Amed – Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê derbarê serdema îsal a perwerdeyê de daxuyanî da û got ku di vê serdema aştî û demokrasî tê axaftin de divê gavên ji bo perwerdeya zimanê zikmakî werin avêtin.
Şaxên Egîtîm-Senê yên Amedê têkildarî pirsgirêkên di pêvajoya serdema nû ya perwerdehiyê de û gavên ji bo mafê perwerdehiyê divê werin avêtin de li Şaxa Egîtîm-Senê ya Hejmara 2yan a Amedê bi tevilbûna endam û rêveberên xwe ve daxuyanî da çapemeniyê.
Di daxuyaniyê Rêveberê Şaxa Egîtîm-Senê ya Hejmara 1an a Amedê Selman Sav got ku divê êdî perwerdehiya zimanê zikmakî di qanûn da were mîsogerkirin û wiha axivî: “Bi rastî perwerde tenê ne qadeke fizîkî ye û gelek kêmasiyên perwerdeyê hene, ji kêmasiyên mamosteyan bigire heya pirsgirêka zimanê zikmakî gelek pirsgirêk di pergala perwerdehiya Tirkiyeyê de heye û divê êdî ev pirsgirêk werin çareserkirin. Perwerdeyek pirzimanê ji bo herêma me hewcedariyek e. Perwerdeya zimanê Kurdî tenê bi saetek dersa hilbijartî nabe û zarok bi vî awayî nabe ku werin perwerdekirin. Ji xwe dersa hilbijartî ya Kurdî jî bi awayek rêk û pêk nayê kirin.”
‘Bi mîlyonan zarok bêyî perwerdehiya zimanê dayîkê dest bi dibistanê kirin’
Sekretera Jinan ya Şaxa 2emîn a Egîtîm-Sena Amedê Emîne Nas Korelî di daxuyaniya xwendî de bal kişand ser pirsgirêkên perwerdeyê û wiha got: “Îro bi mîlyonan zarok bêyî ku bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin dest bi dibistanê dikin. Ev yek dibe sedem ku zarokên bi zimanê zikmakî perwerdeyê nebînin rastê kêmasiyên perwerdeyê bên. Bi salan e li herêma me şerek tê meşandin û ev şer bandora xwe li ser perwerde û zarokan jî dike. Îro em ji rewşa şer derdikevin û qala aştî û demokrasiyê dikin. Divê vê rewşê de xercê herî girîng ê aştî û demokrasiyê perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye. Ji bo ku ev maf were bikaranîn divê hemû amadekarî werin kirin û mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê di qanûnan de were mîsogerkirin. Zarokên ku îro bi zimanê xwe perwerdeyê nebînin di nava perwerde û hevalên xwe de kêm dimînin. Her wiha ji hevalên xwe paşde dimînin. Ji ber ku nikarin xwe bi awayek rêk û pêk bînin zinam zarok xwe kêm hîs dikin û ev yek bandorek neyînî li ser derûniya wan dike.”
‘Qeyrana aborî bandorek neyînî li ser perwerdeyê dike’
Emîne herî dawî bal kişand ser rewşa aborî ya herêmê û axaftina xwe wiha dawî kir: “Li herêmê qeyranek ya aborî heye û ev yek bandora xwe li ser zarokan jî dike. Îro dema ku zarokek diçe dibistanê ji aliyê xwarina dibistanê kêm dimîne. Ji ber qeyrana aborî malbat nikarin çenteyê zarokên xwe yên xwarinê tije bikin. Divê wezaret herî kêm danekî xwarinê bide zarokan ku bikaribin perwerdeya xwe bi awayek rêk û pêk berdewam bikin.”












