Stenbol – Rêvebera Desteya Navendî ya ÎHDê û hiqûqnas naskirî Eren Keskîn derbarê binçavkirinên bi hinceta tevlibûna şîn û bîranînên gerîlayan pêk hatine de diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê îmzakarê Peymana Cenevreyê ye û got: “Divê li gorî peymanê; kesên jiyana xwe ji dest dane re rêz werin girtin. Dîsa li gorî xala 130yemîn a TCKê a derbarê ji mirî re rêzgirtin û yadîgariyê ye. Kî heqaret li yadîgariya mirî bike, sûc e. Astengiya şînan, binçavkirina kesên tev li şîn û bîranînan bûne li gorî min heqareta li yadîgariya mirî ye. Ev nêzîkatî ne li gorî hişmendiya aştiyê ye. Divê mirov bi azad şîna xwe deynin û êşên xwe bikişînin.”
Piştî Tevgera Azadiya Kurdistanê şehadeta gelek endamên xwe eşkere kir li hin bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê şîn hatin danîn û bernameyên bîranînê hatin lidarxistin. Bi hezaran kes tev li şîn û bîranînan bûn û xwedî li şehîdên xwe derketin. Li Amed û Manîsayê li dijî kesên ku tev li şîn û bîranînê bûne operasyonek pêk hat û nêzî 15 kesan hatin binçavkirin. Gelek kes li dijî operasyonan bertek nîşan dan û diyar kirin ku binçavkirin hem li dijî hiqûqê ye, hem jî li dijî ruhê pêvajoyê ye.
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û hiqûqnasa naskirî Eren Keskîn derbarê zextên li ser şîn û bîranînan de ji Ajansa Welat re axivî.
‘Tevî êşên giran jî gelê Kurd israra xwe ya aştiyê berdewam dike’
Eren Keskîn diyar kir ku piştî salên dirêj ên şer û tundiyê îro pêvajoyek heye û wiha got: “Her çiqas hê ji aliyê dewletê ve gavên berbiçav nehatibin avêtin jî gelê Kurd biryara xwe ya aştiyê daye û her dem dianî ziman. Di şer de gelek kes dayik, bav, zarok û xizmên xwe winda kirin. Bi salan bêagahî li benda xizmên xwe sekinîn. Bi hezaran kes îro li erdnigariya Kurdistanê bi heman rewşê dijîn. Sax an jî mirî her roj li benda agahiyê man û wisa jiyan kirin. Ev pevçûn ji bo her du aliyan jî heman êş anî. Li gel me gotinek heye, rengê hêsiran tune ye. Ev di rastiya jiyanê derdixe holê. Tevahî êş dişibin hevdu. Heta îro destûr nehat dayîn ku gelê Kurd êşên xwe bikişînin. Miwekîlek min ji ber ku wêneyên zarokê xwe yê ku tev li gerîla bûye li dîwar daliqandî bû, îşkence lê hate kirin. Bûyerên wisa pêk hatin. Gelek êş hatin kişandin, laşê ku hatine parçekirin dan malbatan. Tevî van êşên giran jî gelê Kurd di aştiyê de israr kir û ev israr aştiyê berdewam dike. Îro jî dixwazin bi awayek azad xwedî li êşa xwe derkevin.”
‘Mirov tenê dixwazin êşên xwe bikişînin’
Eren Keskîn anî ziman ku tu zirarê şîn û bîranînan tune ye û axaftina xwe wiha domand: “Mirov tenê dixwazin êşên xwe bikişînin. Lê ji vê re jî tişt tên gotin. Li gorî min yek sedem heye; ev jî nijadperestî ye. Li vî welatî nijadperestî bi cih bûye. Di serî de bertekên wisa tunebûn. Şîn hatin danîn û bîranîn hatin lidarxistin. Lê piştî hedefnîşandana Şamîl Tayyar ê AKPyî me fêm kir ku dê operasyon pêk were. Piştî daxuyanî û gotinên Şamîl Tayyar li dijî şîn û bîranînan operasyon hate kirin. Ev operasyon nayê qebûlkirin, jixwe ne mirovî û ne jî hiqûqî ye. Dewleta Tirkiyeyê îmzakarê Peymana Cenevreyê ye. Ev peyman li dijî kesên di şer de jiyana ji dest dane berpirsiyarek derdixe holê û divê li gorî peymanê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rêz were girtin. Jixwe bi mirinê her tişt bi dawî dibe. Peymana Hiqûqa Şer a Cenevreyê dibêje ku; kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane divê bi rûmetî werin veşartin û mafê wan ê bernameya bîranînê heye. Ev tevahî bernameyên bîranînê jixwe li gorî hiqûqê hate lidarxistin. Derveyî hiqûqê tu tişt tune ye. Dîsa li gorî xala 130yemîn a TCKê têkildarî rêzgirtina ji mirî re û yadîgariyê ye. Kî heqaret li yadîgariya mirî bike, sûc e. Astengiya şînan, binçavkirina kesên tev li şîn û bîranînan bûne li gorî min heqareta li yadîgariya mirî ye. Ev nêzîkatî ne li gorî hişmendiya aştiyê ye. Divê mirov bi azad şîna xwe deynin û êşên xwe bikişînin. Heke pêvajo berdewam bike divê gel bi pêvajoyê bawer bike. Yek ji bingeha vê baweriyê jî danîna şînan a bi awayekî azad e.”
‘Astengkirina şîn û bîranînan li dijî ruhê pêvajoyê ye’
Eren Keskîn bal kişand ser binçavkirinên ku bi hinceta tevlibûna şîn û bîranîna pêk hatiye û ev yek anî ziman: “Bi rastî hinceta ‘propagandaya rêxistinê’ trajîkomîk e. Ji ber ku dewleta tiştek kir, yanî qanûnek amade kir. Ev qanûn jî derbarê PKKê de ye ku xwe fesix kiriye, biryara dawî anîna şerê çekdarî da. Di ser paşxistina dosyeyên PKKê de qanûn derxist. Astengkirina şîn û bîranînan li dijî ruhê pêvajoyê ye. Hûn dibêjin rêxistinek xwe fesix kiriye û raya giştî li benda biryara MGKê. Lê li aliyekî din ve jî ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane şîn hatine danîn, bîranînên ji bo yadîgariya wan tên kirin, lê radibin dibêjin propagandaya rêxistinê ye. Ev ji aliyê hiqûq, wîjdan û exlaqî ve nayê fêmkirin.”
‘Ev binçavkirin dê vegeran jî asteng bike’
Eren Keskîn di dawiya axaftina xwe de qala sedemên binçavkirinan kir û wiha got: “Ev binçavkirin dê vegeran jî asteng bike. Ji ber ku gelek kesên li derveyê welat bi fikra ‘êdî em nayên binçavkirin û girtin’ dê werin Tirkiyeyê. Lê hê jî astengkirina şînan, binçavkirina kesên tev li şînan dibin ji bo kesan bêbawerî derdixe holê. Ev jî vegeran asteng dike. Dewlet bi sepanên xwe bêbaweriyê derdixe holê. Heke aştiyê armanc dikin divê qanûnên ku bi xwe îmza kirin e qebûl bikin. Divê di çarçoveya pêvajoyê de hê gelek tişt pêk werin. Lazim e bi beramberî hev gelek tişt werin axaftin. Komîsyon werin avakirin. Lê hê ji niha ve şîn û bîranîn werin astengkirin, saziyên ku ji bo aştiyê dixebitin dê çawa bixebitin? Ev rewş baweriyê ji holê radike.”













