Êlih – Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê Ramazan Bîlmez destnîşan kir ku zimanê Kurdî tenê wekî dersên bijarte nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne.
Serdema perwerdehî û hîndekariyê ya 2025-2026an di14 Îlonê de li seranserê bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest pê kir. Lê dîsa wekî her car bi milyonan zarokên Kurdan dê bi neçarî bi zimanê Tirkî perwerde bibin. Tevî ku ewqas daxwaz ji bo perwerdehiya bi Kurdî tê kirin jî dîsa dewleta Tirk pêşî li ber perwerdehiya bi zimanê Kurdî û zimanên gelên din digire û zimanê Tirkî li gelan ferz dike.
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Êlihê Ramazan Bîlmez derbarê vekirina dibistanê û qedexeyên dewleta Tirk ên ser li ser zimanê Kurdî têne ferzkirin axivî.

Ramazan Bîlmez bi bîr xist ku sê roj in li Tirkiyeyê dibistan bi awayekî fermî hatine vekirin û bi milyonan zarokên Kurd jî li van dibistanan perwerde dibin. Ramazan Bîlmez bi lêv kir ku dîsa zarokên Kurd ji dersên zimanê zikmakî bêpar man û wiha got: “Em îro dibînin li dibistanan di her polekê de nêzîkî çil şagirt hene. Hemû di polekê de dersê dibînin û mamoste hemû bi zimanekî dersê didin. Ev ji bo perwerdehiya zarokan a bi zimanê zikmakî pirsgrêkeke mezin e. Ji xeynî vê yeke, ji bo zimanê Kurdî du saet tên veqetandin ew jî gelek kêm e. Bi tenê ji bo zarokên Kurd dersên bijarte rewa tên dîtin. Ev tişt ji bo zarokên Kurd gelek kêm e û ziman bi vî awayî ji holê tê rakirin. Wekî ku em dizanin li Tirkiyeyê ji xeynî gelê Tirk gelek gelên din jî hene. Bi piranî jî Kurd in, ji xeynî Kurdan ereb, laz, çerkez û hin nîjadên din jî dijîn. Lê tevî ew qas gel dijîn jî dîsa li Tirkiyeyê tenê yek zimanek tê tercîhkirin. Ev jî bandoreke neyînî li ser derûniya zarokan dike.”
Di berdewama axaftina xwe de Ramazan Bîlmez bal kişand ser pirsgirêkên ewlehiyê yên li dibistanan jî û wiha domand: “Ji aliyê ewlehiyê ve jî metirsî hene, wekî ku tê zanîn sala çûyî li gelek dibistanan êriş çêbûn. Mamosteyên hevalên me hatin kuştin, zarokên me hatin kuştin. Ji aliyê ewlehiyê ve jî gelek dibistanên me ne bi ewle ne. Ez dikarim wisa bêjim ku sala çûyî jî dibistan bi pirsgrêkan dest pê kir.”
‘Hê jî dixwazin zarokên me bi dersên bijarte perwerde bibin’
Ramazan Bîlmez da zanîn ku li Tirkiyeyê bi milyonan Kurd hene û bi hezaran miletên din dijîn û anî ziman ku ji xeynî Tirkî zimanên din li dibistanan tune ye û bi zimanê zikmakî perwerdehî nayê dayîn. Ramazan Bîlmez bal kişand ser dîroka ferzkirina Tirkî û tişt gotin: “Dema ku di 1921an de makeqanûn tê derxistin wê demê ji bo her kesî mafê zimanê zikmakî yê perwerdehiyê hate dayîn. Lê pişt re ev hate guhertin. Di sal 1924an de ev qanûn ji holê rakirin û gotin ‘Bila bi tenê bi Tirkî perwerdehî bê dayîn.’ Ji wê demê heta niha zarokên Kurd bi zimanê Tirkî perwerdehiyê dibînin. Sed sal derbas bûn, em îro derbasî qonaxeke nû bûne. Di van salên dawî de gelek pirsgrêk ji bo ziman hatine jiyîn. Bi yekê têkoşîneke mezin û gelek serhildanên mezin jî çêbûn. Em bêjin îro serhildana dawî ya 29an nêzîkî 50 sal in devam dike. Em îro gihîştine qonaxa aştiyê. Lê tevî vê yekê jî hê jî dixwazin zarokên me bi dersên bijarte perwerde bibînin. Ew jî hefteyê du saetên dibînin. Ev derfeteke gelek kêm e.”
‘Divê gelê Kurd jî weke her gelî bi zimanê xwe bijî’
Di nirxandina xwe de Ramazan Bîlmez li ser dersên bijarte yên ku bi salan e li dibistanan hefteyê weke du saetan tên dayîn sekinî, bi lêv kir ku ew vê yekê weke oto asîmîlasyonê dibînin û wiha pêde çû: “Zimanê Kurdî tenê bi dersên bijarte nayê qebûlkirin. Ev nêzîkatiya Tirkiyeyê jî hemû ji bo ku bikeve Yekitiya Ewropayê. Tenê bi van nêzîkatiyan dersa ku bi awayekî bijarte tê dayîn weke tiştekî çêkir e. Em li rewşa Rojava dinêrin, li wir ev 10-12 sal in ku zarokên Kurd ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê xwe perwerdehiyê dibînin. Pergala sed salî li wir hat hilweşandin, pergaleke nû ava bû. Lê em dinêrin nêzîkatiya vê hikumetê ji ya berê ne kêmtir e. Û di gelek nêzîkatiyên xwe de ji Tirkiyeyê sûd werdigirin. Li Tirkiyeyê hefteyê 2 saetan dersên bijarte ên ziman hene. Em lê dinêrin li Sûriyeyê jî heftiyê 3 saet e. Hikûmeta îro li wir hatiye avakirin bi hişmendiya xwe ji ya Rejîma Esed ne kêmtir e. Her wiha li Tirkiyeyê zêdetirî 2 salan e, pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hatiye avakirin. Bi pêvajoyê re çend komîsyon hatin avakirin, dîsa di wir de jî qala zimanê Kurdî nehate kirin. Em bêjin çek hatin şewitandin û şer jî hate rawestandin. Lê di aliyê ziman de ji aliyê pergalê ve tu gaveke erênî nehate avêtin. Ger ku em bi hev re dijîn divê hemû gel û gelê Kurd jî weke herkesî bi zimanê xwe bijî.”
‘Em dikarin li her derî bi Kurdî biaxivin’
Ramazan Bîlmez diyar kir ku wan weke Şaxên Egîtîm Senê ji bo pêşdibistanê mufredateke Kurdî amade kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bêjin dema ku dewlet bixwaze derfetek wisa bide me, ew hêz û ew qeweta me heye. Em dikarin ji bo dibistana seretayî heta zanîngehê dersan bidin û bi wî awayî bixebitin. Em bêjin niha li Rojava çiqas kêm be jî hin xebatên wan hene. Her wiha li Başûr jî bi zimanê zikmakî perwerde tên dayîn. Divê di hinek mijaran de em xwe li benda dewletê nehêlin, em jî dikarin bi gelek awayan li kolanan bigerin û xebatên xwe yên zimanî bikin. Ew hêz û qeweta me heye, em dikarin ji bo zimanê xwe bixebitin. Em bi xwe di malên xwe de, li dibistanên xwe, li sazî yên xwe fermî û di hemû deran de em dikarin bi Kurdî biaxivin. Bangewazîya me ji gelê me ev e.”













