Sekreterê Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Lokman Babat bal kişand ser bêstatuya zimanê Kurdî û diyar kir ku daxwaza wan sereke ev e ku Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê û got: “Divê qada siyasî zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane.”
Ji ber polîtîkayên zext û bişaftinê, zimanê Kurdî li gorî zimanên serdestan paşve maye û her ku diçe kêmtir tê bikaranîn. Li ser vê yekê rêxistin, sazî û kesayetên Kurd ji bo parastina zimanê xwe ketine nava liv û tevgereke ku zimanê Kurdî heta roja me ya îro anîn. Ev xebatên pîroz ku ji bo zimanê dayikê hatine kirin, Kurdî li gorî zimanên din ên neteweyên bindestan, parast û pêşve bir. Tevî vê yekê niha bi milyonan Kurd ji bo statu û perwerdehiya bi zimanê Kurdî dengê xwe derdixînin û daxwaza mafên xwe yên zimanî dikin.
Sekreterê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîstê û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya Wanê Lokman Babat derbare perwerdehiya bi zimanê dayikê de axivî û ji bo Kurdî statu xwest.
‘Daxwaza sereke fermîbûn û perwerdehî ye’
Lokman Babat diyar kir ku divê zimanê Kurdî xwedî statuyeke qanûnî be û çawa ku li welat zimanê Tirkî xwedî statû û maf e, divê ji bo Kurdî jî heman maf werin naskirin. Lokman Babat bi bîr xist ku Kurd ne kêmnetewe ne û wiha got: “Zimanê Kurdan jî ne zimanekî herêmî ye, Kurd xwedî û niştecihên vê axê ne, daxwaza sereke ev e ku Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Di heman demê de divê dewlet peymanên navneteweyî yên ku şerh danîn ser, sererast bike û qanûna bingehîn li gorî vê yekê biguherîne.”
‘Divê Kurdî bibe zimanê jiyan û aboriyê’
Lokman Babat bal kişand ser pêwendiya ziman û jiyanê û diyar kir kuji bo berhevkirina fêkiya perwerdehiyê, divê di qada aboriyê de jî cih ji Kurdî re bê vekirin. Lokman Babat bi domdarî wiha axivî: “Gava li bajarekî wekî Colemêrgê bijîşk an mamosteyek ji ber zanîna zimanê Kurdî li saziyên fermî werin bicihkirin, ev yek dê Kurdî di qada aborî de bike xwedî nirx. Gava perwerdehî, aborî û bazariya rojane bibin yek, ziman ji xetereya windabûnê rizgar dibe. Lê belê berpirsiyarî ne tenê li ser milê dewletê ye, civak bixwe jî divê xwedî li hebûna xwe derkeve. Rast e di vê serdemê de hinek gav hatine avêtin, lê ger nifşên nû hişyar nebin, xetereya asîmilasyonê dikare ji nû ve serî hilde. Ji ber wê yekê divê gel, sazî û kesayet têkoşîna zimanî bilindtir bikin, ziman bikin zimanê malê û kolanê da ku Kurdî tev li jiyana rojane bibe.”
‘Pêwîst e Kurdî bibe xwedî statu’
Lokman Babat diyar kir ku divê qada siyasî gavên qanûnî biavêje û wiha pê de çû: “Statu berî her tiştî mijareke siyasî ye. Pêwîst e di serî de xala destûrî û piştre jî qanûnên pêwendîdar werin guhertin. Divê hemû astengiyên li ber ziman werin rakirin û di nav civakê de hişmendiyeke demokratîk ava bibe. Her çend ev daxwaz ji bo hemû zimanên li Tirkiyeyê derbasdar be jî, cudahiya Kurdî ew e ku zimanê nêzî 40 mîlyon kesî ye. Ji ber ku berpirsiyariya gel, sazî û hemû dezgehên siyasî ye ku vî barî hildin ser milên xwe da ku Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî.”
‘Zimanê Kurdî divê bibe zimanê siyasetê’
Lokman Babat bal kişand ser têkiliya ziman û nasnameyê û da zanîn ku heke ziman nebe zimanê jiyanê, perwerdeyê û aboriyê, ji xetereya bişaftin û tunebûnê rizgar nabe. Lokman Babat destnîşan kir ku zimanê Kurdî bingeha nasnameya gelê Kurd e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em di her qadê de xwedî li zimanê xwe derkevin. Heta îro jî dema ku kesekî Kurdî nezanibûya, ji bo xatira wî bi Tirkî dihat axaftin. Lê belê îro divê ew tişt bê guhertin. Divê ew kes ji bo xatira Kurdan hînî Kurdî bibe. Pêşengiya vê guherînê jî divê siyaset bike. Bangawaziya me ji bo qada siyasî ew e ku Kurdî bikin zimanê siyaseta xwe ya rojane.”













