• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şîrket bi tevî leşkeran ve ket gundê Arzoxliyê

    Şîrket bi tevî leşkeran ve ket gundê Arzoxliyê

    Hesabê Xê yê Yenî Yaşamê carek din hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Yenî Yaşamê carek din hate astengkirin

    Îro zêdetirî 640 malbatên koçber vedigerin Serêkaniyê

    Îro zêdetirî 640 malbatên koçber vedigerin Serêkaniyê

    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gilînameyek ji Komîteya Wezîran re şand

    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gilînameyek ji Komîteya Wezîran re şand

    ‘Rê çûye hîvê lê nehatiye gundê Sûkûrê’

    ‘Rê çûye hîvê lê nehatiye gundê Sûkûrê’

    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şîrket bi tevî leşkeran ve ket gundê Arzoxliyê

    Şîrket bi tevî leşkeran ve ket gundê Arzoxliyê

    Hesabê Xê yê Yenî Yaşamê carek din hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Yenî Yaşamê carek din hate astengkirin

    Îro zêdetirî 640 malbatên koçber vedigerin Serêkaniyê

    Îro zêdetirî 640 malbatên koçber vedigerin Serêkaniyê

    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gilînameyek ji Komîteya Wezîran re şand

    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gilînameyek ji Komîteya Wezîran re şand

    ‘Rê çûye hîvê lê nehatiye gundê Sûkûrê’

    ‘Rê çûye hîvê lê nehatiye gundê Sûkûrê’

    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gilînameyek ji Komîteya Wezîran re şand

21 COTMEH 2026 - 09:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo “Koma Gurban” gilînmeyek ji Sekreterya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand. Buroyê diyar kir ku bi ser biryara binpêkirinê ya DMMEyê re 12 sal derbas bû. Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li derveyî Qanûna Çarcoveyî hatiye hiştin û xwest Komîteya Wezîran ji nêz ve pêvajoyê bişopîne.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parastina û parêzeriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, derbarê negavavêtina Tirkiyeyê de gilînameyek ji bo “Koma Gurban” ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand. Di gilînameyê de hate diyarkirin ku Komîteya Wezîran heta dawiya Hezîrana 2026an dem dabû Tirkiyeyê. Buroya Hiqûqê di gilînameyê de destnîşan kir ku derketina doza “Koma Gurban” a ji rojeva mafên mirovan an neşopandina pêvajoya çavdêriyê bi mekanîzmayên bibandor, derfetê dide ku ji rojeva Tirkiyeyê jî derkeve û ji berpirsiyariyên xwe yên peymanî û destûrî bireve û ev yek xwest: “Tirkiye di demekê de ku diviyabû ji bo cîbicîkirina biryarên DMMEyê tavilê gavan biavêje û heta dawiya Hezîrana 2026an agahî bide, tenê piştî ku Komîteyê, Koma Gurban xist rojeva 1-3yê Kanûna Pêşîn, her çend ti nûbûnekê di nav xwe de nehewîne jî planeke çalakiyê pêşkêş kiriye. Pêwîst e ev yek ji aliyê prosedura ‘çavdêriya pêşketî’ ya Komîteyê û pêvajoya şopandina cîbicîkirina biryaran ve were nirxandin.”

Gilînameya ku Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji Sekreterya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandiye, bi vî rengî ye:

1 – Ev agahdarî, di çarçoveya çavdêriya cîbicîkirina biryarên ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hatine dayîn de, li gorî xala 9.1ê ya Rêziknameya Navxweyî ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tê pêşkêşkirin.

2 – Ev agahdarî vê yekê dike mijar ku hîn jî pêdiviyên biryara DMMEyê ya Ocalan Jimaraya 2yan a sala 2014an nehatine cîbicîkirin; biryara ku destnîşan kiribû xala 3yemîn a Peymanê hatiye binpêkirin ji ber cezayê heta hetayê yê girankirî yê ku li gorî qanûnên rê nade serbestberdana bişert û piştî demeke diyarkirî ya herî kêm mekanîzmayeke çavdêriyê pêşbînî nake li serlêder Abdullah Ocalan hatiye birîn ê ku ev nêzîkî 28 sal in li Îmraliyê tê girtin.

3 – Komîteya Wezîran, di civîna xwe ya 1537emîn a 17ê Îlona 2025an de, derbarê Koma Gurban ku biryara Ocalan Jimara 2yan jî tê de cih digire, biryareke navberê îlan kir. Ji aliyê Komîteyê ve hat tespîtkirin ku têkildarî cîbicîkirina biryaran tedbîrên pêwîst ên qanûnî an tedbîrên din ên guncav hîn nehatine girtin û heta dawiya Hezîrana 2026an der barê pêşveçûna têkildarî cîbicîkirina biryarên DMMEyê yên di koma dozê de cih digirin agahî hatibû xwestin. Di berdewamiyê de ligel pêşniyarên cur bi cur ên teşwîqkar bang li rayedaran hatibû kirin ku bêyî derengxistineke zêdetir tedbîrên pêwîst bigirin.

4 – Lê belê Tirkiyeyê di vê heyamê de di biryara Ocalan Jimara 2yan de ji bo ku piştî demên diyarkirî çavdêriya cezayên heta hetayê yên girankirî pêk were, ti sererastkirineke qanûnî ya ku mekanîzmayekê pêşbînî bike nekiriye. Heta dawiya Hezîrana 2026an a ku Komîteyê dabû jî ti agahî an plana çalakiyê pêşkêş nekiriye

Qanûna bi hejmara 7595an

5 – Ji encama civîna sala 2025an a ku Komîteyê têde derbarê pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê tê birêvebirin de rêyên alternatîf ên derbarê cîbicîkirina biryaran de anîne ziman û pêşniyarên kirine tê zanîn. Tam jî derbarê vê yekê de di Meclisa Tirkiyeyê de di 10ê Tebaxa 2026an de Qanûna bi hejmara 7595an a ‘Derbarê Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekbûna Civakî de’ hatiye qebûlkirin. Ji ber ku ketina meriyetê ya rêzikên ku qanûn di nav xwe de dihewîne bi şertên cur bi cur ve hatiye girêdan, qanûn hîn neketiye meriyetê.

6 – Lê belê qanûna navborî, îstîsnayên kategorîk ên derbarê serbestberdana bişert ranekiriye, her wiha ji bo cezayên heta hetayê yên girankirî lêkolîneke giştî, dewranî û takekesî jî neaniye. Berevajî vê, di qanûnê de di vê mijarê de cih ji sererastkirinên nû yên îstîsnayî re hatiye dayîn.

7 – Xala 6an a Qanûna bi hejmara 7595an a bi sernavê ‘Taloqkirina Înfaza Hikmên Mehkûmiyetê’; cih daye hukmê ‘Ji bilî kesên ku ji ber sûcên beriya dîroka 1/6/2005an hatine kirin bi cezayê heta hetayê an cezayê heta hetayê yê girankirî hatine mehkûmkirin..’. Ev sererastkirin serlêder birêz Ocalan li derveyî çarçoveya qanûnê dihêle. Hukmek ku rê li ber serlêder digire da ku ji qanûnê sûd wernegire. Ev sererastkirina îstîsnayî, xeleka dawî ya pirsgirêkên binesaziyê ye ku di biryara Ocalan Jimara 2yan de bûne sedema dayîna biryara binpêkirinê.

Serlêdana tekekesî ya li di Dadgeha Destûra Bingehîn

8 – Ji bo nehiştina binpêkirina ku DMMEyê di biryara xwe ya Ocalan Jimara 2yan de tespît kiriye, serlêdana li meqamên herêmî di sala 2022yan de ji aliyê me ve ji bo agahdariya Komîteyê hatibû pêşkêşkirin. Derbarê vê yekê de em dixwazin ji Komîteyê re bidin bibîrxistin ku di serlêdana takekesî ya ku di 3yê Kanûna Pêşîn a 2021an de li ser navê birêz Ocalan li Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû kirin de jî hîn ti pêşketinek çênebûye û tevî dema derbasbûyî jî ti biryar nehatiye dayîn. Ev rewşeke din e ku ligel berdewamkirina binpêkirinên sîstematîk nîşan dide ku rêyên bibandor ên serlêdanê yên ku dê binpêkirinên heyî ji holê rakin nîn in.

Plana çalakiyê û pêvajoya şopandinê

9 – Piştî ku lîsteya rojeva civîna 1577emîn a dîroka 1-3yê Kanûna Pêşîn a 2026an ji aliyê Komîteyê ve hat weşandin û hat ragihandin ku Koma Gurban di rojeva civînê de cih girtiye, hat dîtin ku Tirkiyeyê di 5ê Çiriya Pêşîn a 2026an de planeke çalakiyê pêşkêş kiriye. Lê di nav plana çalakiyê de agahiya ku gava qanûnî ya derbarê cîbicîkirina pêdiviyên biryara Ocalan Jimara 2yan hatiye avêtin an dê were avêtin cih nagire.

10 – Ji ber vê yekê em dixwazin bala Komîteyê bikişînin ser dema pêşkêşkirina plana çalakiyê ya Tirkiyeyê. Tirkiye di demekê de ku diviyabû ji bo cîbicîkirina biryarên DMMEyê tavilê gavan biavêje û heta dawiya Hezîrana 2026an agahî bide, tenê piştî ku Komîteyê koma Gurban xist rojeva 1-3yê Kanûna Pêşîn, her çend ti nûbûnekê di nav xwe de nehewîne jî planeke çalakiyê pêşkêş kiriye. Pêwîst e ev yek ji aliyê prosedura ‘çavdêriya pêşketî’ ya Komîteyê û pêvajoya şopandina cîbicîkirina biryaran ve were nirxandin.

11 – Cihgirtina Koma Gurban a ku biryara Ocalan Jimara 2yan têde cih digire di her civîna mafên mirovan de û şopandina wê bi prosedurên ne rawestayî, ne qutbûyî ango bi bandor, bi rêkûpêk û bi îstîkrar, dikare rê bide ku welatê endam jî gavên pêşdetir biavêje. Pêşketinên heta îro nîşan dane ku derketina koma dozê ji rojeva mafên mirovan an neşopandina pêvajoya çavdêriyê bi mekanîzmayên bibandor, derfetê dide ku ji rojeva Tirkiyeyê jî derkeve û ji berpirsiyariyên xwe yên peymanî û destûrî bireve.

Wekî encam;

Koma doza Gurbanê ya ku biryara Ocalan Jimara 2yan tê de cih digire di çarçoveya prosedura pêşketî de bikeve rojeva her civîna (DH) mafên mirovan.

Divê berdewamiya rewşa binpêkirinê ya heyî ji nû ve were tespîtkirin.

Di çarçoveya tesbît û prensîbên ku di biryara Ocalan Jimara 2yan de hatine destnîşankirin de, daxwazkirina ku gavên çareseriya qanûnî bên avêtin û derbarê van gavên hatine avêtin de paşveagahî bê dayîn.

Divê pêvajoya şopandinê ji rewşeke statîk bê derxistin û bi mekanîzmayên nû û çalak bê domandin.

Ji ber ku zêdetirî 12 sal in ji biryara Ocalan a Jimara 2yan re derbas bûne, em daxwaz dikin ku ev pêvajo bi hevkariya Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê û Serokatiya Meclisa Konseya Ewropayê jî were şopandin.

Ji ber van sedeman, em daxwaz dikin ku biryar were dayîn.

Silav û rêz.”

Etîket: Abdullah OcalanBuroya Hiqûqê ya SedsalêKoma GurbanKomîteya Wezîran a Konseya Ewropayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Ganî Jineolojî bibo bingeyê zanistî û îdeolojîkî

Abdullah Ocalan: Divê siyaset têkeve şûna çekan, hiqûq jî têkeve şûna bêbaweriyê

17 COTMEH 2026
Dîcle: Dîplomasiya Kurdan hewl dide ku Yekîtiya Ewropayê tev li pêvajoyê bike

Dîcle: Dîplomasiya Kurdan hewl dide ku Yekîtiya Ewropayê tev li pêvajoyê bike

17 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Siyaseta gelparêz rêya têkoşîna demokratîk nîşan dide

Abdullah Ocalan: Divê Jineolojî bibe bingeha zanistî û birdoziyê

16 COTMEH 2026
Westrheim: Pêvajo firsendê pêşkêş dikeLeyla Zana: Divê birêz Ocalan dikaribe bi gelê xwe re rabe

Westrheim: Pêvajo firsendê pêşkêş dike
Leyla Zana: Divê birêz Ocalan dikaribe bi gelê xwe re rabe

15 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Karên Enternasyonel dikare demokrasî û sosyalîzmê bide destpêkirin

Abdullah Ocalan: Karên Enternasyonel dikare demokrasî û sosyalîzmê bide destpêkirin

15 COTMEH 2026
Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

13 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne