• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji Wanê bang kirin: Mafê zimanê dayikê mafekî mirovî ye

Wan / AW

14 ÎLON 2026 - 16:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Lokman Babat di daxuyaniya ku bi boneya destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê de axivî û da zanîn ku perwerdehiya bi zimanê dayikê ne tenê hewcedariyeke bingehîn e, di heman demê de mafekî mirovî ye ku bi qanûn û pênasînên navneteweyî hatiye misogerkirin.

Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) û Komîsyona Zimanê Kurdî ya Şaxa Egîtîm Sen a Wanê bi boneya destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” hat vekirin û dirûşmên “Ziman rûmeta me ye” hat berzkirin. Hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û demokratîk û welatî tev li daxuyaniyê bûn.

‘Divê dewlet li gorî rihê pêvajoyê tevbigere’

Metna daxuyaniyê ji aliyê Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Lokman Babat ve hate xwendin. Lokman Babat diyar kir ku perwerde ne tenê pêvajoyekî hînkirinê ye û got: “Zimanê dayikê mafekî bingehîn, amûrekî wekheviyê û bingeha avakirina civakekî azad û demokratîk e. Ji ber vê yekê, zimanê ku zarok bi wî zimanî dinyayê nas dike, difikire û xwe îfade dike, divê di nav pergala perwerdehiyê de jî cih bigire. Di pêvajoya perwerdehiyê de ziman rolekî sereke dilîze. Ziman kesayet û nasnameya zarokan diafirîne. Ji ber vê jî em wekî sazîyên ziman astengîyên li hemberî bi karanîna mafê xwe yê perwerdehiya zimanê dayîkê wekî astegîyên hemberî nasnameya Kurdan dibînin. Wekî tê zanîn pêvajoya aştî û civaka demokratîk li ser esasa wekhevî û edaletê tê avakirin. Aştîya civakî jî bi rêz girtina nirxên neteweyan dest pê dike. Ziman jî nirxên neteweyan yên herî girîng e. Divê rayedarên dewletê li gor rihê pêvajoya aştî û civaka demokratîk tevbigerin û astengîyên di destura bingehîn de û qanunên girêdayî van demildest bi guherînin û hemû astengîyên li hemberê perwerdeya bi zimanê dayîkê ji holê rakin.”

‘Şanaziya perwerdehiyê mafê her zarokî ye’

Lokman Babat diyar kir ku ji bo avakirina Aştî û Civaka Demokratîk hewce ye pergala perwerdehiyê ya Tirkiyeyê jî ji nû ve bê sazkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê mûfredata pirzimanî, aştî, demokratîk, wekhevîya zayendî û ekolojîk bê çêkirin. Lewre zimanê dayîkê mafekî sirûştî, mirovî û gerdûnî ye. Perwerdehiya bi zimanê dayîkê bingehê mafê perwerdehiyê bixwe ye. Zimanekî ku di perwerdehiyê de neyê bikaranîn, rûbirûyî xetereya windabûnê dimîne. Şanaziya perwerdehiyê mafê her zarokî ye. Perwerdehiya bi zimanê dayikê ne tenê hewcedariyeke bingehîn e, di heman demê de mafekî mirovî ye ku bi qanûn û pênasînên navneteweyî hatiye misogerkirin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Perwerdehiya bi zimanê dayîkê mafê me ye” bi dawî bû.

Etîket: Egîtîm SenKURDÎGEHLokman Babatmafê perwerdehiyêSekreterê Şaxa Egîtîm Sen a WanêWanêzimanê dayikê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KURDÎGEH dest bi serdema nû ya perwerdehiya Kurdî dike

KURDÎGEH dest bi serdema nû ya perwerdehiya Kurdî dike

10 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

18 ÎLON 2026
‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

17 ÎLON 2026
‘Divê Kurdî ne derseke bijarte, lê zimanê perwerdehiyê be’

‘Divê Kurdî ne derseke bijarte, lê zimanê perwerdehiyê be’

16 ÎLON 2026
‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne