ÎHDê rapora sala 2025an a girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn eşkere kir. Li gor raporê di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirinên mafan li girtîgehên bajarên li Herêma Anatoliya Navîn pêk hatine.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê rapora sala 2025an a girtîgehên li Herêma Anatoliya Navîn li avahiya şaxa xwe ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê eşkere akir. Rapor ji aliyê rêveberê şaxê Bariş Barişik ve hate xwendin.
Bariş Barişik diyar kir ku rapor di encama xebatên çavderî û serîlêdanan de pêk hatiye û li gor daneyên wan berhev kirine herî kêm 577 caran binpêkirinên mafan pêk hatine û di saleke de herî kêm 2 hezar û 338 binpêkirinên mafan qewimîne. Barişik anî ziman ku rapor li ser 8 xalan, mafê tendirustiyê, îşkence, tecrîd, muameleya xirab, mafê înfazê, mafê têkiliyê, mafê civakî û şert û mercên girtîgehê di nav xwe de dihewîne û wiha got: “Taybet di girtîgehên tîpên S û Tîpên Fyê de girtî bi îzolasyonê û tenêtiyê re rû bi rû ne û ev yek bandoreke mezin li ser derûniya girtiyan dike. Her wiha mafê tenduristiyê jî tê binpêkirin û girtî ji ber ferzkirina muayeneyê bi kelemçe û lêgerîna nava dev naçin nexweşxaneyê. Rêveberiya çavderiyê ya girtîgehan poşmantiyê li ser girtiyan ferz dike û bi hincetên cuda cuda berdana girtiyan taloq dike. Di girtîgehan de muameleya xirab, dar, lêgerîna tazî, gef xwarin û lêgerîna kêfî ya qawîşan tê kirin. Li ser vê yekê gelek serîledan ji me re hatin. Divê ev îdia bi awayekî xweser û bi bandor bê lêkolînkirin.”
Bariş Barişik di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got ku di vê pêvajoyê de binpêkirinên bi vî rengî nayên qebûl kirin û li gor rûmeta mafên mirovan divê gavên şenber û hiqûqî bên avêtin.

Bariş Barişik ji bo binpêkirinên girtîgehan bi dawî bibin ev daxwaz rêz kirin:
* Divê girtî bi rihetî bigihîjin mafê tenduristiyê û di sewqkirinê de tu pirsgirêk dernekeve.
* Divê ji bo girtiyên nexweşiya wan giran e û temenê wan mezin e ji aliyê saziyên xweser ên tenduristiyê ve rewşa wan be lêkolînkirin û girtiyên ku tedawiya wan nepêkan e demildest bên berdan.
* Divê sepanên weke muayaneya bi kelepçe û lêgerîna nava dev bi dawî bibin û li gor rûmeta mirovahiyê tedawiya girtiyan bê kirin.
* Divê girtî ji ber tenduristiya xwe bikaribin bigihîjin xwarinên bi tenduristî yên li gorî diyeta wan.
* Divê îddiayên îşkence û muameleya xirab ji bi awayekî xweser bên lêkolînkirin.
* Divê sepanên tecrîdê bi dawî bibin û mafê girtiyan ên civakî weke kurs, atolye, werzîş û hwd. pêk werin.
* Divê Rêveberiya Çavdêriyê ya Girtîgehan ne li gorî siyasetê biryar bidin û poşmantiyê li ser girtiyan ferz nekin.
* Divê mafê hevdîtinê yê girtiyan bê misogerkirin û girtî bikaribin xwe bigihînin pirtûk, rojname û weşanan.
* Divê sepanên ku ji ber zimên mafê gihandina weşanan a girtiyan tê astengkirin bi dawî bibin û girtî bikaribin ji bilî Tirkî jî xwe bigihînin weşanan.
* Divê şert û mercên paqîjiyê yên girtîgehan pêk werin û girtî bikaribin bigihîjin ava paqîj.
* Divê pêdiviyên taybet ên jin, LGBT+, asteng, temên mezin û girtiyên nexweş li ber çavan bê girtin û sepanên li dijî van kesan cihekariyê dike, bi dawî bibin.”













