• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    ‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

    ‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

    Konseya Ewropayê banga berdana Yuksekdag û Demîrtaş kir

    Konseya Ewropayê banga berdana Yuksekdag û Demîrtaş kir

    Kujerê 22 Kurd û berpirsê JÎTEMa Qoserê: Hasan Atîlla Ugur

    Yek ji faîlên salên 90î Atîlla Ugur hate berdan

    ‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

    ‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Stenbol / AW

19 ÎLON 2026 - 12:51
Kategorî: ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1121emîn de li aqûbeta Cemîl Kirbayir ê ku di sala 1980an de hatibû windakirin pirsin û wiha gotin: “Dayika Cemîl, Berfo Kirbayir tenê daxwazekî kir; beriya ku ez bimirim kurê min bibînin. Di doza Cemîl Kirbayir nîşanî me kir ku ‘lêpirsînek baş neyê meşandin, pêşiya dadê ji aliyê bêcezahiştinê ve tê girtin.”

Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1121emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê, Dayikên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Cemîl Kirbayir ê ku di sala 1980an de hatibû windakirin, pirsîn.

Metna daxuyaniyê Dayika Şemiyê Îkbal Eren xwend.

‘Malbata Kirbayir tu carî dev ji lêgerîna Cemîl berneda’

Îkbal Eren anî ziman ku di salvegera 46emîn a windakirina Cemîl Kirbayir de ew aqûbeta wî dipirsin û wiha got: “Di hefteya 1121emîn de aqûbeta Cemîl Kirbayir ku dem wekî mertal tê bikaranîn dipirsin. Cemîl Kirbayir 26 salî û xwendekarê Enstituya Perwerdeyê ya Qersê bû. Di 13yê Îlona 1980an de li Gundê Okçûyê ya girêdayî Erdexanê li mala xwe hate binçavkirin. Malbat ji bo Cemîl bibîne çûn avahiyên ewlehiyê. Di 8ê Cotmehê de ji malbatê re hate gotin ku kurê wan firar kiriye û carekî din neyên vir. Piştî wê rojê tu agahî ji Cemîl nehat girtin. Serlêdanên bav Îsmaîl Kirbayir û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê bêencam hate hiştin. Lêpirsînek baş nehat meşandin. Malbata Kirbayir tu carî dev ji lêgerîna Cemîl berneda.”

‘Lêpirsînek baş neyê meşandin, pêşiya dadê ji aliyê bêcezahiştinê tê girtin’

Îkbal Eren destnîşan kir ku dayika Cemîl Berfo Kirbayir ji bo aqûbeta kurê xwe fêr bibe bi salan têkoşiya û ev tişt anî ziman: “Di 5ê Sibata sala 2011an de Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan bi Berfo Kirbayir a 103 salî re hevdîtin pêk anî. Berfo Kirbayir tenê daxwazekî kir; beriya ku ez bimirim kurê min bibînin. Piştî vê hevdîtinê li Meclîsê Komîsyona Lêkolînê hate avakirin û hin belgeyan dest xist û raporekî 350 rûpel hate amadekirin. Di raporê de hate tespîtkirin ku Cemîl Kirbayir di binçav de hatiye kuştin û laşê wî ji aliyê kesên ku bûne sedema kuştina wî ji holê hatiye rakirin. Bi vî awayî ji aliyê saziyên dewletê jî hate aşkere ku Cemîl di binçav de hatiye windakirin. Komîsyona Lêkolînê derbarê Serdozderiya Komara ya Qersê de gilî kir. Lê dîsa polîtîkiya bêcazahiştinê kete meriyetê û di 15ê Sibata 2020an de biryara demborî hate dayîn. Di doza Cemîl Kirbayir nîşanî me kir ku ‘lêpirsînek baş neyê meşandin, pêşiya dadê ji aliyê bêcezahiştinê ve tê girtin.’ Em dîsa dibêjin di sûcê windakirinê de biryara bêcezahiştinê ne pêkan e.”

‘Bavê min deyndar jiyana xwe ji dest da’

Birayê Cemîl Kirbayir Mîkaîl Kirbayir jî ev tişt vegot: “Wekî her zindiyek mirov jî tên dinê û dimirin lê yê me cuda ye, nemirîn hatin kuştin. Yek ji wan birayê min Cemîl bû. Beriya 46 salan Cemîl ji aliyê dewletê ve hate kuştin. Bavê min û parêzerê wî serlêdan kirin û aqûbeta birayê min pirsîn. Heta sala 1991an tu tişt nehat kirin û bavê min jiyana xwe ji dest da. Bavê min deyndar jiyana xwe ji dest da. Dayika min mala me boyax nekir da ku dema birayê min vegere bila mala xwe nas bike. Destûra Bingehîn jî benda mirina min e ku dozê bixe. Lê ez bimirim jî ev qada hişmendiyê, Qada Galatasareyê li pey we be.”

Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.

Etîket: Berfo KirbayirCemîl KirbayirDayikên ŞemiyeXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

19 ÎLON 2026
‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

19 ÎLON 2026
ÎHD: Gelên me gelek êşên mezin kişandin lê dewlet bi van êşan re hevrû nebû

ÎHD: Gelên me gelek êşên mezin kişandin lê dewlet bi van êşan re hevrû nebû

12 ÎLON 2026
Xizmên Windayan: Lêgerîna edaletê dê tu carî bi dawî nebe

Xizmên Windayan: Lêgerîna edaletê dê tu carî bi dawî nebe

5 ÎLON 2026
‘Heta dîtina windayan û darizandina berpirsan em ê têbikoşin’

‘Heta dîtina windayan û darizandina berpirsan em ê têbikoşin’

29 TEBAX 2026
Xizmên Windayan li sê bajaran daxwaza edaletê kir

Xizmên Windayan li sê bajaran daxwaza edaletê kir

22 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne