Qetilkirina ciwanê Kurd Sîpan Hiznî û 9 girtiyên ku di şewata Girtîgeha Kobanê de jiyana xwe ji dest dayî li navenda Colemêrg, Geverê, Îdir û Erziromê hat şermezarkirin.
Qetilkirina ciwanê Kurd ê ji Hesekê Samî Şêxmus (Sîpan Hiznî) û 9 girtiyên ku di şewata Girtîgeha Kobanê de jiyana xwe ji dest dayî li navenda Colemêrg û navçeya wê Geverê, Îdir û Erziromê hat şermezarkirin. Hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û demokratîk û welatî tev li daxuyaniya şermezarkirinê bûn.
Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên navenda Colemêrgê li ber avahiya DEM Partiyê daxuyaniyek da. Hevseroka DBPê ya Colemêrgê Pinar Yalçin metna daxuyaniyê xwend.
Pinar Yalçin anî ziman ku êrişên li ser Rojava ne bûyerên eşîretî û kesayetî ne û rasterast mûdaxaleya pêvajoya demokratîk û aştiyê û şerê naxweyî ya gelan e.
Pinar Yalçin da zanîn ku têketina hêzên girêdayê hikûmeta Demkî ya Şamê ya ji bo Kobanê nayên qebûl kirin û wiha got: “Ev hewldan pêvajoya aştî û demokratîk ya Sûriyeyê dike nav xeteran û divê bi lez li ser bûyera qetilkirina Sîpan Hiznî, şewata Girtîgeha Kobanê û mûdaxaleya bajarê Kobanê lêpirsîn were kirin.”
Di dawiyê de Pinar Yalçin bang li gelan, rêxistinên demokratîk û raya giştî ya navnetewî kir ku li dijî êrişên li ser Rojava helwesteke hevpar bê danîn û li dijî şer û pevçûnan pergala demokratîk û aştiyê bê parastin.
Gever

Li navçeya Geverê jî rêxistinên DBP û DEM Partiyê li ber avahiya DEM Partiyê ya Geverê êrişên li ser Rojava şermezar kirin û daxuyaniyek dan. Hevserokên DBP û DEM Partiyê yên navçeyê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û demokratîk û welatî tev li daxuyaniyê bûn.
Hevserokê DBPê yê Geverê Reşît Guneç axivî û da zanîn ku divê berpirsiyarên vê van bûyeran bên darizandin.
Îdir

Rêxistina DEM Partiyê ya Îdirê li dijî kuştina Sîpan Hiznî û 9 Kurdên di Girtîgeha Kobanê de li ber avahiya xwe ya Îdirê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Sîpan Hiznî nemir e, em ê li dijî komkujiyan bêdeng nemînin” hate vekirin. Hevseroka Demkî ya DEM Partiyê ya Îdirê Nevîn Tan Taştan metna daxuyaniyê xwend.
Nevîn Tan Taştan da zanîn ku kuştina Sîpan Hiznî û 9 ciwanên Kurd ên di Girtîgeha Kobanê de parçeyek ji polîtîkayên anîna ber hev a gelên li Sûriyeyê dijîn e.
Nevîn Tan Taştan diyar kir ku piştî van bûyeran alozî zêdetir bûn û wiha got: “Pêkhatina van bûyerên li pey hev nîşan da ku ev bûyer ji hev cuda nîn in û ev yek êrişeke li dijî mafê gel ê xwepêşandan û demokratîk. Em ê tu carî li hember ketina hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî bo Kobaniyê û êrîşên wan ên li ser gel bêdeng nemînin.”
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.
Erzirom

Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Erziromê jî, ji bo bertek nîşanî êrişên li ser Kurdên Rojava bidin, li ber avahiya DEM Partiyê ya Erziromê daxuyaniyek dane çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hat vekirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Erziromê Bariş Kemaloglû ku metna daxuyaniyê xwend, xwest tavilê kesên berpirsiyar in bên darizandin.
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.










