Girtiyê nexweş ê dil Celal Yildirim ku li Girtîgeha Tîpa T a Hîlvan tê girtin, duh şev rewşa wî xirab bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Eyyûbiyeyê ya Rihayê. Hate hînbûn Celal Yildirim anjiyo bûye û rewşa wî krîtîk e.
Girtiyê nexweş Celal Yildirim (56) ku li Girtîgeha Tîpa T a Hîlvanê tê girtin, ji ber nexweşiya dil rakirin nexweşxaneyê. Celal Yildirim ê ku duh şev rewşa wî li girtîgehê xirab bû, sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Eyyûbiyeyê ya Rihayê kirin.
Hate hînbûn ku Celal Yildirim li nexweşxaneyê anjiyo bûye û rewşa wî ya tenduristiyê krîtîk e. Hat destnîşankirin ku Yildirim di asteke bilind de pirsgirêka nexweşiya dil dijî û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Celal Yildirim kî ye?
Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê di 18ê Gulana 2019an de di encama şerekî de polîsekî komîser û 2 endamên HPGê jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî vî şerî li navçeyên Xelfetî û Hewagê 55 kes hatibûn binçavkirin. Celal Yildirim jî yek ji wan welatiyan bû ku di çarçoveya vê dozê de hatibû binçavkirin ku di raya giştî de wekî “Dosyaya îşkenceyê ya Xelfetiyê” tê zanîn.
Di encama darizandinê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Celal Yildirim hatibû birîn. Piştî ku biryar hate erêkirin, di sala 2024an de Celal Yildirim hatibû girtin û ji wê demê ve li Girtîgeha Tîpa T a Hîlvanê de tê girtin.













