Enqere – Rojnameger E. Pejder Altan anî ziman ku hin hezên di nava HTŞê û çeteyên giredayî Tirkiyeyê de li dijî entegrasyonê ne û wiha got: “Bêguman di piştperdeya bûyeran de Tirkiye heye.”
Şervanê Tugaya Hesekê Sîpan Hiznî (Samî Şeyhmus Heso) di 11ê Îlonê de ji aliyê komên çekdar ve hat revandin û piştre jî hat kuştin. Piştî qetilkirina Sîpan Hiznî li Rojavayê Kurdistanê gel rabû ser pêyan û dest bi xwepêşandanan kir. Piştî xwepêşandanan, li Kobanê welatî daketin qadan û bertek nîşanî qetilkirina Sîpan Hiznî bûn. Piştre jî hezên leşkerî yên giredayî Hikûmeta Demkî ya Şamê ketin nava bajêr û 83 welatî binçavkirin. Her wiha piştî hezên lêşkerî ketin nava bajêr di navbera hezên lêşkerî û Asayîşa Kobanê de jî gengeşî çêbû. Hezên leşkerî xwestin ciwanên di bin çavan de bibin Helebê, li ser vê yekê ciwanan nerazîbûn nîşan da. Ciwanan ji bo wan nebin Helebê agir pêxistin û di encamê de 10 ciwanan jiyana xwe ji dest da û 16 ciwan hatin binçavkirin.
Ji bo ronîkirina kuştina Sîpan Hiznî komîteyek hat avakirin ku sedem û kiryarên bûyerê lêkolîn bike. Kuştina Sîpan Hiznî îhtîmala provakasyona li dijî entegrasyonê jî derdixînê holê û ji bo pêşerojê xetereyan bi xwe re tînê. Rojnameger E. Pejder Altan ku li herême geşedanan ji nêz ve dişopînê tekildarî kuştina Sîpan Hiznî û piştperdeya bûyeran ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Entegrasyon xweşa HTŞê û çeteyên Tirk neçû’
Pejder Altan bi lêv kir ku piştî çûyina Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed a Şamê di mijara entegrasyonê de hin pêşketin çêbûn û wiha axivî: “Her çiqas mijara zimanê Kurdî û koçberên Serêkaniyê ve pirsgirêk hebûn jî entegrasyon pêşket. Ew pêşketina di entegrasyonê de xweşiya hin kilîkên di nava HTŞê û çeteyên rasterast giredayî dewleta Tirk neçû. Hin hezên çete weke kontra kom bibûn û entegreyî Şamê nebibûn. Ew bûyer jî hem ji aliyê Rojava û hem jî ji aliyê Şamê ve weke provakasyon hat bi nav kirin. Her çiqas daxuyaniyeke fermî ji aliyê hikumeta Şamê ve nehatibe dayin jî di nav xwe de li dijî vê bûyerê nerazîbûna xwe nîşan didin. Ew provakasyon jî ji bo derxistina dijmanatiya di navbera Kurd û Ereban de bû. Sîpan Hiznî weke fermandar di nava HSDê de cihê xwe girtibû û hertim bibû hedefa van kilîkên kontra. Derbarê qetilkirina Sîpan Hiznî lêpirsîn berdewam dike. Çawa hatiyê revandin û birinê Derêzorê lêpirsîn berdewam dike. Hem ji aliyê Asayîşa Hundirîn a Rojava ve hem jî ji aliyê Wezareta Parastinê ya Hikumeta Demkî ve lêpirsîn berdewam dike.”
‘Bi van bûyerên dixwazin pêvajoyê jî bixitimînin’
Di berdewama axaftina xwe de Pejder Altan da zanîn ku Ji Dêrazor, Reqa, Tilkoçer, Tilhemis û Tiltemirê bermahiyên komên weke DAIŞê ji bo bûyerên bi vî rengî ji berê ve hatibûnê amadekirin û wiha pê dê çû: “Niha jî ew kom ketine pratîkê. Bêguman ew yek rê li ber gelek tiştan vêdike. Bi van bûyerên bi vî rengî dixwazin pêvajoyê jî bixetimînin. Di serî de gotin aşîrên Ereb ev êrîş kirine lê tiştekî wisa tune ye. Hin kesên îstîxbarata HTŞê ne lê ne ya hikumeta demkî ne û komên çete yên giredayî MÎTê dixwazin herême di nava aloziyê de bihêlin. Ew bûyer jî encama vê yekê bû. Jixwe hemû eşîran jî daxuyanî da û gotin tu alaqaya wan bi van bûyeran tune ye. Aliyên naxwazin entegrasyon û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiyê destpêkirin bigehejê encamê, bi van bûyeran dixwazin aramiya herêmê xira bikin. Her wiha gelê Kurd ji bo mafê zimanê dayikê dest bi kampanyayaekê kiribû. Bi van bûyeran dixwazin daxwaza zimanê Kurdî û kampanyaya ji bo zimanê Kurdî vala derxînin.”
‘Di van bûyeran de bandora Tirkiyeyê jî heye’
Pejder Altan destnîşan kir ku di piştperdeya van bûyeran de bandora Tirkiye heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hesabê hemû hêzan li Rojava û Sûriyeyê heye. Rêber Abdullah Ocalan bi vê pêvajoyê nîşan da ku di navenda dîzaynkirina Rojhilata Navîn de Kurd hene. Ji bo wê Îsraîl dema li Rojhilata Navîn hewldanekê bike neçar e Kurdan ji hesab bike. Tirkiye jî ji bo serweriya xwe li herême bike neçar e Kurdan berbiçav bigire. Hem Îsraîl hem jî Tirkiye naxwazin Kurd bibin hêz. Lê dixwazin Kurdan jî bigirin aliyê xwe. Bêguman bandora Tirkiyeyê jî di van bûyerên dawî de heye. Ew komên çete rasterast endamên MÎTê bûn. Di vê lêpirsînê de jî dê ev yek derkeve holê. Li ku civîn kirine û çi plan kirine dê derkeve. Îstîxbarata HTŞê jî ya Tirkiyeyê jî di bin navê eşîran de bi van kesan re civîn çêdikirin. Tirkiye ji bo bandora xwe li başurê Suriyeyê bike û destkeftiyên Kurdan pêşnekevin dixwaze aloziyan derxînê. Ji bo sibê bikarin mudaxaleyê li Rojava bikin dixwazin her tim di nava aloziyê de bihêlin. Hinceta mudaxaleyê ji xwe re ava dikin.”
‘Hevdîtina Fîdan û Şara’
Pejder Altan bal kişand ser hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi Serokê Hikumet Demkî Ehmed El Şara li Şamê û ev tişt anîn ziman: “Sedema hatina Hakan Fîdan yek ew mijar bû û mijara din jî mijara qutkirina piştgiriya aboriyê ya Qatarê ji bo Sûriyeyê bû. Ya girîng deşîfrebûna vê mijarê bû. Yanî ew provakasyona hatiyê kirin bû. Dê vê rewşê çawa bigirin dest, civînek li ser vê yekê bû. Civîna wan ne li ser çima bûyereke bi vî rengî qewimî bû lê li ser çima ew rewş wisa zû deşifre bû li ser wê bû. Ya bikare pêşiya van provakasyonan bigire di Destura Bingehîn de pêkanîna mafê hemû gel û baweriyan e. Ew yek ji bo Rojava jî û ji bo Bakur jî derbasdar e.”
Êrişên Îsraîlê li dijî Şamê
Di dawiya axafitna xwe de Pejder Altan diyar kir ku li herêmê di navbera Tirkiye û Îsraîlê de peşbirkek heye û axaftina xwe wiha qedand: “Tirkiye bi destê çeteyan li Başurê Sûriyeyê sê cih ava kirin. Îsraîl jî vê yekê weke xeterî dibînê û dike hincet û êriş dike. Îsraîl dixwaze li Sûriyeyê hakimiyeta xwe bi cih bînê. Heke Sûriyê li dijî Hîzbûlaha Lubnanê nekeve şer dê her tim bibe hedefa êrişan. Êrişên Îsraîlê li ser gundewarên Şamê jî bi vê yekê re giredayiyê.













