Şaxa ÎHDê ya Amedê derbarê kuştina Mehmet Sîncar daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar diyar kir ku ji bo gelê Kurd Mehmet Sîncar ne yek kes e, bi sedan Mehmet hene û wiha got: “Em ê bîra şehîdên xwe bi rêzdarî bidin jiyandin û têkoşîna wan li ser xeta rast bidomînin.”
Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar di 4ê Îlona 1993yan de di encama êrîşa çekdarî de hatibû qetilkirin. Di salvegera 33yemîn a kuştina Mehmet Sîncar de Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di avahiya xwe de daxuyanî da çapemeniyê. Hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar, hevserokê ÎHDê ya Amedê Ercan Yilmaz û parêzerê dosyayê Mehdî Ozdemîr tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên Mehmet Sîncar danîn ser maseyê.
Hevserokê ÎHDê ya Amedê Ercan Yilmaz, Cîhan Sîncar û parêzerê dosye yê Mehdî Ozdemîr di daxuyaniyê de axivîn.
‘33 sal in ev qetlîam nehatiye ronîkirin’
Ercan Yilmaz di axaftina xwe de bal kişand ser mabesta daxuyaniyê û wiha got: “Em ji bo bîranîna salvegera şehadeta Mehmet Sîncar û her wiha têkildarî serlêdana ku malbat dê ji bo Serokatiya Daîreya Lêkolîna Kuştinên Kiryar-Nediyar a ku bi ser Midûriyeta Giştî ya Karên Cezayê ya Wezareta Dadê ve hatiye avakirin re bikin, hatine gel hev. Weke ku hûn jî dizanin, dema em behsa salên 90î dikin, her tim behsa konseptekî tê kirin. Yek ji mînakên herî berbiçav ê vî konseptê kuştina Mehmet Sîncar e. Ji ber ku di dema xebateke ku ji bo lêkolîna windakirinên bi darê zorê û kuştinên kiryar-nediyar ên ku partiya siyasî û kevneşopiya siyasî ya ku ew temsîl dike rû bi rû made kiribû, li gel endamê partiyê yê bi navê Metîn Ozdemîr rastî êrîşeke çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Di nava 33 salên ku ji wê rojê heya îro derbas bûn de ev cinayet û sûîqasta siyasî nehate ronîkirin.”
‘Mehmet Sîncar aşiqê xelkê xwe û welatê xwe bû’
Cîhan Sîncar da zanîn ku gelê Kurd Mehmet Sîncar baş nas dikir û ew her tim ji bo gelê xwe têkoşiya ye. Cîhan Sîncar bal kişand ser kiryarên salên 90î yên li hemberî gelê Kurd û ev tişt anî ziman: “Mehmet Sîncar aşiqê xelkê xwe bû, aşiqê welatê xwe bû, aşiqê zimanê xwe bû, aşiqê hebûna xwe bû, aşiqê statuya miletê xwe bû. Wê demê, demek gelek zehmet bû. Her roj cenaze dihatin şewitandin, bi hezaran kes dihatin kuştin, xelk ji gundên xwe dihatin derxistin, koçber dibûn, dihatin kuştin û otopsiya wan nedikirin. Pêvajoyeke gelek zehmet bû. Lê tevî vê yekê jî, bi berxwedana gelê me û bi edalet û wijdana vî welatî, em li gel xelkê xwe sekinîn. Dewletê bi xwe jî ev biryara xwe dabû. Wê demê Tansu Çîller serokwezîr bû û di meclîsê de jî ev yek hatibû gotin. Her kesî dizanibû ku ev polîtîkaya qirkirinê li ser Kurdan tê meşandin. Lê miletê Kurd tu carî li hemberî vê yekê paşve gav neavêt, têkoşîna xwe mezin kir û li ber xwe da. Mehmet ne yek kes e, bi sedan Mehmet hene. Em ê tim bîra şehîdên xwe bi rêzdarî bidin jiyandin û têkoşîna wan li ser xeta rast bidomînin.”
‘Hemû berpirsyar divê bên eşkerekirin’
Herî dawî parêzerê dosyayê Mehdî Ozdemir axivî û ev tişt vegot: “Di qonaxa ku em îro hatine de, di nava heyama 33 salan de em şahidê pêvajoyeke darizandinê ne ku tenê bi aliyê tetîkçî û bi aliyê Hizbullahê ve kujer diparêze, spî dike û doza Mehmet Sîncar bi tevahî bêkuj dihêle. Dema em ji aliyê dewletê ve lê dinêrin, me dît ku li ser paşxaneya vê cinayetê ya ku JÎTEM û rêxistinbûnên wisa yên di nava dewletê de kom bûne hedef digire, tu lêkolînek nehatiye meşandin. Tê gotin ku qetilkirina Mehmet Sîncar bi destê hêzên paramîlîter ên di nava dewletê de hatiye kirin. Wekî ku me di serlêdana xwe ya ji bo Serokatiya Daîreya Lêkolîna Sûcên Kiryarên Nenas de anî ziman, me xwest ji hêzên di nava dewletê de bigirin heta tetîkçî û yê alîkariyê dikin, hemû berpirsyar divê bên eşkerekirin û rîska bêcezayîbûnê bê rakirin.”













