TJA, partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl yên demokratîk û rêxistinên jinan bi boneye 4emîn salvegera kuştina Jîna Emînî li gelek navendan daxuyaniyên nerazîbûnê li dar xistin û gotin: “Em ê bibin serhildana Jînayê, em ê darvekirinan rewestînin.”
Jina Kurd Jîna Emînî, di 12yê Îlona 2022yan de li Tehranê ji ber ku pora wê xuya dikir ji aliyê ‘Polîsên Exlaqê’ yên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û di 16ê Îlonê de jî ji ber îşkenceya lê hatiye kirin jiyana xwe ji dest da. Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, saziyên ked û demokrasiyê yên sivîl saziyên jinan li gelek navendan bi boneya 4emîn salvegera kuştina Jîna Emînî daxuyanî dan.
Êlih
Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Êlihê û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî salvegera kuştina Jîna Emînî li pêşiya avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê daxuyanî dan çapemeneyê. Di daxuyaniyê de rêveber û endamên partiye siyasî yên bajêr, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, Dayîkên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê û gelek rêveberên saziyên sivîl ên civakî tev li bûn. Kesên ku tev li çalakiyê bûn bênavber dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Pankarta “Em ê bi serhildana Jin Jiyan Azadî bibin dengê Jîna” û “Em ê darvekirinan bisekinînin” hate hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Aktîvîsta TJAyê Ferah Nemcîk ve hate xwendin.
Agirî
Hêzên girêdayî rejîma Îranê di 12yê Îlona 2022yan de Jîna Emînî binçav kir û piştre qetil kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 4emîn salvegera kuştina Jîna Emînî li Kolana Cumhuriyetê ya Agiriyê daxuyanî Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê bibin serhildana Jînayê, em ê darvekirinan rawestînin” hat vekirin. Hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û welatî tev li daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê berdevka TJAyê ya Agiriyê Dîlan Başboga ve hat xwendin. Dîlan Başboga da zanîn ku ew ê têkoşîna azadiya ya jinan mezintir bikin. Çalakî bi berzkirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.




















