî.

Îhsan Acar pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bi bîr xist û wiha got: “Nêzî salek û nîv e pêvajoyek dest pê kiriye. Em ji vê pêvajoya aştiyê pir bîr û bawer in. Em dibêjin ev aştî dê serbikeve.”
‘Li hemû welatan anîna aştiyê di paşerojê re derbas dibe’
Îhsan Acar, bal kişand ser “Qanûna Çarçoveyê” û axaftina xwe wiha domand: “Me got dê di qanûnê de derheqê me de jî biryarek bê dayîn. Mixabin der heqê me de tu biryar nehatine dayîn. Ev yek dibe ku xemgîniyekê çêbike lê dîsa jî me di serî de wiha gotibû, ‘Heta yek windayê me bimîne, em ê dev ji vê têkoşîna xwe ya birûmet bernadin.’ Me di serî de jî gotibû, ‘Aştî û yekîtî ji Qada Koşûyolûyê derbas dibe, dê ji nêzîkatiya Dayikên Şemiyê û malbatên windayan derbas dibe. Heta ku dewletek behsa paşêroja xwe neke, hesaba paşêroja xwe nepirse, ew ê çawa behsa pêşerojê bike, ew ê çawa aştiyê bîne? Li hemû welatan anîna aştiyê ji hesabpirsîna paşerojê pêk tê.”
‘Em ê pêvajoyê bi hev re bi ser bixin’
Di dawiya axaftina xwe Îhsan Acar bang li Meclisê kir ku bi wêrekî tevbigerin û ev tişt gotin: “Bi gel re bikevin nîqaşê, werin hesab bipirsin. Di van qanûnên ku li Enqereyê tên derxistin de der heqê me de tiştekî nîne. Ev tişteke şerm e, Yanî bifikirin 32 sal in dayik li vir hawar dikin, dibêjin ‘em şîna xwe dawî bikin, êdî em jî herin li malên xwe rûnin.’ Daxwaza me ev e, em dibêjin werin em vê aştiyê, vê têkoşînê, vê pêvajoyê em bi hev re serbixin. Serkeftin bi yekîtiyê ye. Dewlet lazim e wan arşîvan veke. Dewlet bila ji vê yekê nereve. Heta ku dewlet ji vê yekê bireve, nikare aştiyeke bi rûmet bîne pêk bîne.”












