• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

DEM Partî: Divê perwerde bêpere û bi zimanê dayikê be

Enqere / AW

14 ÎLON 2026 - 12:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê di serdema nû ya perwerdehiyê de li ber Wezareta Perwerdehiya daxuyanî da û xwest perwerde bi zimanê dayikê bê dayîn û bêpere be.

Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê, di serdema nû ya perwerdehiyê de bi daxwaza “perwerdehiya bê pere, zimanê dayikê û demokratîk” li ber Wezareta Perwerdehiya ya navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Endam û nûnerên saziyên demokratîk jî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên li ser, “Perwerdehiya zimanê dayikê maf e” û “Divê di dibistanan de xwarina bê pere be dayîn” hat rakirin. Her wiha girsê dirûşmeyên, “Zimanê dayikê mafê nayê astengkirin” hat berzkirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê endama Komîsyona Perwerdehiyê ya DEM Partiyê Sevîm Fîdan ve hat xwendin.

Sevîm Fîdan bi lêv kir ku xwendevan nikarin xwe bigihîn mafê xwarinê û got ku divê mafên bingehîn ên xwendevanan bi cih were. Sevîm Fîdan destnîşan kir ku ewlehî û dabînkirina pêdiviyên xwarinê ya xwendevanan di berpirsyariya dewletê de ye û wiha got: “Xwendevan ji ber nebûna şert û mercên wekhev ji mafê perwerdehiyê bêpar dimînin. Xwarina bê perê ne alikariya xwendevan e, lê mafê wan e. Divê tu zarok ji ber rewşa aborî rastî cudakariyê neyê û karibin ji mafê xwarinê sûdê bigirin.”

‘Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e’

Sevîm Fîdan bal kişand ser mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye welatekî pir reng û ziman e. Divê ew pir rengî û zimanî di perwerdehiyê de jî bi cih were. Divê astengiyên li pêşiya perwerdehiya bi zimanê dayikê bê rakirin. Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn ê demokratîk e. Xwîşk û biratî ne tunehesibandina cudahiyan e lê bi awayekî wekhev bi hev re jiyan e. Li vî welatî ku baweriyên cuda hene perwerdehiya li ser yek olî li dijî mafê mirovan e.”

Pirsigrêkên perwerdehiyê

Sevîm Fîdan derbarê pirsgirêkên di perwerdehiyê de jî diyar kir ku xwendevan nikarin xwe bigihînin ava paqîj, di paqîjiyê de jî pirsgirêk hene û xwest ji bo paqîjiya dibistanan bûdçe were veqetandin. Sevîm Fîdan destnîşan kir ku bi Navenda Perwerdehiya Pîşeyî (MASEM) ve zarok weke karkerên erzan tên bikaranîn, zarok li ser kar jiyana xwe ji dest didin û karkeriya zarokan tê rêvekirin. Sevîm Fîdan bi lêv kir ku pirsgirêkên qada perwerdehiyê nayên çareserkirin û anî ziman ku ew ê her tim li rex daxwazên xwedevanan bin.

Daxuyanî bi berzkirina, “Bê ziman jiyan nabê” bi dawî bû.

Etîket: BêperecihêkarîDEM Partîyemafê perwerdehiyêmafê xwarinêSerdema Nû ya Perwerdehiyêzimanê dayikê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

17 ÎLON 2026
‘Divê Kurdî ne derseke bijarte, lê zimanê perwerdehiyê be’

‘Divê Kurdî ne derseke bijarte, lê zimanê perwerdehiyê be’

16 ÎLON 2026
‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

16 ÎLON 2026
Egîtîm-Sen: Divê perwerdeya zimanê zikmakî bi qanûnan bê mîsogerkirin

Egîtîm-Sen: Divê perwerdeya zimanê zikmakî bi qanûnan bê mîsogerkirin

15 ÎLON 2026
Newroz Uysal Aslan: Bila astengiyên li pêşiya Kurdî bên lêkolînkirin

Newroz Uysal Aslan: Bila astengiyên li pêşiya Kurdî bên lêkolînkirin

15 ÎLON 2026
Ji Wanê bang kirin: Mafê zimanê dayikê mafekî mirovî ye

Ji Wanê bang kirin: Mafê zimanê dayikê mafekî mirovî ye

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne