Serdana ji bo bîranîna cangoriyan endamên Tevgera Azadiyê bi tevlîbûn nûnerên saziyan û hezaran kes bi berzkirina dirûşma “Şehîd Namirin” didome.
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê ji bo endamên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Parka Koşuyoluyê ya Amedê ji bo sê rojan konê şînê ango konê bîranînê duh hate danîn. Bernameya bîranînê di roja duyemîn de berdewam dike.
Bernameya bîranînê îro jî bi serdanên girseyî didome. Bi hezaran kes, rêveber û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, rûspî, seyda, kesayet bi girseyî serdana bîranînê dikin û sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re dixwazin. Her wiha ji bi sedan kes ji bajarên derdora Amedê jî bi girseyî tên serdana bîranînê û dibin hevxemê êşa malbatan.
Di serdanê de girse bênavber dirûşmeya “Şehîd Namirin” berz dike û hestên xwe bi malbatan parve dikin û peyama xurtkirina têkoşînê û xwedîderketina li cangoriyan didin.




























