2yemîn Mîhrîcana Govendê ya bi dirûşmeya “Mil bi mil, ber bi aştiyê ve” diyarî şehîdên Kurdistanê hate kirin, bi coşeke mezin dawî bû.
Li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Çand, Huner û Wêje ya Jinan (KASED), Sanatça Organîzasyon û Komeleya Dîcle ya Çand û Hunerê ve 2yemîn Mihrîcana Govendê ya bi dirûşma “Mil bi mil ber bi aştiyê ve” duh destpê kiribû, diyarî şehîd Kasim Engîn, Ferîde Yildiz û şehîdên Kurdistanê hate kirin. Mîhrîcana ku govendên her çar parçeyên Kurdistanê anî cem hev bi gerandina govendên heremî gel coşand. Her wiha ji ber şert û mercan komên ku ji Rojava nehatibûn bi dîmen tevlî bernameyê bûn û govendên ji Rojavayê Kurdistanê hatin temaşekirin.
Piştî govendan Neslîhan Edîş derket li ser dikê û stran got. Mîhrîcan bi stran û gerandina govendan bi dawî bû.



























