• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

Abdullah Esen / AW

2 ÎLON 2026 - 11:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Êlih – Welatiyên Êlihê yên ku tev li çalakiya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bûn anîn ziman ku ew dixwazin weke her miletên ku li cîhanê dijîn û xwedî maf bin û gotin ku divê êdî Kurd jî weke her kesî bibin xwedî statû.

1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku li seranserê cîhanê hate pîrozkirin bi heman awayî li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek çalakî hatin lidarxistin. Gel bi daxwaza aştiyek mayînde tev li çalakiyan bû. Welatiyên Êlihê yên ku tev li çalakiyê bûn jî diyar kirin ku ew dixwazin weke her miletên ku li cîhanê dijîn xwedî maf bin û dixwazin bigihîjin mafên xwe yên weke ziman, çand, nasname û civakî. Her wiha welatî dibêjin ku êdî ew naxwazin tu dayik û bav bigirîn.

‘Divê hemû girtiyên azadiyê bên berdan’

Sakîne Baytar a ku tev li çalakiya 1ê Îlonê bû anî ziman ku daxwaziya wê ew e ku Kurd jî weke her kesî bigihîjin mafên xwe û wiha axivî: “Pêvajo hêdî hêdî li pêş dikeve, em jî ji bo aştiyeke mayînde û roja aştiyê ya cîhanê li vir in. Em dixwazin rojek zûtir aştiyek ji bo herkesî pêk bê. Ji bo ku her kes bigihêje mafê xwe û bibin xwedî maf. Em dixwazin Serokê me û hemû girtiyên me yên di zindanan de dîl tên girtin, bên berdan. Divê kî çi jê bê bike û çi bar bikeve ser milê wan bike.”

Welatiya bi navê Raziye Arigtekîn jî got: “Em aştiyeke mayînde dixwazin, em naxwazin ku heqaret li kesî bê kirin. Em naxwazin ku tu carî dayik bigirîn û divê gelê Kurd jî weke her miletî xwedî maf be.”

‘Tenê baweriya me bi Serokatî heye’

Saadet Acet jî diyar kir ku ew di vê pêvajoya heyî de bi tenê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawerin û ev yek anî ziman: “Îro roja aştiyê ya cîhanê ye, em dixwazin pêşî aştî ji Serokê me û hemû girtiyên me yên ku di zindanan de dimînin re bê. Divê êdî herkesên ku di zindanan de dîl tên girtin serbest bên berdan û bigihêjin mafên xwe yê azadiyê. Em mafê xwe dixwazin, divê em Kurd jî weke her miletên ku li cîhanê dijîn bibin xwe mafekî. Em dixwazin li ser aştiyeke mayînde bi zimanê xwe biaxivin. Em bi tu kesî ne bawerin, bi tenê baweriya me bi Serokatî heye. Tişta ku Serokatî têde be wê pêk bê.”

‘Hêviya me bi serkeftinê heye’

Celal Akman jî yê ku beşdarî çalakiyê bû da zanîn ku ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava pêvajoyê de ye ew pê bawerin û wiha got: “Ev berdêlên ku 40-50 sal in gelê Kurd didin, ji bo aştiyeke mayînde û xwişk û biratiya hemû netewan e. Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe, bi zimanê xwe, bi çanda xwe û bi hunera xwe bijîn. Ger ku Tirk, Ereb, Faris û her kesên ku ji xwe re tiştek dixwazin, divê ew tişt ji bo Kurdan jî hebe. Hêviya me bi serkeftinê heye. Em naxwazin dilê tu dayîkê biêşê û em dixwazin ev êş û elem ji nava hemû gelan rabin. Gelek kes hene dixwazin ku vê pêvajoyê xera bikin, dema aştî tune be, dibêjin çima aştî pêk nayê? Niha jî pêvajoyek heye, dixwazin vê pêvajoyê jî xera bikin. Ger ku rastî aştiyê dixwazin wa çiyayên Kurdistanê li wir in, bila biçin şer bikin. Dema şer hebe jî direvin. Em dixwazin êdî dilê tu dayîk û bavan neêşê, hêviya me ew e em ê bi ser bikevin. Em bi gelê xwe û bi doza xwe bawerin.”

Etîket: 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya CîhanêAbdullah OcalanÊlihPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

23 COTMEH 2026
Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

23 COTMEH 2026
Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

23 COTMEH 2026
Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

22 COTMEH 2026
Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

22 COTMEH 2026
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gilînameyek ji Komîteya Wezîran re şand

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gilînameyek ji Komîteya Wezîran re şand

21 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne