Cenazeyê Mehmet Mazlum Ateş (Adil Amed) ê HPGî ku ji sala 2017an ve gava li Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Bêkesan a Wanê hatibû veşartin, piştî lihevanîna DNAyê ji goristanê hat derxistin û ji aliyê malbatê ve bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ birin Amedê.
Cenazeyê Mehmet Mazlum Ateş (Adil Amed) ê HPGî ku li Goristana Bêkesan a Wanê hatibû veşartin, piştî encama testên DNAyê ji aliyê malbata wî ve hat wergirtin. Mazlûm Ateş di 13yê çileya 2017an de li Bedlîsê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî di heman salê de anîbûn Wanê û li Goristana Bêkesan veşartibûn.
Malbata ku di heman salê de agahiya wî bihîstibû, çûbû Bedlîsê. Li Dadgeha Bedlîsê wêne nîşanî malbatê hatibûn nîşandan û malbatê kurê xwe nas kiribû lê belê bi hinceta ‘DNAya we li hev nehatiye’ cenaze nedabûn malbatê. Malbatê beriya 6 mehan careke din testa DNAyê da û beriya 5 rojan fêr bû ku encam li hev hatiye û cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Wanê hatiye veşartin.
Malbata ku li Amedê dijî, îro bi rê ket û hat Wanê. Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) û bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî çû ser gora hejmar 1264 ku cenazeyê Mazlûm Ateş tê de bû. Cenazeyê Mazlûm Ateş ji gorê hat derxistin û li ser milan bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ birin wesayîta veguhastina cenazeyan.
Dayika Ateş, Rinde Ateş ku cenazeyê kurê xwe li goristanê teslim girt, da zanîn ku ew şehîdê hemû Kurdan e û sersaxî ji gelê Kurdistanê re xwest.
Malbat û girse ji bo veşartina cenaze ber bi Amedê ve bi rê ketin. Tê payîn ku cenaze di nava rojê de li Amedê bê veşartin.












