• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mehmet Sîncar hat bibîranîn: Gelê Kurd baş dizanin ku kî van komkujiyan kiriye

    Mehmet Sîncar hat bibîranîn: Gelê Kurd baş dizanin ku kî van komkujiyan kiriye

    Bîranînên li Çewligê bi girseyî hatin ziyaretkirin

    Bîranînên li Çewligê bi girseyî hatin ziyaretkirin

    Li dijî hişbir û fihûşê daxuyanî: Ji bo heqîqet û jiyana azad ‘Rabin’

    Li dijî hişbir û fihûşê daxuyanî: Ji bo heqîqet û jiyana azad ‘Rabin’

    Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

    Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

    Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

    Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

    Alîgirên Amedsporê li ber BBPê pankarta ‘Hûn kor bin jî hûn ê bibînin’ vekirin

    Alîgirên Amedsporê li ber BBPê pankarta ‘Hûn kor bin jî hûn ê bibînin’ vekirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Êlih / AW

4 ÎLON 2026 - 20:21
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
DEM Parti û DBPê yên Êlihê bi boneya bîranîna salvegera kuştina Mehmet Sîncar, Metîn Ozdemîr û Hatîp Kiliç bi daxuyaniyek ew bi bîr anîn û gotin: “Gelê Kurd baş dizanin ku kî van komkujiyan kiriye.”

Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar, Metîn Ozdemîr û Hatîp Kiliç ên ku di 2-4ê Îlona 1993yan de encama êrişeke ku kujerên wan nediyar hatibûn kuştin, li Kuçeya Elmayê ya Êlihê ji aliyê DEM Partî û DBPê yên Êlihê ve hatin bibîranîn. Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a ku qeyim tayînî şûna wê hatiye kirin û gelek rêveber û endamên herdu partiyan û rêveberên gelek saziyên sivîl ên civakî yên bajêr tev li bûn. Beriya ku dest bi daxuyaniyê bikin ji bo cangoriyên azadiyê deqedeyek rêzgirtin û piştî rêzgirtinê ew bi daxuyaniyek hatin bibîranîn.

‘Kujerên wan diyar in’

Hevserokê DBPa Êlihê Resûl Çetîn ewil dest bi axaftinê kir û got, di sala 1993yan de rêhevalên wan Mehmet Sîncar, Metîn Ozdemîr û Hatîp Kiliç ji hêla hêzên kontrayê û yên tarî ve hatine qetilkirin û wiha axivî: “Qetilkirina wan ne meseleya ji bo ku siyasetmedar bûn, ji ber ku ew Kurd bûn hatin qetilkirin. Hevalên me nûnertiya siyaseta gelê Kurd û ya demokratîk dikirin. Ji ber wê sedemê raste raste bûne hedef û hatine qetilkirin. Em gelek salan bi hev re mane û jiyane. Mixabin li bajarê me gelek êrişên bi vî awayî hatine kirin. Li Kurdistanê gelek bûyerên bi vî awayî yên kujerên wan diyar in, hatine kirin. Her çiqas bûyerên bi vî awayî hatibin kirin, hê jî hişê civaka Kurd zindî ye. Heta edalet neyê, aştî jî nayê. Gelê Kurd baş dizanin ku kî van komkujiyan kiriye. Em tu carî ji van komkujiyan re nabêjin kujer nediyar, kujerên wan diyar in. Daxwaza gelê Kurd ew e ku êdî kujer derkevin holê. Ger ku ev pêvajo bi awayekî rast bimeşe divê hemû kujer jî yek bi yek derkevin holê. Da ku aştiyeke mayînde û bi rûmet pêk bê. Em şexsiyeta van hevalan de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin.

‘Heta edalet neyê, aştî jî nayê’

Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû jî anî ziman ku bi salan e ew dizanin ku kujer kîne û got ku hê jî ew weke nediyar tên pênasekirin û ev yek got: “Di van komkujiyan de li vî bajarî bi dehan kes hatine windakirin. Parlamenterê DEPê Mehmet Sîncar, Metîn Ozdemîr û rêveberên me Hatîp Kiliç û gelek şehîdên me careke din em wan bi bîr tînin. Em îro li vê kolanê navê hevalan dibêjin, lê gelek kolanên Êlihê bi dehan hevalên me hatine qetilkirin. Di ser de sal jî derbas bûn, dîsa ew nehatine jibîrkirin û ew ê neyên jibîrkirin jî. Îro li Tirkiyeyê nêzîkî du salan e ku pêvajoyek hatiye destpêkirin. Bi derketina dengê birêz Ocalan ê ji Îmraliyê û atmosfera pêvajoyê aştiyê li her derî xistiye. Di bin banê meclisa Tirkiyeyê de yasayek hate derbaskirin, ev jî ji hezar gavên ku divê bihatana avêtin yek jê bû. Û divê berdewamiya wê jî bê. Heta ku bi kiryarên demên borî hevdîtin neyên kirin, bi van gavên ku hatine avêtin aştiyeke mayînde pêk nayê. Heta edalet neyê, aştî jî nayê. Em careke din li vir banga xwe nû dikin, hê nebûye dereng kujerên ku van hevalên me qetilkirine wan derxin li hemberî edaletê û divê hesab bidin. Em ji bîr nakin û em ê nedin jibîrkirin.”

Piştî ku axaftin bi dawî bûn girseyê qurnefîlan danîn erdê.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê: Em qabûl nakin ku bîranînên me bibin sedema binçavkirinê

Li Amedê îfadeyên kesên ku hatibûn binçavkirin hat girtin

4 ÎLON 2026
Bîranînên li Çewligê bi girseyî hatin ziyaretkirin

Bîranînên li Çewligê bi girseyî hatin ziyaretkirin

4 ÎLON 2026
Li dijî hişbir û fihûşê daxuyanî: Ji bo heqîqet û jiyana azad ‘Rabin’

Li dijî hişbir û fihûşê daxuyanî: Ji bo heqîqet û jiyana azad ‘Rabin’

4 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
‘Divê jin bi awayekî temsîliyeta wekhev di mekanîzmayan de cih bigirin’

‘Divê jin bi awayekî temsîliyeta wekhev di mekanîzmayan de cih bigirin’

4 ÎLON 2026
Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li dijî HDK operasyona binçavkirinê: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin

    Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Mûşê angaşta cerdevanekî destdirêjî li kesekî astengdar kiriye: Piştî 14 salan gilî hate kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meş û çalakiyên 1ê Îlonê: Daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên têkoşîna azadiyê li Stenbolê hatin bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîs bi awayek korsan ketin Komeleya Amargiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 1ê ÎLONA 2026

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo Fermandara YJA-Starê Girîn Taş bîranîn hate lidarxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne