• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

    ‘Divê bi fermî mafê Kurdan û ziman were naskirin’

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

    Cenazeyê endamê HPGê Mazlum Ateş li Amedê hate definkirin

    Cenazeyê endamê HPGê Mazlum Ateş li Amedê hate definkirin

    Meş û çalakiyên 1ê Îlonê: Daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

    Meş û çalakiyên 1ê Îlonê: Daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

    Malbatê piştî 9 salan cenazeyê Mazlûm Ateş girt

    Malbatê piştî 9 salan cenazeyê Mazlûm Ateş girt

    Tûlay Hatîmogullari serdana şîna Mehdî Zana kir

    Tûlay Hatîmogullari serdana şîna Mehdî Zana kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

    ‘Divê bi fermî mafê Kurdan û ziman were naskirin’

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

    Cenazeyê endamê HPGê Mazlum Ateş li Amedê hate definkirin

    Cenazeyê endamê HPGê Mazlum Ateş li Amedê hate definkirin

    Meş û çalakiyên 1ê Îlonê: Daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

    Meş û çalakiyên 1ê Îlonê: Daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

    Malbatê piştî 9 salan cenazeyê Mazlûm Ateş girt

    Malbatê piştî 9 salan cenazeyê Mazlûm Ateş girt

    Tûlay Hatîmogullari serdana şîna Mehdî Zana kir

    Tûlay Hatîmogullari serdana şîna Mehdî Zana kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mûstafa Karasû: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin TÊ NÛKIRIN

Navenda Nûçeyan / AW

2 ÎLON 2026 - 09:00
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Mûstafa Karasû diyar kir ku nîqaşên li ser notên hevdîtinê yên li Îmraliyê tê meşandin zemînekê pêşkêşî provakasyonê dike û got: “Rêya çareseriya vê yekê ew e ku Rêber Apo karibe yekser xwe bigihîne raya giştî.”

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû di bernameyeke taybet a Medya haber TV de bersiv da pirsên rojnamevan Erdal Er. Di roportajê de derbarê geşedanên di rojevê de, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rol û rista Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li ser pêvajoyê, nirxandinên girîng hatin kirin.

Bi gavên dawî yên têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re we, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, aliyê dewletê, aliyê hikumetê ragihand ku pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bûye. Bi vê qonaxê re komîsyon hatin avakirin. Desteyeke bilind, her wiha komîsyonên jêrîn hene. Yek ji van jî Komîsyona Bêçekbûn û Siyasîbûnê ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê serokatiyê jê re bike. Gelo naveroka vê, pênaseya wezîfeya vê, pênaseya wezîfeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çi ye? Ji aliyê pratîkî ve pêvajoyê destpê kir, yan jî hûn li benda çi ne?

Nêzî du sal in Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dewam dike. Bi banga Lîderê MHPê Devlet Bahçelî ya meha Cotmehê re pêvajoyê destpê kir. Rêber Apo weke bersiva li banga Devlet Bahçelî got, ez dikarim vê pêvajoyê, yanî rewşa şer, pirsgirêka Kurd bikişînim ser zemîna hiqûqî û siyasî. Û bi bangeke bi vî rengî bersiv da. Piştî wê jî hevdîtin hatin kirin, li Îmraliyê û piştre Rêber Apo di 27ê Sibat 2025an de Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Di vê bangê de jî ji bo fesixkirina partiyê, yanî fesixkirina PKKê, bidawîkirina têkoşînan çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê bang hate kirin. Weke bersiva ji bo vê jî me heman piştî rojekê biryara rawestandina şer dan. Di navbera 5 û 7ê Gulanê de PKKê kongreya xwe civand û me PKK fesix kir û têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê bi dawî kir. Ji wê rojê û vir ve pêvajo dewam dike.

Di vê qonaxê de me hin gav avêtin. Bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat 30 hevalên me çek şewitandin. Her wiha têkildarî vekişîna hêzên leşkerî ji Bakur hevalê Sabrî daxuyaniyek da. Me ji aliyê xwe ve hewl dan pêvajoyê bi pêş ve bibin. Bêguman pêvajo di asta daxwaza me de bi lez bi pêş ve neçû. Li pêşberî van gavên me tifaqa AKP-MHPê, desthilatdariyê bersiva pêwîst neda van. Yanî hinekî dereng ket. Di vê pêvajoyê de gelek tişt bûn, nîqaş hatin kirin. Bi Rêbertî re hevdîtin hatin kirin. Di heman demê de heyet di navbera Rêbertî û me de çûn û hatin. Her wiha di navbera heyeta dewletê û hin hevalên me de li hin deveran hevdîtin hatin kirin. Yanî dikarim bibêjim ku trafîkeke bi vî rengî ya berfireh hebû. Piştre jî ev qanûna çarçoveyê kete rojevê. Ev yek bi Rêber Apo re hate nîqaşkirin. Ya rast nexşerêyek jî derkete holê. Lê belê piştre çi qewimîn, bêguman me hinekî bi civîna NATOyê ve girê dan. Me bi bûyerên li Îranê ve girê dan.

Tirkiye bi nêzîkatiya, encama van bibîne û gavê biavêje hinekî dereng xist. Ji ber ku nexşerê hebû, hatibû nîqaşkirin. Bi Rêbertî re wê bigihaştibûna lihevkirinekê. Wê nêrîneke hevpar derketibûya holê di mijara vê qanûnê de. Piştre wê nêrîna me bihata wergirtin û ev qanûn pêşkêşî meclîsê bihata kirin. Pêvajoyeke bi vî rengî dihate hêvîkirin, lê belê nebû. Piştre hevdîtinek bi Rêbertî re hate kirin. Bi derengî jî be hevdîtina bi Rêbertî re çêbû. Li wê derê ev mijara qanûnê hate nîqaşkirin. Rêbertî nêrînên xwe ragihand. Lê belê dîsa neket pratîkê. Dereng ket. Berê Rêber Apo hin nêrînên xwe pêşkêş kiribû. Nêrînên ji 6-7 xalan. Ev yek wê ji aliyê hikûmetê ve bihata nîqaşkirin. Piştre jî wê biçûna Îmraliyê. Ew jî hinekî dereng ket. Di vê demê de naveroka qanûna çarçoveyê li nava çapemeniyê belav bû. Têkildarî vê yekê me daxuyanî da. Her wiha me nêrînên xwe bi rêya hin navbeynkaran ji rayedarên dewletê re ragihand.

Di vê demê de jî bi Rêbertî re hevdîtinek hate kirin. Di vê hevdîtinê de qanûn hate nîqaşkirin. Lê belê di vê qanûnê de nêrînên Rêbertî jî yên me jî zêde li ber çavan nehate girtin. Dikarim vê bibêjim. Pêvajoyek heye. Ev yek eşkere ye. Pirsgirêka Kurd e. Di vê pêvajoyê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokratîkbûnê nîqaş têne kirin. Hûn jî zanin ew Komîsyona Meclîsê ava bûbû. Nîqaşên ku Komîsyona Meclîsê kir, piraniya hevdîtinên li Meclîsê li ser pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê bûn. Lewma Rêber Apo ev qanûn weke destpêkê, weke qanûnîkirina vê pêvajoyê, destpêka mayindebûna rawestandina şer û piştre jî pêkhatina demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd nirxand, îtiraz nekir. Got, Hezar gav bi gavekê destpê dike. Ya herî girîng jî Rêber Apo di dema van nîqaşan de got, Ya girîng ew e ku piştî ev qanûn derket wê rol ji min re bê dayin? Ez ê karibim bi rola xwe rabim? Têkiliya min a bi civakê, bi rêxistinê re wê karibe pêk were? Ev yek ji bo min girîng e. Eger ev bibe hingî ev qanûn wê bibe destpêk. Hingî wê pêşketin bibe. Em niha di vê nuqteyê de ne.

Hûn dikarin vê mijarê vekin? We gotin me, Rêberê me jî qanûn erê nekir. Lê belê ji bo bibe destpêkek we jê re got erê. Ji bo hûn vê qanûnê bi temamî erê bikin, divê çawa be?

Em neketin nava nêzîkatiyekê ku red bikin. Yanî nêzîkatiya me ne redkirin bû. Lê belê pêşniyarên me hebûn. Yek, divê têgîna terorê neyê bikaranîn, bila bi vî rengî neyê pênasekirin. Li aliyê din ev pêvajo divê ne tenê li ser bêçekbûnê, bi şêweyî danîna çekan be. Bila nêzîkatiyeke bi vî rengî nebe. Wekî din bi vê qanûnê re bê destnîşankirin ku wê gavên demokratîk bêne avêtin. Rêber Aapo bi şêweyên cuda destnîşan kir ku divê qanûn neyê kategorîzekirin, ev qanûn li gel hemû avaniya rêxistinê bikeve meriyetê. Bêguman bi vê qanûnê re wê pirsgirêka Kurd yekser çareser nebe. Lê belê anî ziman ku bi qanûnê re wê pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd vebe, divê di çarçoveyeke welê de be ku heta astekê destnîşan bike. Nêzîkatiya me bi vî rengî bû, bendewariyên raya giştî jî bi vî rengî bûn. Lê belê wan bi hin hincetên hiqûqî û atmosfera siyasî diyar kirin di asta destpêkê de divê qanûn bi vî rengî be, piştre wê gav bêne avêtin. Lewma Rêber Apo weke destpêkekê red nekir.

Hûn ji bo rapora Komîsyona Meclîsê dikarin çi bibêjin? Hikumet rapora Komîsyona Meclîsê timî weke referansê nîşan dide. Dibêje ku di wir de demokratîkbûn tê destnîşankirin. Dibêjin wê bi demê re vê bixin meriyetê.

Ya rast di rapora Komîsyona Meclîsê de kêmasî, şaşitî hebûn. Lê belê bal kişandibû ser hin mijaran. Bi rengekî eşkere nebe jî li hin deveran nêzîkatiyeke welê nîşan dabû ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlekariyê nabe. Ev erênî bû. Li aliyê din nêzîkatiyeke welê hebû ku nîşan dida ku pirsgirêk pirsgirêkeke demokratîkbûnê ye, bi vî rengî dikare çareser bibe. Li aliyê din, bawerim di beşa 7emîn de bû, li wê derê dihate xwestin ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn werin bicihanîn. Bicihanîna wan, bicihanîna biryarên li beşa 7emîn ji bo demokratîkbûnê wê bibûya gaveke girîng. Raya giştî aram bikira. Piştgiriya civakî ya ji bo pêvajoyê zêde bikira. Helwesta dudil a muxalefetê zelal bikira û piştgiriya bi pêvajoyê re zêdetir bikira.

Li gel ku komîsyonê ev pêşniyar kir, li gel ku di xala 7emîn de daxwaza demokratîbûnê, berdana hin girtiyan, bicihanîna biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dikir jî pêk nehat. Ev hemû di çapemeniyê de jî hate nîqaşkirin. Ew gav bûn ku bêyî derxistina qanûnê, bêyî guhertina qanûnê hikumetê bi îradeya xwe dikarîbû biavêta. Ev nehate kirin. Bêguman nekirina vê yekê bivê nevê di nava raya giştî de bû sedema pirsa, çima nayê kirin, eger ev gav wê neyên avêtin hingî pirsgirêkeke ewqasî esasî wê çawa bê çareserkirin? Gumanên bi vî rengî di nava raya giştî de afirand.

Gelo bi we re jî heye? Ji ber ku rewşeke bi vî rengî jî heye. Bi qanûna çarçoveyê re rêveber li derve têne hiştin. Her wiha di rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rewşeke nediyar heye. Li derve tê hiştin. Nerazîbûna gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk li hemberî vê heye. Wê çawa bibe? Eger meseleya Kurd meseleyeke ewlekariyê nîne, ku berî çend rojan Fetî Yildiz ê MHPyî jî got, meseleya Kurd ne tenê meseleya ewlekariyê ye, meseleya çekê nîne, meseleya demokratîkbûnê ye. Meseleya mafên bingehîn e. Bêguman meseleya mafên siyasî jî heye. Ev ê çawa bê derbaskirin? Di vê mijarê de me di kîjan astê de ne?

Niha ev yek eşkere ye. Ev pirsgirêk pirsgirêka bêçekbûnê nîne. Belê divê bêçekbûn çêbibe. Em bibêjin ji bo têkoşîna siyasî, çareseriya siyasî ev pêwîst e. Belê, ji ber vê yekê me têkoşîna çekdarî bi dawî kir. Lê belê eger pêvajo tenê bi vê bê nirxandin wê bixitime. Pirsgirêk çareser nebe. Ji vî alî ve li Meclîsê di nîqaşan de, di nîqaşên li ser qanûnê de her kesî got, ev pirsgirêkeke demokratîkbûnê ye. CHPê jî Yenî Partiyê jî ev got. Em bibêjin vaye Koma Yenî Yolê heye. Wan jî got. DEM Partî ji xwe timî dibêje. Ji vî alî ve divê pirsgirêk di asta bêçekbûnê de neyê nirxandin û gavên demokratîkbûnê bêne avêtin. Naxwe pêvajo bi pêş ve naçe. Eger demokratîkbûn nebe wê pirsgirêk çawa çareser bibe?

Li aliyê din, kategorîzekirin bi rastî jî pirsgirêk e. Tu dibêje ewqas wê bên, 2 hezar kes, 3 hezar kes wê bên, rêveber wê bimînin, 800 kes wê bimîne. Wê çawa bibe? Ma ev ne pirsgirêk e? Ev rêveber û 800 kes wê çi bike? Wê çawa xwe biparêze? Wê xwe biparêze. Ji bo xwe biparêze wê ewlekariya xwe ya çekdarî jî hebe. Dibêje wê filan kes bên, piştî hatin jî Desteya Ewlekariya Mîllî piştrast bike. Baş e, rewşa rêveberan wê çi be? Rewşa 800 kesî wê çi be? Gelo bi vî rengî dibe? Em bibêjin ev bêçek bûn, hatin. Temam. Gelo welê difikirin? Nizanim. Me nava rêxistinê ji xwe vala kir. Em bibêjin me şervan jî anîn. Gelo wê jê û pê ve pêwîstî bi avêtina gaveke din nemîne? Gelo nêzîkatiyeke bi vî rengî heye? Hinek wê bikeve nava fikaran. Em nabêjin illehî bi vî rengî ye. Lê belê bi rastî jî rewşeke welê ye.

Gelo di wir de planeke Enqereyê heye ku raya giştî pê nizane? Yan jî ya hikumet û dewletê? Têkildarî 800 kesî. Bila destpêkê ev bibe, piştre jî em ê vê bikin. Gelo nexşerêyek heye? Yan jî hîn tê axaftin, nîqaşkirin?

Axaftin dibe. Yan jî tê bihîstin. Ya jî tê ber guhê me. Tê gotin, ev ê çekan dînin. Yên bi filan rengî sûc nekirine, yan jî neketine filan kategoriyê, bi rola rêveberiyê ranebûne, wê çekan deynin, yên din jî li filan cihî, li kampan bêne bicihkirin. Em tiştên bi vî rengî dibihîzin. Li Hewlêr, Silêmaniye, li filan cihî dikarin bibin kampan?

Hûn ê tiştekî bi vî rengî qebûl bikin?

Nepêkan e. Li cîhanê her tişt dibe, lê tiştekî bi vî rengî nabe. Em tevgereke welê nîne. Em nikarin bibin tevgereke welê ku îradeya me li kampan bi sînor bikin, bixin bin kontrolê. Em dixwazin pirsgireka Kurd çareser bikin. Em dixwazin biçin Tirkiyeyê û siyaseta demokratîk bikin. Em dixwazin bibin parçreyek ji têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkikyeyê. Em tevgereke bi vî rengî ya demokratîk şoreşger in. Divê kesek nekeve nava nêzîkatiyeke welê ku ji bo me bibêjin wê biçin li filan kampê bimînin. Lê dikarim vê bibêjim, delweta Tirk jî me nas dike. PKKê nas dike, tevgerê nas dike. Ew bi xwe jî baş zanin ku em tiştekî bi vî rengî qebûl nakin.

Di vê mijarê de dixwazim tiştekî bipirsim. Bi mafdarî dibe ku mirov meraq dikin. Di navbera we de têkiliyeke yekser çêbû? Hûn dibêjin ku bi rengekî neyekser yan jî bi rêya navbeynkaran hûn axivîn. Di navber we û dewletê yan jî hikumetê, her wiha bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re têkilî heye. Gelo li ser van nayê axaftin? Ev hevdîtin û têkilî heye, yan niha nîne?

Di navbera me û Rêberetî, Îmraliyê de têkiliyek heye. Qenalek heye ku bi rêya wê nêrîn diçe û tê. Têkiliyeke me ya bi vî rengî heye. Têkiliyeke welê heye. Naxwe wê çawa bibe? Ev pirsgirêk me eleqedar dike. Di mijara pirsgirêkeke ku me eleqedar dike de eger têkiliya me bi dewletê, bi Rêber Apo re qet nebe wê çawa ev pêvajo bimeşe? Gelo dibe? Mirovekî ji rêzê yê bi aqil jî zane ku wekî din nabe. Bêguman qenal jî heye. Dem bi dem hin rayedarên dewletê û hin hevalên me li hin deveran rûdinên, hevdîtinan dikin. Di hin mijaran de gavên pratîkî têne avêtin. Hin aciziyên dewletê di hin mijaran de çêdibin. Ew tê ragihandin. Ew mijar tê nîqaşkirin. Yan jî aciziyên me çêdibin.

Rayedarên dewletê û hevalên me li hev rûdinên û nîqaş dikin. Ev normal e. Ti wateyek nîne ku bê gotin, ev çima dibe. Wê demê wê çareserî çawa çêbibe? Eger di navbera me û Îmraliyê de têkiliyek tine be, ti hevdîtin neyê kirin, nêrînên me ji hev re neyê ragihandin, yanî di navbera me û dewletê de danûstandina nêrînan nebe, li ser hin mijaran eger em ê nikaribin li hev rûnên, hingî ev pirsgirêk wê çawa çareser bibe? Ev pirsgirêkeke mezin, têkoşîneke 50 salî, pirsgirêka şer a 42 salan wê çawa çareser bibe? We jî pirsîn, divê ev hemû ji aliyê raya giştî, ji aliyê gel, ji aliyê her kesî ve tê zanîn.

Raya giştî vê yekê ji xwe re pirsgirêk nabîne. Ya ku divê bibe jî ev e. Di rewşeke bi vî rengî de eger têkilî tine be, ew dibe kêmasî. Lê belê hin derdorên neteweperest li ser vê yekê siyasetê dikin. Ev tiştekî din e. Tenê 800 rêveber li derve tê hiştin. Rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Gelo hûn van muzakere nakin? Di navbera xwe de neaxivin? Yan jî pêvajoya muzakereyê dewam dike, di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewlet û hikumetê de?

Belê, hem li ser rewşa Rêbertî hevdîtin dewam dikin. Di navbera dewlet û Rêbertî de têkilî heye. Di navbera dewletê û me de qenal hene. Di navbera me û Rêbertî de jî qenal hene. Em van nîqaş dikin. Bi taybetî di mijara rewşa Rêbertî de em hesas in. Ji ber ku me di kongreyê de ev biryar dan; Heta ku Rêbertî nekeve dewrê ev pêvajo nameşe. Divê Rêbertî bi xwe bimeşîne. Bêçekbûn bibe jî divê ev yek ji aliyê Rêbertî ve bê meşandin. Bi vî rengî nabe; hadî çekan dînin û bên. Tiştekî welê nabe. Em qala çekdanîneke welê nakin. Em dixwazin vegerin Tirkiyeyê, li wir têkoşîna siyasî demokratîk bimeşînin. Ne ku em ê biçin Tirkiyeyê û dest ji nêrîna xwe, dest ji têkoşîna demokrasiyê berdin.

Armanca me heye. Afirandina Tirkiyeyeke demokratîk. Avakirina sîstemeke civakî ıya demokratîk. Afirandina civakeke demokratîk a ku xwe dispêre komînan armanca me ye. Avakirina sosyalîzma demokratîk armanca me ye. Me dest ji van bernedan. Em dixwazin van bi rêbazên siyasî demokratîk û di nava Tirkiyeya demokratîk de pêk bînin. Naxwe me dest ji armancên xwe, dest ji têkoşîna xwe, dest ji hewldanên xwe yên bi vî rengî bernedane. Nêzîkatiyeke welê heye; weke ku me dest ji têkoşîna çekdarî berdabin me dest ji têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê berdabin, weke ku me dest ji sekna xwe ya îdeolojîk, sekna xwe ya polîtîk, têkoşîna xwe, armanca xwe, utopya xwe bernade tê dîtin. Hinek hene bi vî çavî lê dinihêrin. Tiştekî bi vî rengî nîne. Divê ev yek teqez bê zanîn.

Hin fikar jî hene. Tê îdîakirin ku qadên ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê vala bike komên weke DAÎŞê dixwazin vê valahiyê dagirin. Yanî li ser Şerê Îranê ev îdîa tê kirin. Di vê mijarê de gelo fikarên we hene? Yanî valahiyeke ewlekariyê rû nede?

Belê, heye. Qadên ku em niha lê ne gelekî stratejîk in. Gelekî stratejîk e. Li ser qadên em lê dimînin gelekî şer tê kirin. Yanî PDK û YNK jî dikare pev biçin. Hinekî din jî. We got DAÎŞ, dibe ku ev li qadên em lê dimînin bi cih bibin. Hin hêz dibe ku lê bi cih bibin. Yanî qadên em lê dimînin bi rastî jî gelekî stratejîk in. Ji xwe ji ber ku stratejîk in bi dehan sal in em li vê derê ne, şer dikin. Em li ser piyan dimînin. Li gel ku tevahiya cîhan bi ser me ve tê, li gel ku cîhan piştgiriyê dide dewleta Tirk, li gel ku şerekî mezin ê bi dehan salan li hemberî dewleta Tirk meşand, em li vê cografyayê dimînin.

Ji ber rewşa stratejîk a vê cografyayê em li vê derê dimînin. Lewma em carna vê difikirin, ya em ji vir biçin pevçûneke mezin rû bide. Gelo çûyîna me wê bibe sedema şerekî mezin? Niha nîne. Bi rastî jî nîqaşeke me, nêrîneke me ya bi vî rengî heye. Em bibêjin me hêzên xwe yên çekdar ji vir vekişand. Eger bi rastî jî polîtîkayeke bi baldarî nebe, eger em nikaribin bşa plan bikin, baş bi rê ve bibin, dibe ku encamên gelekî neyînî rû bide. Divê em li vê jî bifikirin, nîqaş bikin.

Gelek otorîte qebûl dike. Hûn hîmekî girîng ê mîmariya ewlekariya herêmî ne. Hem çiyayên Kurdistanê, yanî gerîla, hem Ewropa, her wiha Mexmûr, Şengal jî di nava heman çarçoveyê de tê axaftin û nirxandin. Têkildarî Ewropayê eger li ser vegerê lihevkirinek bibe, gavên pratîkî bêne avêtin, Ewropa, Mexmûr û deverên weke wan di rojeva we de ye? Yan jî ev ê piştre bibe?

Ev niha tê nîqaşkirin, li Îmraliyê dem bi dem li ser van ijaran axaftin tê kirin. Belê, Mexmûr jî pirsgirêkeke cidî ye. Ji ber vî şerî xaka xwe terikandin û hatin. Gundên wan ên weke bihuştê hene. Bi rastî jî cihê ku lê dimînin, çola ku lê dimînin jî kirine weke bihuştê, lê cihê wan ê esasî bihuşt e. Lê belê rewş niha çi ye? Gelek gund niha ji aliyê cerdevanan ve hatine dagirkirin. Dest danîne ser. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Wekî din, van hemûyan bi Kurdî perwerde dîtine. Hemû bi Kurdî dixwînin, bi Kurdî difikirin. Perwerdeya bi zimanê dayikê bi vî rengî kirin. Ev pirsgirêk wê çawa bê çareserkirin?

Ev mijar hemû divê bêne nîqaşkirin û çareserkirin. Bêguman Mexmûrî, eger wê çareseriyeke demokratîk bibe, cihê ku biçin wê derê azad bin, zextê nebînin, karibin bi nasname û çanda xwe bijîn, bêguman wê bixwazin biçin wan gundên xwe yên weke bihuştê. Mafê wan e û ya rast jî ew e. Eger pêvajo bi pêş ve biçe, demokratîkbûn pêk were, zexta li ser ziman, nasname û çanda Kurdan ji holê rabe, Tirkiyeyeke welê ava bibe ku zext lê nîne, bêguman çûyîna Mexmûriyan jî dikare bibe. Bêguman yekser nabe. Pêşketinek bibe hingî dikare bê nîqaşkirin.

Wê demê pêvajo wê ji gerîla destpê bike?

Weke ku wê welê destpê bike. Ji ber ku pirsgirêk bi esasî di wê çarçoveyê de tê nîqaşkirin wê ji wir destpê bike.

Ji ber ku em çûn Mexmûrê, Mexmûriyan gotin, belê nêrîna me heye. Ji bo vegerê şertên me hene. Beriya her tiştî divê sedem ji holê bêne rakirin, lê belê em şertên xwe nînin ziman. Ji ber ku bi navê me Rêberê me muzakereyê dike. Dem aku Rêberê me got werin, em ê biçin. Ev yek bi rengekî eşkere gotin.

Rast e. Gerîla jî dibêje dema ku Rêbertî bang kir wê biçe. Wê biçin li wir xwe bi rêxistin bikin. Siyaseta demokratîk bikin. Bêguman Mexmûr jî encameke vî şerî ye. Madem encama vî şerî ye, wê demê divê ew sedem ji holê rabin. Divê atmosfera berê biguhere. Naxwe wê çima biçe.

Baş e ji bo Ewropayê hûn dikarin bi kurtasî tiştekî bibêjin? Li Ewropayê rewş çi ye?

Li Ewrropayê jî gelek tişt hene. Gelek mirov ji ber van zextan derketin derve. Şaredar hene, siyasetmedar hene. Ji ber ku siyaseta bi navê Kurdîtiyê weke sûc hate dîtin. Lewma Kurd çûn Ewropayê, siyasetmedar çûn Ewropayê. Bêguman ev dixwazin vegerin. Belê, dibe ku her kes venegere. Lê belê beşeke girîng dixwaze ji Ewropayê vegere Tirkiyeyê. Bi taybetî yên weke karker neçûne, weke siyasî çûne, weke penaber çûne, beşeke girîng wê vegere. Belê, eger têkoşîna siyasî demokratîk wê bê meşandin, divê ew çi bikin? Divê bên û tevkariyê bikin. Bi tecrûbeyên xwe, bi danheviyên xwe tevlî nava têkoşîna siyasî bibin. Beşdarî nava rêxistinbûnê bibin.

Bi danheviya xwe tevkariyê li avakirina civaka demokratîk û demokratîkbûna li Kurdistanê bikin. Belê, eger pêvajo di astekê de bi pêş ve biçe. Hin xitimîn heye, kategorîrkirin, dervehiştina rêveberan; yanî hin mijar hinekî din zelal bibe, bigihêje asta ku dikare bi cih bê anîn dikare pêk were. Belê qanîn derket, lê belê pratîkbûna vê qanûnê girîng e. Rê û rêbazên pratîkbûnê girîng e. Nikare bê gotin, vaye qanûn derket û hadî. Ev pirsgirêkeke mezin e. Ya li Eworpayê pirsgirêkeke mezin e. Ev der pirsgirêk e.

Berfirehiya nûçeyê tê…

Etîket: Endamê Konseya Rêveber a KCKêMustafa KarasuPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanRojnameger Erdal Er
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Sebahat Tuncel: Bi destxistina maf û azadî girêdayî têkoşîna rêxistinî ye

Sebahat Tuncel: Bi destxistina maf û azadî girêdayî têkoşîna rêxistinî ye

31 TEBAX 2026
Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

31 TEBAX 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi awayekî awarte dicive

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

27 TEBAX 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêwîst e rêya ku Rêber Ocalan vekiriye bibe rêya me hemûyan

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêwîst e rêya ku Rêber Ocalan vekiriye bibe rêya me hemûyan

23 TEBAX 2026
Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

18 TEBAX 2026
Devlet Bahçelî: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin

Devlet Bahçelî: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meş û çalakiyên 1ê Îlonê: Daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên têkoşîna azadiyê li Stenbolê hatin bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Wezereta Perwerdeyê ya Sûriyeyê têkildarî zimanê Kurdî biryarnameyek derxist

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 1ê ÎLONA 2026

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ev ne şîn bû, peyama serkeftinê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana jiyana xwe ji dest da

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne