• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
18 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

    Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

    Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

    Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 18ê ÎLOANA 2026an

    Tayip Temel bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Oruç da

    Tayîp Temel: Ev ne rojnamegerî ye, tetikkêşî ye

    Cemîl Bayik: Rêber Apo heta ku nêrînên me negire, tu pêngavan navêje

    Cemîl Bayik: Rêber Apo heta ku nêrînên me negire, tu pêngavan navêje

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Firat Tûnç / AW

18 ÎLON 2026 - 08:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Riha – Welatiyên Rihayê û Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di destpêka sala nû ya perwerdehiyê de diyar kirin ku divê dewlet berpisyariya xwe bîne cih, asîmîlasyonê bide rawestandin û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê nas bike.

Serdema perwerdehî û hîndekariyê ya 2025-2026an di14 Îlonê de li seranserê bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest pê kir. Lê dîsa wekî her car bi milyonan zarokên Kurdan dê bi neçarî bi zimanê Tirkî perwerde bibin. Tevî ku ewqas daxwaz ji bo perwerdehiya bi Kurdî tê kirin jî dîsa dewleta Tirk pêşî li ber perwerdehiya bi zimanê Kurdî û zimanên gelên din digire û zimanê Tirkî li gelan ferz dike. Welatiyên Rihayê û parlamenterê Rihayê Omer Ocalan derbarê mijara ziman de axivîn.

‘Divê ev zimanê qedîm weke fermî bê nasîn’

Mehmût Bînîcî destnîşan kir ku dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe û wiha axivî: “Em dixwazin bi zimanê dayika xwe di dibistana û cihên fermî de hest û ramanê xwe derxin holê û perwerdehiyê bibînin. Em tiştekî cuda naxwazin, armanca me ew e ku em li ser zimanê xwe jiyan bikin. Heke ev tişt hebe vê demê zarokê me jî bi çanda mezin bibin. Eger çand tunebe mirovatî jî namîne. Em jî niha li ser vê daxwazê hatine cem hev. Divê em pêşiyê di mala xwe de, derdora xwe de zimanê xwe biaxivin. Di vê pêvajoya aramî de jî divê dewlet vî mafê xwezayî berbiçav bigre. Em dixwazin vê axa pîroz de, zimanekî ewqas pîroz û kevn di fermiyetê de jî bê naskirin.”

Mehmût Bînîcî

‘Em bêzimanê xwe nikarin bijîn’

Nesîbe Kuçukkiliç jî diyar kir ku zimanê wan jiyan û hebûna wan e û ev yek anî ziman: “Heke zimanê me nebe em nikarin jiyan bikin. Divê em li her qadê bi zarokên xwe re zimanê dayikê biaxivin. Em Kurd in û divê em Kurdîtiya xwe berdewam bikin. Divê ji vir û şûn ve hemû kes xwedî li vî zimanî derbikeve.”

Nesîbe Kuçukkiliç

‘Em neaxivin dê zimanê me winda bibe’

Hevseroka DBPê ya Sêwregê Mizgîn Kuçukkiliç jî bi lêv kir ku em ji bo xwedîderketina zimanê xwe hatine li vir û got: “Heke em zarokên xwe re bi zimanê dayikê neaxivin, zimanê me jî asîmîle bibe. Em dixwazin statuya zimanê me bê naskirin û zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Em dixwazin Zimanê Kurdî li dibistanan de bê dayîn.”

Mizgîn Kuçukkiliç

‘Xala herî girîng a vê têkoşînê ziman e’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî destnîşan kir ku ji bo Gelê Kurd Zimanê Kurdî mijareke gelek gîrîng e û ev nirxandin kir: “Bi salan e têkoşîna me dewam dike. Xala herî girîng a vê têkoşînê jî zimanê Kurdî ye. Dema netewek zimanê xwe winda bike, gelek tiştê xwe jî winda dike. Ji bo vê jî divê miletê me li her qada jiyanê li zimanê xwe xwedî derbikeve. Vê pêvajoyê de divê dewlet jî li hember Kurdan peywira xwe bîne cîh. Çawa ku Kurd hem welatiyê vî welatiye û gelek peywirê xwe tîne cih, divê dewlet perpirsiyariya xwe bimeşîne. Em dixwazin Zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî. Ev daxwaz daxwazên xwezayîne. Di sedsala 21emîn de hebûn û tunebûna zimanekî were nîqaşkirin ev jî cihê şermê ye. Bi hezaran zarokên vî welatî dest bi dibistanê kirin lê ji aliyekî ve jî destpêkirina bişaftinê jî çêdibe. Em ne li hemberî perwerdehiya zimanê Tirkî ne lê em wek Kurd dixwazin bi zimanê me perwerde were dayîn. Ev tiştekî bingehîn û xwezayi ye. Gelê Kurd bi sedsalan e li ser vê erdnîgariyê dijî, ji vir û şûn ve jî divê zarokên me bi nasname û xwebûna xwe li ser vê erdnîgariyê bijîn. Ji ber vê yekê jî li her qadê divê gelê Kurd baldar be û têkoşîna zimanê Kurdî xwe bike û em nehêlin ku kes êdî bêje Kurd zimanê xwe naxwazin û neaxivin. Zimanê me zimanekî dewlemend, şaristanî û kevneşopiya vê kûr e, divê gelê me bi zimanê xwe bixwîne, binivîse. Em bi zimanê xwe serbilind in.”

Omer Ocalan
Etîket: Omer OcalanperwerdehîPerwerdehiya bi KurdîzimanZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

18 ÎLON 2026
Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

17 ÎLON 2026
‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

17 ÎLON 2026
Li Qamişloyê ji bo zimanê Kurdî li ber avahiya NYê kon danîn

Li Qamişloyê ji bo zimanê Kurdî li ber avahiya NYê kon danîn

16 ÎLON 2026
‘Heke pirzimanî neyê qebûlkirin demokrasî pêş nakeve’

‘Heke pirzimanî neyê qebûlkirin demokrasî pêş nakeve’

16 ÎLON 2026
Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Jîna Emînî: Em ê bibin serhildana Jînayê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne