Rêveberê KURDÎGEHê Mehdî Gerçeklî bal kişand ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û da zanîn ku divê dewlet mafên bingehîn ên Kurdan nas bike û zirarên rabirdûyê bêne telafîkirin. Her wiha destnîşan kir ku daxwaza wan a herî bingehîn bi awayekî fermî naskirina zimanê Kurdî ye.
Rêberê Gelê Kurd Abddullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û pêvajoyek da destpêkirin. Ev pêvajo nêzî 2 sal in rojeva sereke ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye. Di meha tebaxê de qanûna çarçoveyî ku ji 12 xalan pêk tê, di meclîsê de hat erêkirin û di Rojnameya Fermî de hat ragihandin. Piştî vê geşedanê di nava civakê de qanûnên ku dê ji niha şûn ve bên derxistin, tên nîqaşkirin. Di rojeva sereke ya gel de mafê çand û zimanê Kurdî heye.
Rêveberê KURDÎGEHê yê Wanê Mehdî Gerçeklî derbarê qanûna çarçoveyî û pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de ji bo ajansa me axivî.
‘Tevî kêmasiyan jî erênî ye’
Mehdî Gerçeklî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku tevî hemû nebesî û kêmasiyan jî ew vê pêvajoyê erênî dibînin.
Mehdî Gerçeklî diyar kir ku hemû şerên cîhanê di dawiyê de bi aştiyê bi dawî bûne û anî ziman ku pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn pirsgirêkeke kûr e, alozî û qeyranên herêmê jî ji ber çaresernebûna vê pirsgirêkê ne û wiha got: “Li herêmê tenê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd aştî pêkan e û pêngava Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan avêtiye pêngaveke wêrek, zanistî û ji bo çareseriyek demdirêj girîng e. Avakirina aşitiyê ji şer zehmettir e û hişmendî û pisporiyê dixwaze. Dema paşveçûnê nîne, êdî dema pêşvebirina ziman, çand, dîrok û perwerdehiyê ye.”
‘Divê dewlet mafên Kurdan nas bike’

Di axaftina xwe de Mehdî Gerçeklî destnîşan kir ku di navbera gelê Kurd û Tirk de entegrasyoneke rast û adil hewce ye û divê ev pêvajo wekî amûreke helandin neyê bikaranîn.
Mehdî Gerçeklî anî ziman ku formula jiyana hevpar di wekhevî û naskirina hevdu re derbas dibe û wiha pê de çû: “Tunekirin ne çareserî ye û ger wisa bibe dê rewşa pevçûn û şer kûrtir bibe. Ji bo avakirina civakeke demokratîk divê gavên wêrek bêne avêtin û mafên bingehîn û xwezayî yên gelê Kurd nabe ku bibin mijara muzakereyê. Divê dewlet van mafan nas bike û zirarên rabirdûyê bêne telafîkirin. Divê ziman û nasnameya Kurdî bi guherîna destûrî bê parastin û astengiyên li ser ziman bêne rakirin. Têgehên wekî ‘Kurd tune ne’, ‘Kurd terorîst in’ an jî ‘zimanê Kurdî tune ye’ yên ku di sedan salên dawî de hatine sepandin, êdî nikarin bêne domandin û gelê Kurd ji Şêx Seîd heta Seyîd Riza, ji Elî Şêr heta Qazî Mihemed û ji Agirî heta Dêrsim û Zîlanê hay ji dîrok û têkoşîna xwe heye.”
‘Bila li herêmên Kurdan perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn’
Mehdî Gerçeklî anî ziman ku divê pirsgirêkên ku bi hezaran salan in hene, bi formuleke aştiyane, domdar û wekhev bêne çareserkirin û destnîşan kir ku daxwaza wan a herî bingehîn bi awayekî fermî naskirina zimanê Kurdî ye û li herêmên ku nifûsa Kurdan lê zêde ye, divê ji zarokan re perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn.













