Li Îzmîr û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de xwestin girtiyê nexweş Mehmet Elçe yê ji sedî 93 astengdar re û Îzzethan Aykut ku ev 30 sal e girtiye û rewşa wî giran e, demildest werin berdan.
Li Îzmîr û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî hatin dayîn. Li çalakiya Îzmîrê de ÎHDê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Elçe yê ji sedî 93 astengdar e û digel biryara nikare bi tena serê jiyana xwe bidomîne, nayê berdan. Li Enqereyê jî Înisiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di daxuyaniya xwe ya vî heftî de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Îzzethan Aykut ku ew 30 sal e di girtigehan de ye û diyar kir ku tevî nexweşiyên giran jî nayê berdan û xwest Îzzetîn Aykut bê berdan.
Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyê nexweş ê Mehmet Elçe yê li Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê tê ragirtin daxuyaniyek çapemeniyê û çalakiyeke rûniştinê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Girtiyên nexweş dimirin bê deng nemîne nebe hevparê sûc’ hate vekirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civak sivîl û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevberdevkê Komîteya Girtîgehên Navendî ya ÎHDê parêzer Nazli Tûran ve hate xwendin.
‘Digel biryara nikare jiyana xwe bi tenê bidomîne jî nayê berdan’

Nazli Turan diyar kir ku ji aliyê Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn a Xarpêtê ve derbarê girtiyê nexweş Mehmet Elçe de rapora astengdariyê ya bi rêjeya sedî 93 hatiye amadekirin û bi awayekî eşkere biryara ‘nikare bi tenê jiyana xwe bidomîne’ hatiye dayîn û wiha got:
“Li gel van hemû nexweşiyên kronîk ên giran, rewşa tenduristiya Mehmet Elçe di 7ê Îlona 2026an de careke din giran bûye ku ev yek bûye sedema rakirina wî ya nexweşxaneyê. Mehmet Elçe tenê ji ber ku hikûmxwarê muebbeta giran e nayê berdan. Li aliyekî rêjeya astengdariyê ya sedî 93 û raporên fermî yên bijîşkî yên bi gotina ‘nikare bi tenê jiyana xwe bidomîne’ hene, li aliyê din jî li pêşiya dermankirin û azadiya wî astengiyên qanûnî têne derxistin.”
‘Divê mafê jiyanê were esasgirtin’

Nazli Tûran destnîşan kir ku divê mafê jiyanê û rûmeta mirovahiyê li gorî cureya cezakirinê, nîşaneya sûc an jî rejîma înfazê neyê guhertin û wiha pêde çû: “Divê înfaza Mehmet Elçe, bi berçavgirtina rewşa wî ya tenduristiyê ya heyî û tespîta ATKê ya bi gotina ‘nikare bi tenê jiyana xwe bidomîne’ yekser bê taloqkirin, ew bê berdan û gihîştina wî ya bi xizmeta tenduristiyê ya giştî ya ku hemû nexweşiyên wî yên kronîk vedihewîne, bê misogerkirin. Mewzûata qanûnî ya ku pêşî li ber berdana hikûmxwarê muebbeta giran ên bi sedema nexweşiya giran digire, divê bi esasgirtina mafê jiyanê lezgînî bê guhertin.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Enqere

Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 628emîn a çalakiya xwe de têkildarî rewşa girtiyê nexweş Îzzethan Aykut, li Kolana Sakaryayê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parastvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta ‘Tedawî maf e nayê astengkirin, divê girtiyên nexweş demildest bên berdan’ hate rakirin. Girseyê diruşmên ‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’ û ‘Tecrîd îşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe’ berz kir.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka ÎHDê ya Enqereyê Sevîl Turgut ve hat xwendin.
‘Mayîna wiya li girtîgehê xetere ye’

Sevîl Turgut bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îzzethan Aykut ku 30 sal e di girtigehan de ye û wiha axivî: “Îzzethan Aykut di girtigeha Girtî ya Tîpa Tê ya hejmar 1 a Afyonkarahisarê tê ragirtin. Nexweşiyên wî yên giran hene û mayîna wî ya li girtîgehê xetere ye. Nexweşiyên weke ne terbûna dil, ne terbûna kezeba reş, behntengiya kronîk, nexweşiya kezep, vertîgo û demek dirêj e nexweşiyên çermê jî lê peyda bûne. Li gor raporên ÎHDê jî nexweşiyên wî yên berê jî hene û ew nexweşî berdewam dikin. Ji bo dermankirina diranan 850 dolar pere daye lê dermankirina wî ji ber guherina girtigehê pêk nehatiye. Ji ber êşa diranan di 2024an de ji bo dermankirinê xwestiye biçê nexweşxaneyê lê ji ber ferzkirina lêgerîna nav dev qebûl nekiriye, dermankirina wî jî pêk nehatiye. Ji ber nexweşiyên wî yên giran divê di 16ê Îlona 2026an de bihata berdan. Lê Lijenya Çavderî û Îdare berdana wî taloq kiriye. Endameke lijneyê nexweşiya wî berçav girtiye û berdana wî ji nû ve hatiye nirxandin. Dîroka nirxandina nû di 18ê Kanûna 2026an de ye. Rewşa nexweşekî vî rengî giran û ew 30 sal e di girtigehê de ye, nayê qebûlkirin ku 3 meh dîsa di girtigehê de bimîne. Ew dem ji bo jiyana wî dibe xetereyek. Divê Lijneya Çavderî û Îdare ye rewşa giranbûna xweşiyên wî û girtina wî ye 30 salan ber çavan bigire û biryara berdanê bide.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.













