Nivîskar Xebat Dîcle di gotara ji bo Kovara Ozgur Halkê nivîsandî de êrişên li ser ciwanan dinirxîne. Dîcle di destpêka nirxandina xwe de bala xwendevanan dibe ser pênaseya çewt a ku pergal ji bo ciwanan dike. Nivîskar destnîşan dike ku pergal dixwaze saziyên xwe yên kevn û nîzama xwe wekî “paşeroj” bide qebûlkirin û ciwanan jî bike parêzvanê vê pergalê û wiha dibêje: “Lê ciwan ne wergir an parêzvanên pergalê ne. Ciwan kesên bi hiş, dil, azwerî û têkoşîna xwe paşerojê ji nû ve ava dikin e.”
Nivîskar Xebat Dîcle di hejmara 8emîn a Kovara Ozgur Halkê de bi gotara xwe ya bi sernavê “Ciwan bi Xeyalên Xwe Hene” re mijara ontolojiya ciwanan, avakirina pêşerojê, têkoşîna li dijî pergala kapîtalîst û nexşerêya rêxistinbûna komînal nirxand. Xebat Dîcle pênaseya ontolojîk a ciwanan vedike û radigihîne ku ciwantî ne tenê temenekî biyolojîk e, beriya her tiştî sekneke exlaqî, ruhanî û rewşeke îsyanê ye ku li dijî bêsînorî û kevneşopiya pergalê radibe.
‘Ciwan kesên astengiyan ji holê dikin û dibin hêza çareseriyê ne’
Dîcle destnîşan dike ku her azweriyeke nû ya ciwanan gava rûbirûyî qalibên zexm dibe, divê bibe sedema serhildanê. Di nivîsê de tê diyarkirin ku kesên radestî qeder û kevneşopiyan dibin, ji aliyê biyolojîk ve ciwan bin jî ji aliyê ontolojîk ve kal bûne; ciwanê rastîn ew e ku bi dînamîzm û vîna xwe astengiyan radike û xwe dike hêza çareseriyê.
‘Ji pergalê beriya her tiştî divê mirov li dijî xwebûna xwe tekoşîna ciwanbûnê bide’
Xebat Dîcle diyar dike ku pergal ji temenê biçûk ve bi rêya dibistan, malbat û mekanîzmayên çandî habitusekî ava dike û hişmendiya îtaatê dixîne nav mêjiyê mirovan. Dîcle tîne ziman ku bi mezinbûna temen re, mirov meyl dike ku bibe beşek ji vê hiyerarşiyê û dest bi aqildayîna ciwanan bike. Ji ber vê yekê, Dîcle balê dikişîne ser xala herî qrîtîk û dibêje: “Têkoşîna herî giran ne tenê li dijî pergalê, li dijî aliyên xwe yên ku ber bi pergalê ve diçikin tewandinê e. Ji bo ciwanbûna domdar divê mirov mînak û sekna Rêber Apo mebest bigire ku tevî temenê xwe jî ruh û sekna xwe ya ciwanî û îsyanê ya li dijî pergalê diparêze.”
‘Hişbir û teknolojiya dîjîtal: Şerê nerm ê li dijî xeyalên ciwanan’
Di gotarê de Dîcle rexneyên giran li rewşa heyî û xetereyên li ser ciwanan dike. Dîcle destnîşan dike ku pergal bi teknolojiya dîjîtal û madeyên hişbirê hişê ciwanan dikişîne û wan bêxeyal dihêle. Nivîskar Dîcle pênaseya tevgera 1968an a ‘Rasteqîn be tişta nepêkan bixwaze” bi bîr dixe û van nirxandinan dike: “Ciwanekî ku enerjiya wî di nav lîstikên dîjîtal û maddeyên hişbir de pûç bibe, nikare bibe pêşengê civakê. Ji bo şikandina vê xelekê divê ciwan bi liv û bizav bin, bizivirin ser xeyalên xwe yên bilind û rêxistinbûna xwe ava bikin.”
‘Her malek divê bibe dibistana ziman’
Yek ji mijarên sereke yên ku di gotarê de li ser tê rawestandin, pratîkkirina fikra komînê ye di nav jiyana rojane de. Dîcle diyar dike ku komîn ne tenê saziyek an jî civînek e, rasterast şêwazê jiyanê ye û wiha dibêje: “Çareserkirina pirsgirêka ziman komîn e, paqijxistina kolanan komîn e, parastina xwezayê komîn e. Seferberiya me ya herî mezin divê ew be ku em her malê bikin dibistana Kurdî û di nav kolanan de li dijî cinsiyetperestiyê komîteyên parastinê ava bikin.”
‘Çalakî zimanê demokrasiyê ye: Seferberiya 25 saetan’
Dîcle destnîşan dike ku ji bo valaderxistina êrîşên kapîtalîst, teqez pêdivî bi çalakiyên domdar hene. Xebat Dîcle wiha didomîne: “Felsefeya Apoyî ji me re dibe ‘Di rojê de 25 saet çalakî’. Heke rêbazek encam neda, divê mirov yekî din biefrîne. Ciwan divê xeyalên xwe tevlî têkoşîna komînal bikin û bi afirîneriya xwe re riya rizgariya civakê ronî bikin.”
‘Pêşketin bi veqetîna ji kapîtalîzmê pêkan e’
Di dawiya nivîsê de Dîcle balê dikişîne ser girîngiya avakirina jiyana nû û xwedîderketina li xeyalan. Xebat Dîcle diyar dike ku ciwan gava ji bandorên kapîtalîzmê qut bibin dikarin rola xwe ya dîrokî bilîzin. Dîcle nivîsa xwe wiha bi dawî dike: “Çiqas rêxistinkirî bî, ewqas heyî. Ciwanên ku xeyalên wan hene, dê pêşeroja xwe bi destên xwe, bi dil û hişê xwe yên azad ava bikin.”













