Siyasetmedarê Kurd Mehdi Zana, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Siyasetmedarê Kurd û şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana, ji ber nexweşiya KOAHê li Amedê rakiribûn nexweşxaneyeke taybet û li beşa lênêrîna lezgîn dihat demankirin. Hate hînbûn ku Mehdi Zana jiyana xwe ji dest daye.
Hat hînbûn ku cenazeyê Mehdî Zana dê sibê li Goristana Yenîkoyê ya Rezana Amedê bê definkirin.













