Stenbol – Rêveberê Şaxa ÎHDa Stenbolê Hasan Yavîç diyar kir ku divê dewlet bersiva gotin û êrişên nijadperest bide û wiha got: “Kesên êrişkar wêrekiya xwe ji bêdarizandinê digirin. Dema ku bûyerek neyînî û gotinên nijadperest çêdibin, divê tevahiya civakê bertek nîşan bide. Ji ber ku xwedîderketin hewce ye. Divê êdî zimanê aştiyê were bikaranîn.”
Karkerên Kurd ên ku ji navçeya Silopiyaya Şirnexê ji bo karê demsalî çûbûn gundê Bektaşliyê yê navçeya Alapliyê ya Zonguldakê, di 22yê Tebaxê de rastî êrişeke nijadperestî hatin. Dîsa welatiyên Kurd ji bo karê demsalî ji Mêrdînê çûbûn navçeya Gumuşovayê ya Duzceyê, ev karker jî di 23yê Tebaxê de rastî êrişeke nijadperestî hatin.
Di hefteya 2yemîn a Lîga Superê de, di 24ê Tebaxê de Amedspor û Kocaelîspor li Stadyuma Kocaeliyê hatin hemberî hev. Hin alîgirên Kocaelîsporê li trîbunan “kîsikên zer” rakirin, nîşanî alîgirên Amedsporê dan û gef li alîgirên Amedsporê xwarin. Ev êrişên nijadperest û gefên kuştinê di nava gelê Kurd bû cihê nerazîbûn û hêrsek zêde.
Rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Hasan Yavîç derbarê êrişên nijadperest ên li ser welatiyên Kurd de axivî.
‘Li dijî provokasyonan sekna gel girîng e’
Hasan Yavîç diyar kir ku kesên ku li dijî pêvajoyê ne, bi peyam û gotinên xwe nijadperestiyê nîşan didin û wiha got: “Dibe ku ji bo pêvajo bi selametî bi rê ve neçe, provokasyon jî çêbikin. Lê li dijî provokasyonan sekna gel girîng e. Li dijî gotinên nijadperestî çawa bisekinin, ev gelek girîng e. Em jî weke parêzvanên mafên mirovan li dijî van êrişên nijadperest in û em dinêrin ka çawa dikarin mafê gel biparêzin. Li gorî berê, li Tirkiyeyê rewş hinek baştir e. Berê dema li dijî gelê Kurd gef û gotinên nijadperestî dihatin kirin, tu tişt nedihat kirin. Dadgeh jî bêdeng bûn. Lê di demên dawiyê de bi zexta civakê dewlet gav diavêje. Tabî divê were zanîn ku her tişt girêdayî pêvajoyê ye. Lê xuya ye ku aliyê desthilatê ku pêvajoyê bi rê ve dibin, pêşiya gotinên nijadperest nagire.”
‘Divê dewlet jî bersiva nijadperestiyê bide’
Hasan Yavîç destnîşan kir ku ev pêvajo ne tenê ji bo gelê Kurd e û wiha axivî: “Pêvajo dê bandorê li ser tevahiya civakê bike. Ji ber vê yekê jî divê civak xwedî li pêvajoyê derkeve. Dema ku bûyereke neyînî û gotinên nijadperestî çêdibin, divê tevahiya civakê bertek nîşan bide. Ji ber ku xwedîderketin hewce ye. Divê êdî zimanê aştiyê were bikaranîn. Kesek gotinên nijadperestî got û tiştên din çêkir, divê dewlet jî bersiva wan tiştan bide. Herî dawî di maça Kocaeliyê de kîsikên zer hatin vekirin, berê jî dîsa wêneyên kujeran hatibûn vekirin. Ev li dijî gelê Kurd şerekî psîkolojîk e. Dewlet jî bi zanebûn tiştek nekir. Heke darizandineke baş hatibûya kirin, êriş berdewam nedikir. Kesên êrişkar jî wêrekiya xwe ji vir digirin. Ji bo pêşerojê, kesên ku gotinên nijadperestî dikin û dixwazin di nava civakê de fitnê zêde bikin, divê werin astengkirin. Jixwe di zagonan de xalên li dijî nijadperestiyê hene, lê ev nayên bikaranîn.”
‘Divê gav bên avêtin ku guman ji holê rabin’
Hasan Yavîç anî ziman ku guman di navbera her du aliyên ku pêvajoyê bi rê ve dibin de heye û ev yek anî ziman: “Ev guman jî bi avêtina gavan dê ji holê rabe. Ev rojên em tê de derbas dibin şens e. Heke rayedar li dijî êrişên li ser karkerên Kurd û nijadperestiyê sekneke baş nîşan bidin, her du alî jî zimanê aştiyê bi kar bînin, dê di rojên pêş de guman jî holê rabin. Divê dewlet jî destûr nede gotinên nijadperestî. Dema ku bûyerên nijadperestî çêdibin, ÎHD jî vê yekê weke îhlaleke mafê mirovan dibîne û di pêvajoyê de cih digire. ÎHD rapor amade dike û tev li darizandinê dibe. Îhlaleke mafê mirovan hebe, ÎHDê her dem bi rola xwe radibe.”













