Qamişlo- Mamosteyê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî yê Zanîngeha Rojava Beşîrê Mele Newaf, bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û diyar kir ku tecrûbeya 13 salan a li Rojava destkeftiyeke dîrokî ye û destnîşan kir ku ferzkirina sîstemên navendî û sînordarkirina ziman bi 3 saetan tê wateya çewisandinê û wiha got: “Divê zimanê Kurdî di destûra Sûriyeya nû de wekî zimanê fermî bê qebûlkirin.”
Mamosteyê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî yê Zanîngeha Rojava Beşîrê Mele Newaf, derbarê rewşa zimanê kurdî, pêvajoya perwerdeya bi zimanê dayikê ya li Rojavayê Kurdistanê û nîqaşên entegrasyonê yên bi zanîngeha Rojava ji Ajansa Welat re axivî.
‘Ji bo ku xwendin temam bibe zanîngeh pêwîstî bû’
Beşîrê Mele Newaf bi bîr xist ku pêngava perwerdeya bi zimanê dayikê bi Şoreşa 19ê Tîrmehê re dest pê kiriye û wiha axivî: “Yek ji destkeftiyên herî mezin ên Şoreşa Rojava ew bû ku perwerdeya bi zimanê dayikê derbasî dibistanên fermî bû. Di van 12-13 salên dawî de cara yekem di dîroka Rojavayê Kurdistanê de derfeteke wiha çêbû. Ji bo ku xwendekarên ji qonaxa seretayî heta amadeyî dixwînin xwendina xwe temam bikin û derbasî xwendina bilind bibin, avakirina zanîngehê biryareke gelekî di cih de bû. Heger Rêveberiya Xweser ava nebûya, dê bi sedhezaran zarokên hemû pêkhateyan bê xwendin bimana.”
Beşîrê Mele Newaf da zanîn ku di Zanîngeha Rojava de nêzî 34 beş hene û got: “Tiştê ku em herî zêde jê mehrûm bûn; Ziman û Wêjeya Kurdî, Dîroka Kurdî, Erdnîgariya Kurdistanê û Jîneolojî bû. Ev 10 sal in ez li Zanîngeha Rojava di Beşa Wêjeya Kurdî de dersên Dîroka Şanoyê, Pexşan (çîrok, efsane û destanên kurdî) û Dîroka Ragihandina Kurdî didim. Ragihandina Kurdî ji rojnameya Kurdistanê ya li Qahîreyê bigire heta salên 90î li Bakurê Kurdistanê, di parastina ziman û dîrokê de roleke sereke lîstiye.”

‘Zimanê ku pê hilberîn neyê kirin ber bi tunebûnê ve diçe’
Beşîrê Mele Newaf destnîşan kir ku zimanê Kurdî xwedî dîrokeke 10 hezar salî ye û pêşketina ziman rasterast bi statûya siyasî ve girêdayî ye û wiha axivî: “Piştî avakirina dewlet-netewan li herêmê, ji ber ku kurd bê statû man, zimanê kurdî rastî polîtîkayên pişaftinê hat. Li derveyî Başûrê Kurdistanê, li Bakur û Rojava ziman tenê di nava mal û kolanan de asê mabû. Zimanekî ku nebe zimanê perwerde, aborî û hilberînê, ber bi çilmisîn û tunebûnê ve diçe. Beriya sala 2010an li her bajarekî hejmara kesên bi kurdî dixwendin û dinivîsandin li ser tiliyên destan bû. Îro bi sedhezaran xwendekarên me hene û zanîngehê 5 dewreyên derçûyan dane. Lê tenê xwendin û nivîsandin têrê nake; divê di warê zanist û lêkolînan de hilberîn bê kirin da ku ziman zindî bimîne.”
‘Pirzimanî ne gef e, dewlemendî ye’
Beşîrê Mele Newaf bal kişand ser zîhniyeta yekperest a li herêmê û wiha pê de çû: “Zîhniyeta serdest a li Tirkiye, Îran û welatên erebî rê nade pirzimaniyê. Halbûkî pirzimanî dewlemendî û samaneke mezin e. Pirzimanî pirçandî ye, pirçandî pirhizrî ye û pirhizrî jî afirîneriyê bi xwe re tîne. Lê belê fobiya wan a li hemberî kurdan dibe asteng li pêşiya pêşketina civakî û siyasî. Heger zimanê kurdî di destûra welat de neyê misogerkirin, dê nikaribe xwe bigihîne asta zimanên cîhanê.”
‘Pêdiviya me bi yekîtiya têrmên zanistî û ferhengan heye’
Beşîrê Mele Newaf derbarê astengiyên akademîk û têkiliyên bi zanîngehên din re jî ev nirxandin kir: “Di warê wêjeyê de pirsgirêkên me nînin, lê di warê zanistî de pêdiviya me bi standardkirina têrman heye. Her wiha ji bo zaravayê kurmancî (bi taybetî devoka behdînî) pêdivî bi ferhengeke giştî û ferhengên taybet ên zanistî heye. Divê xebatên wergerê bên zêdekirin. Mixabin di navbera zanîngehên Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ji ber bandora siyaset û partîtiyê têkiliyên akademîk negihîştine asta pêwîst. Heger danûstandineke xurt hebûya, dê her du aliyan jî sûd jê bigirta. Her wiha divê em ji teknolojiyê û hişê çêkirî (zîrekiya çêkirî) bi zanebûn sûdê werbigirin, ji ber ku teknolojî sînorên ku siyasetên şovenîst danîne nas nake.”
‘Sînordarkirina ziman bi 3 saetan zîhniyeta berê ye’
Beşîrê Mele Newaf nîqaşên entegrasyonê yên bi hikûmeta demkî ya Şamê re û pêşniyara perwerdeya 3 saetan a Kurdî nirxand û got: “Ev destkeftî bi bedelên giran û xwîna bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin. Berê ji ber pelikeke Kurdî mirov 6 mehan dihat girtin. Pêşniyara ku dibêje ‘bila Kurdî tenê hefteyê 3 saetan bê dayîn’, berdewama heman zîhniyeta şovenîst a berê ye. Kurdan xizmeteke mezin ji zimanê Erebî, Farisî û Tirkî re kiriye; divê ew alîkariya pêşketina Kurdî bikin, ne ku sînoran deynin ber. Sînordarkirina ziman bi 3 saetan şêwazekî din ê çewisandinê ye.”
‘Em ferzkirina sîstema Şamê û girêdana zanîngehê qebûl nakin’
Beşîrê Mele Newaf derbarê hevdîtinên li ser siberoja Zanîngeha Rojava de jî diyar kir ku ev çend meh in li ser pakêta perwerdeyê guftûgo tên kirin û ev yek anî ziman: “Em dixwazin sîstema rûniştî ya Zanîngeha Rojava ya 10 salan bê parastin. Ne rast e ku Zanîngeha Rojava bi Zanîngeha Şamê ya 75 salî re bê berawirdkirin. Heger sîstema navendî ya Şamê li ser me bê ferzkirin, ev tê wateya fetisandina zanîngeha me. Ew dixwazin tenê Beşa Wêjeya Kurdî serbest be û beşên wekî Dîrok, Erdnîgarî û Jîneolojî bibin dersên bijarte. Ev helwesteke siyasî ye, ne akademîk e. Her wiha dixwazin Zanîngeha Rojava bispêrin Zanîngeha Feratê ya Dêrazorê û ji navê ‘Rojava’ aciz dibin. Me got nav ne pirsgirêk e, em dikarin navekî Kurdî û Erebî bi hev ve girê bidin, lê heta niha em negihîştine tu rêkeftinê û mamoste û xwendekar vê helwestê qebûl nakin.”

‘Ziman nasname û rûmeta mirov e’
Beşîrê Mele Newaf di dawiya axaftina xwe de banga xwedîderketina li ziman kir û wiha got: “Ziman ne tenê amûra axaftinê ye; ziman nasname, kesayet, dîrok û rûmeta mirov e. Heger ziman winda bibe, dîrok û xewnên me jî winda dibin. Divê em têkoşîna hiqûqî û demokratîk derxînin qada navneteweyî, bigihînin Neteweyên Yekbûyî Kurd xwedî û şirîkên vî welatî ne. Li gorî ola Îslamê û Qurana Pîroz jî cihêrengiya zimanan yek ji ayetên Xwedê ye û nîqaş li ser nayê kirin. Divê em hemû derfetên xwe yên demokratîk û dîplomatîk bi kar bînin da ku zimanê Kurdî di destûra Sûriyeya nû de cih bigire û em li vê destkeftiya mezin a Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin.”












