• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
18 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Derheqê berpirsîyarê JÎTEMê Qoserî Atîlla Ugur û 3 kesan de qerarê destbendkerdene

    Hasan Atîlla Ugur hate binçavkirin

    ‘Serê min bi rêya kurê min bilind e’

    ‘Serê min bi rêya kurê min bilind e’

    Li Geverê ciwanek 17 salî bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest da

    Li Geverê ciwanek 17 salî bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest da

    ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

    Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

    Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

    Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Derheqê berpirsîyarê JÎTEMê Qoserî Atîlla Ugur û 3 kesan de qerarê destbendkerdene

    Hasan Atîlla Ugur hate binçavkirin

    ‘Serê min bi rêya kurê min bilind e’

    ‘Serê min bi rêya kurê min bilind e’

    Li Geverê ciwanek 17 salî bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest da

    Li Geverê ciwanek 17 salî bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest da

    ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

    Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

    Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

    Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

Mahmût Altintaş / AW

18 ÎLON 2026 - 10:04
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku bi derengîxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike û wiha got: “Birêz Ocalan dibêje divê gav zû bên avetin. Di hevdîtina dawî de jî diyar e ku sistbûna pêvajoyê bala birêz Ocalan jî kişandiyê û dibêje divê ev yek bê derbas kirin û bi lez gav bên avêtin.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk piştî qanûna çarçoveyî li Meclisê hat erêkirin li benda pêkanîna qanûnê ye. Qanûn dê piştî rapora piştrastkirinê û tespîtê ya Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) bikevê meriyetê. Derbarê pêkanîna qanûna çarçoveyî de Desteya Şopandin û Tespîtê hat avakirin. Desteya Şopandinê û Tespîtê ku bi serokatiya Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz ve hate avakirin, Wezareta Dadê, Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Karên Dervê, Wezareta Parastinê, Sekreterê Giştî yê Serokkomar, Sekreterê Giştî yê MGKê û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin jî di vê desteyê de cih digirin.

Desteyê civîna xwe ya yekem di 24ê Tebaxê de li dar xist û di civînê de 4 desteyên jêr; Desteya Kordînasyona Karên Edlî û Hiqûqî, Desteya Çevderî û Tespîtê, Desteya Yekbûyîn û Ahengbûna Civakî û Desteya Kordînasyona Bêçekkirin û Stratejiyê hatin avakirin.

Ji aliyê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ve jî hat ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dê di Desteya Jêr a Kordînasyona Bêçekkirin û Stratejiyê de cih bigire. Piştî civîna yekem a desteyê tu xebatek ji aliyê desteyê û desteyên jêr ve nehatiye kirin. Li ser kar û xebatên desteyan ku dê bikin, rol û statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku weke muzakerevanê serekê dê di desteyê de cih bigirê nîqaş berdewam dikin. Piştî Meclisa Tirkiyeyê di 1ê Cotmehê de vebibe tê payîn bi beşdariya endamên partiyên siyasî yên di parlamentoyê de ne jî Desteya Çavderiyê bê avakirin. Her wiha bi Serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê civîna MGKê jî dê di meha Cotmehê de pêk were. Piştî civîna MGKê û vebûna Meclisê çav li rê ye ku di pêvajoyê de jî geşedanên nû pêk werin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, derbarê xebatên DEM Partiyê yên serdema nû, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, hevdîtina dawî ya Heyeta Îmraliyê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nîqaşên dawî yên li ser pêvajoyê pirsên Ajansa Welat (AW) bersivand.

* DEM Partiyê 5emîn kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de serdema nû weke avakirina Komara Demokratîk hat destnîşankirin û kongre jî weke destpêka avakirinê hat pênasekirin. Di serdema nû de li gorî vê yekê hûn ê çi xebatan bidin pêş xwe û çi guherîn û veguherîn dê bibin?

Di kongreyê de jî me got; em ê weke DEM Partî ji bo siyaseta demokratîk bernameya Komara Demokratîk bêtir xurt bikin, bi modeleke tevger û rêxistinkirinê bidin pêş xwe. Avabûna komarê li vê erdnîgariyê dîrokî ye. Lê ji bo demokratîkbûyînê kêmasiyên mezin ên komarê ku heta roja me ya îro hatiye hene. Komar ji bo hemû netew û baweriyan hiqûqa wekhev dide pêş xwe. Lê di sedsala komarê de netew û baweriyên cuda tune hatin hesibandin. Komkujiyên pir mezin li dijî netew û baweriyên cuda pêk hatin. Her wiha her tim darbe pêk hatin. Di roja me ya îro de jî hê jî mafê netew û baweriyên cuda pêk nehatine. Hê jî sepanên li dijî demokrasiyê weke qeyûman berdewam dike. Ji bo avakirina komara demokratîk em jî di pêvajoyeke ji nû ve avakirinê de ne. Helbet bernameya Komara Demokratîk ji bo me ne nû ye. Di partiyên me yên berê de jî weke di HDPê de jî ew bername hebû û em jî Komara Demokratîk heta dawiyê diparêzin.

Komara Demokratîk tê wateya Rêveberiyên Xwecihî xwe bi xwe bi rê ve bibin û ne giredayî navendê bin. Ji bo wê jî divê peywîr û demokratîkbûyîna rêveberiyên herêmî bê xurtkirin û sepanên qeyiman bi dawî bibin. Her wiha divê qanûndanîn, dadgeh û rêveberî ji hev bên cudakirin û xweseriya dadgehan hebe. Îro li Tirkiyeyê li dijî muxalîfan bi destê dadgehê zext tên kirin. Her wiha Komara Demokratîk mafê xweza û mirovan diparêze. Îro hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê xweza tê tunekirin. Her wiha Komara Demokratîk azadiya jinan esas digire. Îro li Tirkiyeyê mafên jinan tune tê hesibandin û destkeftiyên jinan jî ji dest digirin. Helbet di Komara Demokratîk de pirsgirêka Kurd bi temamî çareser dibe. Çareseriya pirsgirêka Kurd ne tenê bi dawîbûna şer û pêvçûnan e. Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û pêkanîna mafan e. Hemû netew û bawerî di Komara Demokratîk de dikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û baweriya xwe pêk bînin. Em jî di pêvajoyeke jinûve avakirin, guherîn û veguherînê de ne. Komara Demokratîk rêya diçe sosyalîzmê ava dike. Rizgarî bi sosyalîzmê pêkan e.

* Piştî qanûna çarçoveyî çav li rê ye ku qanûn bikeve meriyetê. Gelo ji bo vê yekê bernameyek diyarkirî heye an na? Li ser vê yekê bi rêveberên dewletê re tu dan û stnedinên we çêbûn an na?

Ji niha şûn ve li bendê ye 4 Desteyên Jêr ên di bin Desteya Cîgirê Serokkomariyê de ava bûye dest bi xebatan bike. Piştî vebûna Meclisê jî desteyek dê bi serokatiya Numan Kurtulmuş li Meclisê bê avakirin. Lê hê jî Desteyên Jêr nehatine avakirin û dest bi xebatan nekirine. Ev yek kêmasî ye. Piştî qanûna çarçoveyî em li bende bûn deste dest bi xebatan bikin. Birêz Ocalan jî dê di Desteya Jêr a Bêçekkirin û Koordînasyona Siyasî de cih bigirê. Heta niha tişta ku ji me re hatiye gotin ev e. Lê hê jî qanûn neketiye pratîkê. Li benda piştrastkirin û tespîtê ne. Tespît û piştrastkirin jî mekanîzmaya di navbera dewlet û tevgerê de dê pêk bîne. Birêz Ocalan beriya niha jî gotibû aliyê tahutê li min e. Ji bo ev bikevin meriyetê divê gavên pratîkî bên avêtin. Lê hê jî gavên pratîkî di çi rewşê de ne bi awayekî şênber tiştek xuya nake. Weke siyaseta demokratîk û DEM Partiyê em dibêjin divê demildest gav bên avêtin û desteyên jêr jî dest bi xebatan bikin. Ji bo qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê divê MGK rapor amade bikira û qanûn di rojnameya fermî de bihata ragihandin. Divê ew jî demildest bê kirin. Ji bo hem endamên rêxistinê çek berdane bikaribin werin, yên sirgûnê bikaribin werin û girtiyên siyasî bên berdan divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê. Dema rapor nebe hemû ev yek jî tê sekinandin û di civakê de fikarên weke pêvajo rawestiyaye çêdibe. Ji bo wê jî em dibêjin divê ev biryar zûtirîn bikeve meriyetê.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari

* Di rojên dawî de nîqaşa xaniyek li Girava Îmraliyê hatiye çêkirin dîsa di rojevê de ye. Tê gotin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo derbasbûna xanî li benda statuyê ye. Gelo li ser statu an jî başkirina şert û mercên Abdullah Ocalan pêşketinek heye an na?

Muzakerevanê sereke yê vê pêvajoyê birêz Ocalan e. Lê hê jî şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pêk nehatiye. Mijar ne çêkirina xanî û 4 diwaran e. Li ser xanî bi awayekî magazînî agahî tên belavkirin. Gotinên bi vî rengî pir şaş in. Di vir de mijar avakirina şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan e. Divê rojnameger bikaribin biçin hevpeyvînê bikin, hiqûqnas, hunermend û siyasetmedar divê bikaribin biçin. Yanî mijareke wisa girîng tenê bi xanî ve sînordarkirin pir şaş e û bandoreke neyînî li ser pêvajoyê dike. Divê bi cîdiyeteke siyasî vê mijarê bigirin dest. Ev mijar bi awayekî magazînî divê neyê nîqaşkirin.

* Li Meclisê jî Desteya Çavderiyê dê bê avakirin. Derbarê vê desteyê de ji partiya we re tu agahdarkirinek hat kirin an na? Xebatên vê desteyê dê bi çi awayî pêk bê?

Hê tiştek bi mre nehatiye parvekirin. Piştî Meclis vebû divê di demekê nêz de ava bibe. Peywîra vê desteyê jî divê bi partiyên siyasî re bi awayekî hevpar bê axaftin û biryar bê dayîn. Çareseriya pirsgirêka Kurd û avakirina aştiyê ne mijareke teknîkî ye. Ji bo wê jî burokrasiya dewletê bi tena serê xwe nikare vî karî bike. Hin kar hene burokrasiya dewletê û burokrasiya ewlehiyê dike lê ji van jî girîngtir tiştên ku saziyên siyasetê divê bikin hene. Piştî desteya çavderiyê li Meclisê ava bû, divê ji bo gav zû bên avêtin peywîrê bigire ser xwe. Yek jî em li bendê ne ku temsîliyeta hemû partiyên siyasî jî di vê desteyê de hebe. Ya ku dikeve ser milê hemû partiyên siyasî jî aştiya civakî ye. Yanî siyaseta aştiyê û zimanê aştiyê pêk anîn. Divê hemû partiyên siyasî ji girseya xwe re rast qala pêvajoyê bikin û bi wan bidin fêmkirin. Ji bilî DEM Partiyê tu partiyeke bi awayekî têr û tijî ev yek nekir. Ne partiyên muxalefetê û ne jî desthilatê. Bi qasî DEM Partiyê kesî xebatên civakî bi awayekî rêk û pêk nekiriye. Di hemû muzakereyên bi dewletê re hatiye kirin, muzakereyên Îmrali û dewlet, rêxistin û dewletê de mijara sereke piştî qanûna çarçoveyî qanûnên demokratîkbûyînê ne. Ji bo qanûnên demokratîk jî peywîr a Meclisê ye. Bendewariya me ew e ku piştî Meclis vebû hewldanên derxistina qanûnên demokratîk e.

* We jî got dê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Desteya Kordînasyona Bêçekkirin û Stratejiyê de cih bigire. Gelo Abdullah Ocalan derbarê vê desteyê de di hevdîtina dawî ya bi heyeta partiya we re tu nirxandin kirin an çi dibêje?

Di hevdîtina dawî de birêz Ocalan nirxandineke berfireh kiriye. Birêz Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bicihanîna berpirsyariyên dîrokî dinirxîne û dibêje gavavêtina bi hev re pir girîng e. Birêz Ocalan dibêje divê gav zû bên avêtin. Di hevdîtina dawî de diyar e sistbûna pêvajoyê bala birêz Ocalan jî kişandiyê û dibêje divê ev yek bê derbas kirin û bi hev re gav bên avêtin. Helbet birêz Abdullah Ocalan bi Koordînatorê Aştî û Bêçekkirinê re dê pir tiştan bike. Lê ji bo bikaribe van bike divê şert û mercên xebata azad pêk were. Qanûna çarçoveyî derket lê hê jî desteyên ku birêz Ocalan jî dê di nav de cih bigire nehatine avakirin û dest bi xebatan nekirine. Bi awayekî pratîkî ji bo pêşketina pêvajoyê birêz Ocalan dikare gelek tiştan bike lê derfetên vê yekê pêk nayên. Weke ku birêz Ocalan dibêje, di nav çar diwaran de û têkiliyeke sînordar ne pêkan e van yekan bike. Ji bo wê jî divê derfet bên avakirin. Em careke din jî dibêjin divê pêvajo zêde neyê dirêjkirin ku rê li ber provakasyonan venebe. Birêz Ocalan jî balê dikşînê ser vê yekê. Birêz Serokkomar jî bal kişand ser vê yekê. Lê ez ji birêz Serokkomar dipirsim; belê hûn balê dikişînin ser lê dewletê hûn bi rê ve dibin û ji bo wê jî tiştên neyînî bandorê li pêvajoyê bikin wisa texmîn dikim, hûn dizanin. Ji bo wê jî yên vê pêvajoyê bi lez bikin jî ew bi xwe ne. Di vir de ya girîng wêrekî û biryardariya desthilatê ye. Ji bo wê jî berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê dewlet û desthilatê. Ya ku dikeve ser milê me jî berpirsyariyên dewletê bi bîr bixînin û ji bo aştiya civakî civakê rêxistin bikin.

* Li gorî rapora Komîsyona Meclisê piştî qanûna çarçoveyî dê gavên demokratîk bihata rojevê. Derbarê qanûnên demokratîk de piştî Meclis vebû dê çi xebat bên kirin?

Li gorî me divê em demildest dest bi qanûnên demokratîk bikin. Lê ji bo wê berpirsyarî ya desthilatê ye. Yênku ji bo gavên demokratîk gavan biavêjin di serî de desthilat û hemû muxalefet e. Sepanên li dijî demokrasiyê bandoreke neyînî li ser Tirkiyeyê dike. Aloziya di borsaya Tirkiyeyê de jî nîşan dide ku aboriya Tirkiyeyê nikare bi rê ve bibin. Divê desthilat zextên li ser muxalefetê berde. Sepanên li dijî demokrasiyê bandorê li hemû welatî û qadên jiyanî dike. Ji ber sepanên li dijî demokrasiyê kes êdî li Tirkiyeyê namîne.

* Di van demên dawî de li dijî partiyên sosyalîst û gelek muxalîfan pêla girtin û binçavkirinê pêk hatin. Di serdemekê ku qala aştiyê û gavên demokratîk tê kirin de hûn van girtin û binçavkirinan çawa dinirxînin? Ev yek bandoreke çawa li ser pêvajoyê û demokratîkbûyînê dike?

Sansureke mezin li ser hesabên medyaya dîjîtal heye. Rojnameger tên binçavkirin. Endam û nûnerên partiyên sosyalîst û muxalîf tên binçavkirin û girtin. Li dijî kesên LGBT+ êrişên mezin tên kirin. Ev yek di rejîmên otorîter de dibe. Dema wisa dibe baweriya civakê ya aştiyê jî li pêş nakeve. Tirkiye bi vî awayî nayê birêvebirin. Ji bo wê jî binçavkirin û zexta li ser kesên muxalîf û civakê divê demildest bê rawestandin û civak bêhnê bigire. Di serî de divê ew sepanên li dijî demokrasiyê bi dawî bibin û piştre qala gavên demokratîk bikin. Ji bo wê jî divê demildest dev ji van sepanan berdin. Êdî mirov di nava birçîbûn û xizaniyê de ne. Ji bo êdî civak aram bibe divê êdî dev ji van sepanên li dijî demokrasiyê berdin. Ew yek hem ji bo aramiya civakê pêdiviyeke û hem jî ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.

Etîket: Abdullah OcalanHevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay HatîmogullariPêvajoya Aştî û Civaka DemoktatîkTulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mehmet Uçum: Abdullah Ocalan dê di Desteya Jêr de cih bigire

Mehmet Uçum: Abdullah Ocalan dê di Desteya Jêr de cih bigire

17 ÎLON 2026
KNK, DEM Partî û KCDK-E: Cejn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê  HATE NÛKIRIN

Hevserokên DEM Partiyê: Divê Meclis ji bo rewşa aboriyê bi awayekî awarte bicive

17 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

Abdullah Ocalan: Şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim

14 ÎLON 2026
Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de kê çi kir?

Xelkê Amedê: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê li pêş bixe

9 ÎLON 2026
Selçûk Mizrakli ji girtîgehê derket

Selçûk Mizrakli: Divê Ocalan, Demîrtaş û hemû girtî bên berdan

8 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve hatin hilbijartin

Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve hatin hilbijartin

6 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne