Mamosteyê zimanê Kurdî yê BOTAN-DERa Sêrtê Saît Toprak diyar ki wan di nava sê salan de li saziya xwe ya ziman bi sedan şagirt perwerde û mezûn kirine û destnîşan kir ku divê her kes malên xwe bikin cihê perwerdehiya bi zimanê Kurdî.
Saziya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Botanê (BOTAN-DER) ya li Sêrtê di 31ê Cotmeha 2022yan de hate vekirin û ji wê rojê ve bi sedan şagirtan perwerdehiyên çand û ziman wergirtin û mezûn bûn. Li BOTAN-DERê di asta yekemîn, duyemîn, sêyemîn û heta asta mamostetiyê dersên zimanê Kurdî tên dayîn. Ji xeynî dersên Kurdî li vir dersên tembûr, erbane, gîtar, keman û dersên koroya zarokan û yên şanoyê jî tên dayîn. Niha jî ji ber ku betlaneya havînê ye li wir nêzîkî 25 şagirtin temenê wan ji 7-8 salî heta 10-12 salî dersên çandî û hunerî dibînin. Mamosteyê Zimanê Kurdî Saît Toprak derbarê kar û xebatên xwe yên BOTAN-DERê de ji ajansa me re axivî.
Saît Toprat anî ziman ku wan li saziya ziman a BOTAN-DERê bi sedan şagirt perwerde kirine û wiha got: “Niha jî ji bo serdema havînê me pola zarokan vekiriye û em li vir dersên zarokan didin. Hejmara zarokên ku tên li vir perwerde dibin 25 in. Beriya hefteyekî me li vir dest bi atolyeya ziman jî kir. Weke sazî divê em civaka xwe fêrî zimanê wan bikin. Ji bo vê yekê jî divê em zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin. Em bang li gelê me yê Sêrtê dikin ku li vê komeleyê bibin xwedî û bên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin. Bila kes xwe di aliyê ziman de biçûk nebîne. Ji bo ku di aliyê nivîskî de em bikaribin bixwînin divê em bên li vir xwe fêrî zimanê Kurdî bikin. 103 sal in zimanê Kurdî bi awayekî fermî hatiye qedexekirin. Ji avakirina Komarê heta niha zimanê Kurdî ji bo ku ji holê bê rakirin dewlet her tiştî dike. Lê gelê Kurd jî li dijî vê yekê bi salan e li ber xwe didin. Lê bi saya têkoşîna Kurdan û berxwedêriya wan dewlet di asîmîlasyonê de bi ser nakeve.”
‘Têkoşîna herî bingehîn ziman e’
Saît Toprak bal kişand ser kar û xebatên xwe yên ku li komeleyê dikin û wiha qal kir: “Saziya me hem ya çandê ye, hem jî ya ziman e. Em li vir bi beşên cuda cuda dersen çandî didin. Dersên me yên weke; tembûr, piyano, erbane, gîtar, keman û heta xêzkirina wêneyan hene. Her çiqas em alternatîfan zêde dikin ew qas bala zarokan dikşîne. Ew ji bo me gelek baş e û zarok tên li vir dersên xwe yên hunerî dibînin. Bi salan bû ku li Îrlandaya Bakûr, di bin dagirkeriya Îngilîzan de dima. Wan jî digot; em ê pêşî têkoşîna serxwebûna xwe bikin, paşê em ê bi zimanê xwe biaxivin. Wan jî weke du sed salan li ber xwe dan, heta astekê hatin û serxwebûna xwe bidestxistin. Lê piştre dîtin ku zimanê wan çûye. Niha jî mixabin zimanê Îngilîzî bûye zimanê wan ê fermî. Ji ber vê yekê têkoşîna herî bingehîn ziman e.”
‘Armanca me hişmendiyeke kurdewar e’
Saît Toprak bi lêv kir ku ew bi xemgînî vê yekê tîne ziman ku di salên dawî de bişaftina li ser zimanê Kurdî her roja ku diçe mezin tir dibe û wiha pêde çû: “Ew bi zorê nikaribûn bibin serî, lê me bi vê bişaftinê re xwe bi xwe zarokên xwe ji zimanê wan dûr xist. Çiqas diçe axaftina bi zimanê Kurdî kêm dibe. Her çiqas hişmendiyeke bi Kurdewarî hebe jî lê mixabin axaftin tune ye. Ji ber vê yekê me jî pêwistî bi vekirina saziyeke wisa dît, me dest bi dersên Kurdî kir. Armanca me ew e ku em wê hişmendiya Kurdewar di nava civaka xwe de bidin jiyîn û mezin tir bikin. Mesele di salên 90î de sê hezar gund li Kurdistanê hatin şewitandin û valakirin. Gelê Kurd mecbûr ma koçberî metropolên Tirkiyeyê bike. Bandora vê yekê li ser zimanê Kurdî gelek e. Ziman di sê xalan de tê jibîrkirin. Yek di koçberiyê de ye, ya dinê jî piştî wî bav û bapîr bi Kurdî dizane ew zarok zêde bala wan zimanê wan nakêşe û nifşa dinê jî Kurdî fêm dike nizane biaxive. Ev rewş gelek zehmet e û gelek xetereyan bi xwe re tîne.”
‘Dema ku em bi Kurdî biaxivin kî dikare li me qedexe bike’
Saît Toprak di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser demên berê ku zimanê Kurdî zêdetir dihate axaftin û ev yek anî ziman: “Ji bo ku Kurd ji çand, huner, nasname, ziman û ji çi kevneşoniyên xwe dûr bikevin çi ji dest pergalê hatiye kiriye û hê jî dike. Lê niha dema ku mirov li mala xwe, li saziya xwe û li partiyên siyasî yên ku em bi rê ve dibin bi Kurd biaxivin kî dikare ziman li me qedexe bike. Dema ku em wê îradeyê nîşan bidin kes nikare zimanê me li me qedexe bike. Divê em malên xwe bikin qadên ziman. Di vir de siyasetmedarên me neynina civakê ne, em li vir çiqas jî biqîrin û bêjin; zimanê Kurdî dibe ku bandora me zêde nebe, lê ya siyasetmedaran gelek e.”












