• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
05 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

    Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

    Şehmus Karadag: Şehîd rûmeta vî gelî ne

    Şehmus Karadag: Şehîd rûmeta vî gelî ne

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 5ê ÎLOANA 2026an

    Mehmet Sîncar hat bibîranîn: Gelê Kurd baş dizanin ku kî van komkujiyan kiriye

    Mehmet Sîncar hat bibîranîn: Gelê Kurd baş dizanin ku kî van komkujiyan kiriye

    Bîranînên li Çewligê bi girseyî hatin ziyaretkirin

    Bîranînên li Çewligê bi girseyî hatin ziyaretkirin

    Li dijî hişbir û fihûşê daxuyanî: Ji bo heqîqet û jiyana azad ‘Rabin’

    Li dijî hişbir û fihûşê daxuyanî: Ji bo heqîqet û jiyana azad ‘Rabin’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Gulîzar Turkoz/AW

5 ÎLON 2026 - 09:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Endamê rêveberiya MEBYA-DERê Şehmus Karadag da zanîn ku bi hezaran gerîla di oxira azadiyê de jiyana xwe feda kirine û wiha got: “Şehîd rûmeta vî gelî ne û divê di asta herî bilind de xwedî li bîranîna wan bê derketin.”

Demek berê Tevgera Azadiya Kurdistanê şehadetên gerîlayên di dem û deverên cuda de jiyana xwe ji dest dane ragihand û li gel van li gelek navendan ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê bîranîn hat lidarxistin û hê jî tên lidarxistin. Bi sed hezaran welatî serdana şînan kirin û xwedî li cangoriyên xwe derketin. Lê ev xwedîderketina bîranînan ji hêla rayedarên AKPî ve hatin hedefgirtin û piştî hedefgirtinê gelek kes bi hinceta tev li bîranîna bûne, hatin binçavkirin. Li ser medyaya dijîtal jî ji aliyê kesên li dijî pêvajoyê ne li hember bîranînan nêzîkatiyeke nijadperest hat nîşandan.

Endamê rêveberiya MEBYA-DERê Şehmus Karadag derbarê êrîşên li ser şehîdên gelê Kurd ji ajansa me re axivî.

‘Bi her awayî gelê Kurd xwedî şehîden xwe derketiye’

Şehmus Karadag di axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd di bin her şertî de xwedî nirxên xwe derketiye û wiha got: “Di mijara warê xwedîderketina li cenazeyan de, dema ku mirov bi awayekî durust û bi berpirsiyarî ji aliyê dîrokî, exlaqî û wijdanî ve li mijarê binêre, tê dîtin ku gelê Kurd di gelek waran de xwedî li nirxên xwe derketiye. Çawa li cîhanê civak bi awayekî bi rûmet xwedî li cenaze û şehîdên xwe derdikevin, gelê Kurd jî bi heman awayî xwedî li şehîdên xwe derketiye.”

‘Gelê Kurd berdêlên giran da’

Şehmus Karadag zanîn ku gelê Kurd di rêya tekoşîna Tevgera Azad a Kurd de gelek berdelên giran daye û got ku berdelên herî giran jî malbatên ku zarokên xwe winda kirine dane û wiha pê de çû: “Bi salan e gelê Kurd di vê oxirê de berdêlên giran daye, şehîd daye û bi awayekî fedakarane ev nirx parastiye. Bi taybetî di warê rêxistinbûn û pergala civakî de, tevî hemû astengiyan jî malbatên şehîdan xwedî li van nirxan derketine. Malbatên şehîdan bi kedeke mezin zarokên xwe mezin kirine, di nava şert û mercên zehmet de têkoşîneke mezin raber kirine.”

‘Divê statûya şehîdan bê naskirin’

Herî dawî Şehmus Karadag diyar kir ku desthilatdar divê statûya van şehîdan qebûl bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîst e desthilat û saziyên têkildar jî vê rastiyê qebûl bikin. Divê statûya şehîdan bê naskirin, mafên wan ên qanûnî û exlaqî werin parastin. Gelê Kurd mafê xwe yê di vî warî de dixwaze û divê her kes rêzê li van nirxên pîroz bigire. Ev şehîdên ku ji bo azadiyê jiyana xwe feda kirine, rûmeta vî gelî ne û divê di asta herî bilind de xwedî li bîranîna wan bê derketin.”

Etîket: bîranîna şehîdanMEBYA-DERŞehmus Karadag
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şehîdên Tevgera Azadiyê li Stenbolê tên bibîranîn

Şehîdên Tevgera Azadiyê li Stenbolê tên bibîranîn

4 ÎLON 2026
Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

31 TEBAX 2026
Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

30 TEBAX 2026
Şehîdên têkoşîna azadiyê li Stenbolê hatin bibîranîn

Şehîdên têkoşîna azadiyê li Stenbolê hatin bibîranîn

29 TEBAX 2026
Li Nisêbînê bîranîna şehîdan di roja 3yemîn de didome

Li Nisêbînê bîranîna şehîdan di roja 3yemîn de didome

29 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Bîranîna şehîdên Nisêbînê bi serdanên girseyî didome

28 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li dijî HDK operasyona binçavkirinê: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin

    Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Mûşê angaşta cerdevanekî destdirêjî li kesekî astengdar kiriye: Piştî 14 salan gilî hate kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meş û çalakiyên 1ê Îlonê: Daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîs bi awayekî korsan ketin Komeleya Amargiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 1ê ÎLONA 2026

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo Fermandara YJA-Starê Girîn Taş bîranîn hate lidarxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hamdiye Komurcu hat bibîranîn: Têkoşîn û gotina gelê Kurd bûye yek

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne