* Rêvebera Desteya Navendî ya ÎHDê û hiqûqnasa naskirî Eren Keskîn derbarê binçavkirinên bi hinceta tevlibûna şîn û bîranînên gerîlayan pêk hatine de diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê îmzakrê Peymana Cenevreyê ye û got: “Li gorî peymanê; kesên jiyana xwe ji dest dane re divê rêz were girtin. Dîsa TCK xala 130emîn derbarê ji miriyan re rêzgirtin û yadîgariyê ye. Kî heqaret li yadîgariya miriyan bike, sûc e. Astengiya şînan, binçavkirina kesên tev li şîn û bîranînan bûne li gorî min heqareta li yadîgariya mirî ye. Ev nêzîkatî ne li gorî hişmendiya aştiyê ye. Divê mirov bi azad şîna xwe deynin û êşên xwe bikişînin.”
* Endamê rêveberiya MEBYA-DERê Şehmus Karadag da zanîn ku bi hezaran gerîla di oxira azadiyê de jiyana xwe feda kirine û wiha got: “Şehîd rûmeta vî gelî ne û divê di asta herî bilind de xwedî li bîranîna wan bê derketin.”
* Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Colemêrgê dê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam bikin. (12:00)
* Dayikên Şemiyê dê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane berdewam bikin. (12:00)
* Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber Sumerbanka Kevin ya li Konakê daxuyanî bide. (13:00)
* Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Enqereyê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya xwe ya heftane berdewam bike. (13:00)









