• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
01 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Meş û çalakiyên 1ê Îlonê: Daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e TÊ NÛKIRIN

    Meş û çalakiyên 1ê Îlonê: Daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e TÊ NÛKIRIN

    Malbatê piştî 9 salan cenazeyê Mazlûm Ateş girt

    Malbatê piştî 9 salan cenazeyê Mazlûm Ateş girt

    Tûlay Hatîmogullari serdana şîna Mehdî Zana kir

    Tûlay Hatîmogullari serdana şîna Mehdî Zana kir

    Bîranîna Şeyma Uludagê: Şehîdan em anîn vê astê

    Bîranîna Şeyma Uludagê: Şehîdan em anîn vê astê

    Alîgirên Trabzonsporê zirar dane tuvaletên stadyuma Amedê

    Alîgirên Trabzonsporê zirar dane tuvaletên stadyuma Amedê

    ‘Em di aştî û demokratîkbûnê de bi israr in’

    ‘Em di aştî û demokratîkbûnê de bi israr in’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Meş û çalakiyên 1ê Îlonê: Daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e TÊ NÛKIRIN

    Meş û çalakiyên 1ê Îlonê: Daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e TÊ NÛKIRIN

    Malbatê piştî 9 salan cenazeyê Mazlûm Ateş girt

    Malbatê piştî 9 salan cenazeyê Mazlûm Ateş girt

    Tûlay Hatîmogullari serdana şîna Mehdî Zana kir

    Tûlay Hatîmogullari serdana şîna Mehdî Zana kir

    Bîranîna Şeyma Uludagê: Şehîdan em anîn vê astê

    Bîranîna Şeyma Uludagê: Şehîdan em anîn vê astê

    Alîgirên Trabzonsporê zirar dane tuvaletên stadyuma Amedê

    Alîgirên Trabzonsporê zirar dane tuvaletên stadyuma Amedê

    ‘Em di aştî û demokratîkbûnê de bi israr in’

    ‘Em di aştî û demokratîkbûnê de bi israr in’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meş û çalakiyên 1ê Îlonê: Daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e TÊ NÛKIRIN

Navenda Nûçeyan / AW

1 ÎLON 2026 - 19:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Silopiya, Riha, Semsûr, Dîlok, Meletiyê Enqere, Sêrt, Êlih, Stenbol, Amed, Şemzînan, Îzmîr û Manîsayê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşên girseyî hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. 

Îzmîr

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê bi bonyea 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşiyan û daxuyaniyek dan. Girseya ku li pêşiya avahiya OSYM ya li Alsancakê hat cem hev, heta Navenda Çandê ya Turkan Saylan meşiya. Di daxuyaniyê de pankartên “Li dijî şer û kedxwariyê dê demokrasi û aşitî serbikeve”, “Niha dema aştiyê ye”, “Niha dema jinan e, niha dema aştiyê ye” hatin vekirin û dirûşmên “Ji şer re na, aşitî niha”, “Bijî serok Apo”, “Avakarê aştiyê li Îmraliyê ye”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” hatin berz kirin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê Burcugul Çubuk û Îbrahîm Akin û her wiha gelek rêxistinên civaka sivîl û bi sedan kes tevlî daxuyaniyê bûn. Metna çapemeniyê jî ji aliyê Xeznedara Baroya Îzmîrê Gamze Şîmşek ve hate xwendin.

‘Rêya aştiya mayinde ji civakeke sosyalîst derbas dibe’

Gamze Şîmşek anî ziman ku 1ê Îlonê ne tenê salvegera şerekî ku di rabirdûyê de qewimiye ye; di heman demê de roja dîrokî ya parastina aşitiyê ya li hemberî şer, mîlîtarîzm, faşîzm û êrîşkariya emperyalîst e û got: “Li pişt şeran berjewendiyên aborî û siyasî, çavkaniyên enerjiyê, bazar, bazirganiya çekan, hesabên jeopolîtîk, têkoşînên hêzên emperyalîst û lêgerîna mezinbûna bê sînor a sermayeyê hene. Ji ber vê yekê, aşitiyeke rastîn ne tenê rawestana çekan a ji bo demekî diyar e. Aştiya rastîn; rêzikeke civakî ye ku mirov tê de nebin koleyên birçîbûn, xizanî, bêkarî, kedxwarî û bêewlehiyê; gel nabin dijminên hev; hemû mirov xwediyê mafê jiyaneke wekhev, azad û bi rûmet in. Pêdiviya me bi wê yekê heye ku Tirk, Kurd, Ereb, Ermenî, Rum, Laz, Çerkez, Ebdax û hemû gelên li vê erdnâgariyê nebin dijminê hev, berevajî vê yekê wekî welatiyên wekhev û azad bi hev re bijîn. Em daxwaza xwe ya aşitiyê ji daxwaza demokrasi û edaleta civakî qut nabînin. Rêya aşitiya mayinde; ji civakeke sosyalîst derbas dibe ku kedkar xwediyê gotin û biryarê ne, hilberîn û dewlemendiyên civakî ne li gorî berjewendiyên çînekî sermayeyê lê li gorî pêdiviyên civakê tên rêzkirin, kedxwarî û ferqên çînî tên rakirin.”

Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmeyan meşiya da ku qurnefîlan bavêje behra Egeyê û daxuyanî bi tilîlî û dirûşman bi dawî bû.

Manîsa

Bi boneya 1ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê, li Manisayê li du navendên cuda daxuyaniyên çapemeniyê hatin lidarxistin. Di daxuyaniyên ku li Qada Manolya û Parka Ahmet Kaya hatin dayîn de li dijî polîtîkayên şer banga aşitiyê hate kirin. Girseya ku bi banga Platforma Ked, Demokrasî û Aşitiyê ya Manisayê û bi beşdariya sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li Qada Manolya hat cem hev, li vir daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de bi berdewamî dirûşmên “Bijî Aşitî” hat berzkirin û metna çapemeniyê ji aliyê Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Manisayê Mehmet Ramazan ve hate xwendin.

‘Jîngeha aştiyê ya domdar wê bi têkoşînê pêk were’

Mehmet Ramazan diyar kir ku şer ne tenê sedema pirsgirêkên demokrasiyê yên welêt e û aştî jî bi tena serê xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên kedkaran û qada demokrasiyê bes nîne. Mehmet Ramazan anî ziman ku budçeya ku ji bo şer tê veqetandin divê ji bo kedkaran û xizmetên qada giştî bê veqetandin û got: “Jîngeheke aşitiyê ya domdar wê bi têkoşîna fîzîkî, meşrû û yekgirtî ya me kedkaran bê pêkanîn.”

Amed

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma “Bi Rêbertiyeke Azad ber bi Aştiyê ve” li Amedê meş hate li darxistin. Meş li ber navende bazirganiyê NCity ya navçeya Rêzan a Amedê destpêkir heya AZC plazaya semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê berdewam kir. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan(DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê, endam û rêveberên Partiya Heremên Demokratîk(DBP), nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li meşê bûn. Di meşê de pankartên “Bi Rêbertiyeke Azad ber bi Aştiyê ve”, “Aştiyeke mayînde bi azadiya fîzîki ya Rêber Apo ve pêkane”hate vekirin. Girseya meşê bênavber bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Rêya Şehîd Rêya me ye Apo ye Serokê me”, “Şehîd Namirin” berz kirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin.

Bi piştî meşê Hevserokê DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axaftina xwe kir.

‘Aştî wekhevî û azadiya jinan e’

Tulay Hatîmogullari di serî de Şehîdên Azadiyê bibîranî û berdewama axaftina xwe de anî ziman ku gotineke ku Nelson Mandela yê ku yek ji sembolên herî girîng ên aşitiyê ye tê gotin heye. Nelson Mandela dibêje: “Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e, aşitî edalet e” û got: “Em jî bi tevahî tevlî vê dîtinê dibin. Aşitî edalet e, aştî demokratî ye, aşitî biratiya wekhev e. Aştî ew e ku Kurdek bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne. Bi awayekî azad axaftina zimanê dayikê ya hemû gelan e. Aşitî ew e ku tu rojnamevan, tu rewşenbîr, tu nivîskar û tu siyasetmedar di girtîgehê de nebe. Aştî ew e ku Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Aştî ew e ku girtiyên siyasî azad bibin. Aşitî ew e ku karkerê madenê meaşê xwe bistîne û nanekî germ bibe mala xwe. Aşitî ew e ku pêşeroja ciwanan li vê welatî hebe, azad bin, bi azadî bixebitin, bi azadî bixwînin û aşitî pêşeroja ciwanan e. Aştî wekhevî û azadiya jinan e. Nebûna cînayetên jinan û dawîhatina tundiya li ser jinê ye. Û ji vir ve wekî hemû jin, em silava xwe ya aştiyê pêşkêş dikin.”

‘Em ê di mijara aşitiyê de biryardar bin’

Tulay Hatîmogullari di axaftina xwe de bal kişand li ser şerê Rojhilata Navîn û diyarkir ku di serdemeke ku fûzeyên herî xeternak, çekên biyolojîk, çekên kîmyewî û çekên nûkleerî de pêşbirkê dikin de ne û ev wiha bi dawî kir:  “Ji ber vê yekê, dema ku Tirkiye aliyekî ve aşitiya xwe ya hundirîn saxlem dike, em neçar in ku di heman demê de bi hev re pêşengiyê ji aşitiya herêmê re jî bikin. Em li Tirkiyeyê aşitiya hundirîn û li herêmê aşitiyê diparêzin. Em li cîhanê aşitiyê diparêzin. Ji bo vê yekê ji bilî avakirina tevgereke aşitiyê ya enternasyonalîst bi rêya herî bihêz ti vebijarkeke me nîne. Ji ber ku em vê yekê dizanin; em kesên ku aşitiyê diparêzin, ji wan kesên ku şer derdixin pir bihêztir in. Bes e ku em bi hev re bin, bes e ku em bibin yek. Ez bi van hês û ramanan hêvî dikim ku 1ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê ji bo me hemûyan, ji bo Tirkiyeyê, ji bo Rojhilata Navîn û ji bo hemû cîhanê aşitiyê bîne. Û em bi çi provokasyonan re rû bi rû bimînin jî, ihtimala rûbiçûkbûna çi tiştî hebe jî, kî dixwaze vê pêvajoyê jehrî bike bila bizanibe ku em ê di mijara aştiyê de biryardar bin, ji bo aşitiyê têkoşînê bikin û ji bo aştiyê bibin yek.”

Colemêrg

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê mêş û daxuyanî hat lidarxistin. Meş li ber avahiya saziya DEM Partiyê destpê kir û heta ser Girê Efkar berdewam kir. Di meşa aştiyê de çirax hatin pêxistin û dirûşmeyên “Bijî Aştî” hatin berzkirin.

‘Şer xerab kirine, aştî ava kirine’

Li ser Girê Efkar ji aliyê serokê Odeya Dikandar û Pîşekara Muharrem Tekîn daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku şer mirin, koçberî, xizanî û xerabkirina civakê ye û dermanê şer pêkhatin, aştî, civakek azad ava kirine ye. Muharrem Tekîn bi daxuyaniyê ragihand ku li Tirkiyê bi salan e Kurd têne înkar kirin û dixwastin pirsigirêka Kurd bi polîtîkayên ewlehî û tundîtî çareser bikin lê hate berçava ku pirsgirêk bi rêya aştiyê bi rêbaza wekhevî, mafên hemwelatî û demokrasiyê çareser bibe.

Piştî daxuyaniyê parlementerê Colemêrgê Vezîr Parlak bal kişand ser dîroka şer û aştiya cîhanê ku dî dîrokê de bi mîlyon mirov di şer de jiyana xwe ji dest dane û axaftina xwe wiha berdewam kir:”Di dawiya her şerî de aştî pêwîst e, ji ber ku ji bilî aştiyê rêyek din ya çareser kirina pirsgirêkan tune ye. Kurd jî bi hezar sal in li welatê xwe dijîn lê piştî avakirina Komara Tirkiyê Kurd hatin înkar kirin, mafên hat binpê kirin û heta vê demê dewlet li gel Kurdan ne rûnişt. Pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpê kirin ji ber vê gelek bi wate û girîng e. Ji bo aştiyek birûmet divê her kes peywîra xwe bîne cîh. Çend roj in ku Kurd şehîdên xwe bi şîniyan oxir dikin dijberên aştiyê qiyametê radikin. Kurd birînên xwe dipêçin, divê rêz li vê yekî bê girtin. ”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Aştî” bi dawî bû.

Stenbol

Li Stenbolê bi pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşek hate lidarxistin û daxuyanî hate danîn. Meş li pêşiya Peykera Bogayê dest pê kir û Îskeleya Kadikoyê bi dawî bû. Girse di meşê de pankarta “Niha dem mezinkirina aştiyê ye” hate vekirin û dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, “Bijî Aştî” hate berzkirin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Girse piştî hat Îskeleya Kadikoyê daxuyanî hate danîn. Daxuyanîji hêla aktivîsta TJAyê Fîgen Yaşar ve hate xwendin.

‘Em ê têkoşîna aştiyê mezintir bikin’

Fîgen Yaşar diyar kir ku li Tirkiyeyê pêşiya aştiyê vekin û got: “Piştî heyameke şer û pevçûnê ya zêdetirî pêncî salan, li Tirkiyeyê di navbera birêz Abdullah Ocalan û dewletê de hevdîtin pêkhatin û di encamê de mutabakatek derket holê; piştî vê mutabakatê bangewaziya Civaka Demokratîk hat kirin. û piştî bangewaziyê re jî, PKKyê xwe fesix kir û niha nîqaşên heyameke nû tên kirin ku êdî pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane be çareserkirin. Di vê pêvajoyê de zagona Qanûna Çarçoveyî li Meclîsê derbas bû. TBMMyê weke gava yekem a ber bi aştiyê ve hat avêtin. Niha dem ew dem e ku ji bo demokratîkbûn û civakîkirina aştiyê ye. Ji ber ku aştiya mayînde tenê bi bêdengkirina çekan pêkan nîn e, lê bi mîsogerkirina demokrasî, azadî, hemwelatîbûna wekhev û edaleta civakî pêkan e. Demokratîkbûna Tirkiyeyê û têkoşîna hevpar û yekgirtî ya gelên Tirkiyeyê dikare bibe modeleke numûneyî ya pêşeng ji bo bi taybetî Rojhilateke Navîn û cihaneke bêyî şer, bêyî kedxwarî, wekhev û azad. Em ê têkoşîna aştiyê mezintir bikin.”

‘Heke em aştiyek bihonînin êdî tu ciwan jiyana xwe ji dest nade’

Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku hêzên hegomonîk şer rêxistin dikin û wiha axivî: “Şer kuştin e, her aştî ji şerê xweştir e. Îro hêviya aştiyê heye. Derfeta aştiyê heye. Xwesteka gelê Kurd a bi salan encax bi têkoşinê pêkan e. Berî çend rojan ez şi Amedê tev li şînek bûm. Dayikek ji min re got; min êş kişand bila tu dayik bila êş nekişîne. Îro kesên nizanin şer çî ye, dixwazin şer berdewam bike. Heke em aştiyek bihonînin êdî tu ciwan jiyana xwe ji dest nadê. Îro gelê Kurd tune neyê hiştin dê Tirkiye demokratîktir bike. Birêz Abdullah Ocalan jî ji bo xwîna ciwanan neyê rijandin têkoşe. Li gel aştiyê bisekinin, bi vê dê xwestekê gelê Kurd û Tirkan pêk were.”

Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.

Êlih

Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji ber Nexweşxaneya Farabîmê heta Parka Yilmaz Guney meşiyan û piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Di çalakiyê de parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû, nûnerên partiyên siyasî yên bajêr, TJA, Dayîkên Aştiyê û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tev li bûn. Girseya ku tev li çalakiyê bibûn bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin aştiyê dixwazin, jin şer naxwazin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî aştî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Her wiha li ser diwîzan “Kedkar dengê aştiyê ne”, “Cîhaneke bê şer, cîhaneke bi aştî”, “Zarok bi aştiyê mezin dibin”, “Dem dema jiyana hevpar e” û Pankartan jî “Em bi hevre be bi aştiyê ve dimeşin, em pêşeroja demokratîk bi hevr e ava dikin” û “Dê aştî û jiyana komînal jin ava bikin” hatibû nivîsandin û hilgirtin. Metna daxuyaniyê jî ji aliyê Hevserokê ÎHDa Êlihê Ahmet Şîray ve hate xwendin.

Sêrt

Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Sêrtê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji ber Madoyê hata Qada Demokrasiyê meşiyan û piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Di çalakiyê de parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahata Erdogan Saritaş, nûnerên partiyên siyasî yên bajêr, TJA, Dayîkên Aştiyê û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tev li bûn. Girseya ku tev li çalakiyê bibûn bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî aştî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Her wiha li ser diwîzan “Yek dinya û yak daxwaz aştî”, “Dest bi dest ji bo aştiyê”, “Kedkar dengê aştiyê ne”, “Cîhaneke bê şer, cîhaneke bi aştî” û Pankarta “Dem dema aştiyê ye” û “Bijî 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê” hatibû hilgirtin. Metna daxuyaniyê jî ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê Kenan Bîlge ve hate xwendin.

Enqere

Hêzên Ked û Demokrasiyê ye Enqereyê, boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li qada Kolejê heta Kolana Sakaryayê çalakiya meşê li darxist. Parlementerê DEM Partiye ya Êlihê Omer Faruk Hulaku, endam û nûnerên partiyên siyasî û yên ked û demokrasiyê tev li meşe bûn. Girsê bi qada Kolejê pankarta li ser “Em ê li ser rêya aştiyê têkoşînê bidomînin” dinivîsî hilgirtin, flama û dovîzên li ser “Jin jiyan azadî” û ” Bijî berxwedana gelan” dinivîsî ve tev li meşê bûn. Girsê di meşê de durişmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, û “Ji Kemalan û heta Mazluman li ber ve civaka demokratîk” berz kirin.
‎
‎Girse ji Qada Kolejê heta Kolana Sakaryayê meşiya û li vir daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê Yilmaz Yildirimci xwend.
‎
‘Ji bo aştiyeke mayînde pêdivî bi rêxistinkirina gelan heye’

Yilmaz Yildirimci bal kişand li ser giringiya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û wiha qal kir:” Wekî ku tê zanîn, 1ê Îlona 1939an destpêka Şerê Duyemînê Cîhanê ye. Bi êrîşa Almanyayê ya li hember Polonyayê ve şer dest pê kir. Ev şer, êş û wêranyeke mezin da gel û karkerên tevahiya cîhanê û jiyana nêzîkî 60 milyon kesan ji derstê wan girt. Zêdetrî 30 welatan beşdarî şer bûn, wêranyeke mirovî, aborî û civakî pêk anîn. Em ê li dijî şerên sermaye û emperyalîzmê biseknin û aştyeke li ser bingeha Wekhevî, Azadî û Demokrasyê ava bikin. Îro jî, em di nava şerên djwar re derbas dibin. Em vê wekî şerê cîhanê yê sêyemîn bi nav dikin. Destwerdanên hegemonîk ên emperyalîst, gerstêrka me xistine nav hilweşandin, mîlîtarîzm û talaneke mezin. Rojhlata Navîn navenda şerê cihanê yê sêyemîn e. Nakokiya herî mezn jî nenasîna mafê gelê Kurd e. Lê belê, em dizanin ku ji bo avakrina aşityeke wekhev û mayînde pêdivî bi rêxstinbûyneke mezin a gelan heye.”

‘Aştî divê li ser yekitiyeke demokratîk bê avakirin’

Yilmaz Yildirimci bi bîr xist ku ji we erdnîgariyê de gelek neheqiyên mezin çêbûne û ji bo aştiyeke amyînde divê di destûra bingehin de guhertin çêibibin û wiha berdewam kir: ” Di vê welatê de şer û pevçûnên ku di sala 1984an de dest pê kirin 42 sal in berdewam dikin. Di vê heyamê de, 60,000 kesan jiyana xwe ji dest dan; xwêdan û keda karker û mirovên xizan ên Kurd û Tirk di şer û pîşesazya parastnê de hatiye rijandin; bi hezaran gund û wargeh hatine şewitandin û wêrankirin; bi mîlyonan kes ji cih û warên xwe hatne derxistin; û bi deh hezaran kuştinên kujerên wan nedyar hatine kirin. Îro, pir girîng e ku pêvajoyek çêbibe ku tê de pevçûn rawestin, merasîmên cenazeyan tune bin, çek bêdeng bibin û êş bi dawî bibin. Lê belê, em, çîna karker, bindest, kesên ku debara xwe bi kedê dikin, şoreşger, sosyalîst, demokrat, ciwan, jin û kesên LGBTQ+, dizanin ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan e. Hewcehî heye ku di serî de pirsgrêka Kurd û hemû pirsgrêkên din li ser destûra bingehîn were çareser kirin, li ser yekîtyeke demokratîk, jiyaneke nû were damezrandin; û divê demokrasyeke rastîn serwer bibe.”

Yilmaz Yildirimci daxwazên wan wiha rêz kir:

* Divê hemî zextên antîdemokratîk ên li dijî rejîma wesayetê û desteserkirina îradeya gel bi dawî bibin û îradeya gel bi ser bikeve.
* Bi dirûşma “Kuştina jnan siyasî ye”, divê ji bo pêşîgrtina şîdeta li dijî jinan rêzknameyên pêwîst ên qanûnî û sazî werin bicîh kirin; divê mekanîzmayên parastinê yên heyî bi bandor werin sepandin û Peymana Stenbolê ji nû ve were bicîhkirin.
* Divê wêrankirina xwezayê were rawestandin û jiyana bi xwezayê re bibe prensîbeke bingehîn.
* Divê şerê li dijî heywanên serberdayî bi dawî bibe û bajarên me bi awayekî komunal werin avakirin.
* Divê gavên pêwîst ên qanûnî û destûrî werin avêtin da ku mekanîzmayên azad, wekhev û demokratîk di her qada jiyana civakî de werin afrandin.
* Divê hemû zext, sansûr û qedexeyên li ser çapemenî û azadiya derbirînê bi dawî bibin; divê hemû rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, hunermend, siyasetmedar û sendîkavanên ku ji ber çalakyên xwe yên rewa hatne girtin tavilê werin berdan.”

Piştî daxuyaniyê parlamenterê DEM Partiye ya Êlihê Omer Faruk Hulaku axivî û daxwaza têkoşîna aştiyê kir û got : ” Em salane ji bo aştiyê bi qadane. Bi Bangawaziya Birêz Ocalan ve pêvajoyeke aştiyê dest pê kir. Em ji bo aştiyê û Civaka Demokratîk her tim têkoşîna xwe didomînin.

Piştî axaftinan çalakî dawî bû.

Meletî

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Meletiyê bi têkildarî 1ê İlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li taxa Emeksizê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li navçeya Battalgaziyê ya Meletiyê li ser Kolana Emeksizê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê hate lidarxistin û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê platformê Metna Daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Şaxê ÎHDê ya Meletiyê Berfîn Polat ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser girîngiya têkoşîna hevpar a ji bo aştiyê.

Dîlok

Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê meş hate lidarxistin. Welatiyên ku li Parka Kırkayakê hatin cem hev, heta Qada Balikli meşiyan.

Di meşê de pankarta Platforma Ked û Demokrasiyê ya bi 3 zimanan hatî amadekirin a bi nivîsa “1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê Pîroz Be” û pankarta TJAyê a bi nivîsa “Êdî Dema Jinê Ye, Bi Rêbertiya Azad re Dema Avakirina Aştiyê Ye!” hatin hilgirtin.

Girse di tevahiya meşê de bêrawestan dirûşmên “Bijî aştî”, “Jin, jiyan, azadî” û “Ji şer re na, niha yekser aştî” berz kirin.

Girseya ku gihişt Qada Balikli, li vir daxuyanî da çapemeniyê. Metna daxuyaniyê ya hevpar ji aliyê Hevserokê Şaxê ÎHDê ê Dîlokê Bahrî Ogûz ve hate xwendin. Ogûz bal kişand li ser ku aşitî mafekî bingehîn ê mirovan e û wiha got: “Em ê li dijî polîtîkayên şer û pevçûnê parastina jiyan û aşitiyê bidomînin. Rêya aştiyeke domdar û bi rûmet ji diyalog û çareseriya demokratîk derbas dibe.”

Semsûr

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê bi mebesta 1ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê li Qada Bajar daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de nûnerên saziyên civaka sivîl û gelek welatî amade bûn.

Girse bi dirûşmên “Bijî aştî” hat qada ku daxuyanî lê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo civaka demokratîk deng bide aşitiyê” û dovîzên  “Dem dema aştiye”, “Bêyî peyva jinê aşitiyeke rastîn nabê” hatin hilgirtin.

Metna daxuyaniyê li ser navê girseyê ji aliyê Hevserokê ÎHDê Semsûrê Bulent Çinar ve hate xwendin.

Daxuyanî piştî tilîlî û lêdana çepikan dawî bû.

Riha

Di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê bi minasebeta 1ê İlonê Roja Aştiyê ya Cihanê li Parqa Alî Şellî heya Qada Topçûyê ya Rihayê meş hat lidarxistin û li wir daxuyanî hat dayîn. Di meşê de dirûşmeyeyê “Jin jiyan azadî, azad bike Rêbertî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Aştî û azadî” û panqartên “Em ê hêviyên ku şehîdên me afirandine, bi mimarê aştiyê tacîdar bikin”, “Bijî 1ê İlonê”, “Vejîn pêk hat dema azadiyê ye” hatin girtin.

Daxuyaniyê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê deqeyekî bi rêzgirtinê ve destpêkir.

Destpêkê Dayika Aştiyê Miyaser Korkmaz diyar kir ku 1ê İlonê rojeke pir qedir û qîmete û got: “Em dixwazîn aştî bê. Bila dayikên me birînên xwe bipêçin û em ê bi hevdu re aştiyê avabikin. Edî bese. Bila aştî were ku baweriya me jî vê pêvajoyê bê. Heke Birêz Abdullah Ocalan û girtî azad bibin baweriya me yê xurtir bibe.”

Parlementerê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan destnîşan kir ku divê xwedîderketineke xurt ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hebe û wiha got: “Ocalan li dijî meyla hin derdorên ku dixwazin pêvajoya aştiyê sabote bikin hişyariyan da û destnîşan kir ku li hemberî vê yekê divê aştî bi awayekî hin xurtir bê parastin.”

Pişt re li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê Ferhat Demîr metna daxuyaniyê xwend.

Ferhat Demîr di destpêka daxuyaniyê de destnîşan kir ku 1ê Îlonê ne tenê rojek bê şer e û got: “Ji bo me aştî,navê jiyaneke demokratîk e ku tê de mafên mirovan di bin misogeryê de ne, gel û bawerî eşit in, ked nayê mêtin, jin azad in û zarok bi ewlehî li paşerojê dinêrin. Ji ber vê yekê em têkoşîna aştiyê ji têkoşîna demokrasiyê, mafên mirovan û kedê cuda nabînin.”

‘Kêşeya Kurd bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê ye’

Ferhat Demîr bal kişand ser bandora siyasetên şer û ewlehiyê yên li ser civakê û destnîşan kir ku ev politîka belengaziyê kûr dikin û mafên demokratîk teng dikin. Demîr anî ziman ku çareseriya pirsa Kurd bi riyên demokratîk eşkerekirina paşeroja Tirkiyeyê ye û wiha domand: “Tirkiye îro di konjektoreke dîrokî re derbas dibe. Ji bo bidawîanîna pêvajoya pevçûnê û ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsa Kurd derfeteke girîng derketiye holê. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku birêz Abdullah Öcalan di 27ê Sibata 2025an de kiribû, di vê çarçoveyê de xwedî giringiyeke dîrokî ye. Bi vê bangê re li şûna pevçûnê siyaset, li şûna tundiyê diyalog û çareseriya demokratîk bûye zemîn.”

‘Berpirsiyarî di destê desthilatdariyê û hemû aktoran de ye’

Ferhat Demîr diyar kir ku ji bo ev zemin veguhere aştiyeke mayînde, berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê desthilatdariya siyasî û hemû aktorên civakî û siyasî û ev tişt anî ziman: “Pêwîst e pêvajoya aştiyê di nav nediyariyê de neyê hiştin, gavên demokratîk û hiqûqî neyên derengxistin û hemû beşên civakê tevlî vê pêvajoyê bibin. Ji ber ku aştiya mayînde tenê bi bêdengbûna çekan nabe; bi xurtkirina siyaseteke demokratîk, misogerkirina mafên mirovan û avakirina jiyaneke eşit û azad pêkan e.”

‘Aştî daxwaza hevpar a hemû gelan e’

Ferhat Demîr di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê Rihayê kir ku iradeya aştiyê mezin bikin û got: “Aştî ne tenê daxwaza gelê Kurd e; daxwaz û mafê hevpar ê hemû kesên ku li vê meclîsê û li vê welatî dijîn e. Daxwaza Kurd, Turk, Ereb û hemû gel û baweriyan e. Em ji Rihayê bang dikin ku ev pêvajo bibe ya hemû civakê. Em wekî hêzên ked û demokrasiyê yên Rihayê dê têkoşîna xwe ya ji bo daxwaza aştiyê û çareseriya demokratîk berdewam bikin.”

Daxuyanî bi tilîlî û lêdana çepikan bi dawî bû.

Silopiya

Li navçeya Silopya ya Şirnexê bi sedan kesên li kolana 1emîn hatin gel hev heya çarêya nexweşxayê meşiyan. Li gel parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî sedan welatiyên kom bûne bi pankarta, ‘Dem dema aştiyê ye’ û dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bijî aştî’ , ‘Şehîd namirin’ meşiyan. Piştî ku girse gihîşt çarêya nexweşxaneyê li vir ji bo cangoriyên azadiyê rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê Hevseroka DEM Partiyê ya Silopya Aycan Azma daxuyanî xwend.

Piştî Aycan Azma, parlamenter Mehmet Zekî Îrmez bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Drmokratîk û wiha axivî: “Rast e pêvajoyek a aştiyê tê meşandin lê daxwazên gelê Kurd, ev daxwaz azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Îro bi hezaran rêhevalên me di zindanan de ne. Divê demildest ev hevalên me werin berdan.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Malbatê piştî 9 salan cenazeyê Mazlûm Ateş girt

Malbatê piştî 9 salan cenazeyê Mazlûm Ateş girt

1 ÎLON 2026
Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

1 ÎLON 2026
Li Konyayê banga aştiyê: Divê şertên birêz Ocalan werin guhertin

Li Konyayê banga aştiyê: Divê şertên birêz Ocalan werin guhertin

1 ÎLON 2026
Tûlay Hatîmogullari serdana şîna Mehdî Zana kir

Tûlay Hatîmogullari serdana şîna Mehdî Zana kir

1 ÎLON 2026
Bîranîna Şeyma Uludagê: Şehîdan em anîn vê astê

Bîranîna Şeyma Uludagê: Şehîdan em anîn vê astê

1 ÎLON 2026
Alîgirên Trabzonsporê zirar dane tuvaletên stadyuma Amedê

Alîgirên Trabzonsporê zirar dane tuvaletên stadyuma Amedê

1 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Şiyar Jîrkî li Elkê şîn hate danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şêrko Kanîwar hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Veysî Aktaş: Pêvajo bi saya şehîdan hat vê astê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Cizîrê gel diherike şîna şehîdên Tevgera Azadiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên têkoşîna azadiyê li Stenbolê hatin bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ocalan bersiv da îdiayên derheqê xwe de: Ev parvekirin tevgerên provokatîf in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne