Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih û Colemêrgê vê hefteyê jî çalakiya xwe domandin. Di çalakiyên vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Gundem û Hecî Atalay hate pirsîn û hate xwestin ku kujerên Saît Akin bên darizandin. Di çalakiyê de her wiha zanayê Kurd Mûsa Anter hate bîbîranîn.
Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih û Colemêrgê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” ku her hefte li dar dixin domandin. Di çalakiyên vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Gundem û Hecî Atalay hate pirsîn û hate xwestin ku kujerên Saît Akin bên darizandin. Di çalakiya li Colemêrgê de nivîskar, rojnameger û zanayê Kurd Mûsa Anter ku di 20ê Îlona 1992yan de ji aliyê JÎTEMê ve hatibû kuştin hate bîbîranîn.
AMED
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHDê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” di hefteya 919emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin.
ÎHDê û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqubeta Îbrahîm Gundem ê di 25ê Îlona 1991an li gundê Qenderhel ê Hezoyê hatiye windakirin pirsîn.
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD Firat Akdenîz destpêka çalakiya vê hefteyê de axivî û wiha got: “Tu deman em şopa kesên hatine windakirin bernadin. Her çiqas piştî dehan salan em bizanibin ku êdî windayên me jiyan nakin jî em li pey hestiyên wan in. Hefteya borî ji bo cangoriyan bîranîn hatin lidarxistin û ev şîn û bîranîn kêm e. Ji ber ku van dayîkan cenazeyên zarokên xwe nedîtine û nekarîne şîna xwe bikin êşa wan jî kêm nabe. Divê cenazeyê her kesê ku hatiye kuştin û windakirin malbat bikaribe bistîne da ku êşa wan kêm bibe.”

‘Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin’
Piştî axaftina Firat Akdenîz, xwîşka Îbrahîm Gundem, Ferîde Gundem bi bîr xist ku birayê wê ji aliyê leşkeran ve ji malê hatiye derxistin û wiha axivî: “Birayên min li ber çavên min birin û kesên ku ew birine leşker bûn. Ji wan kesan yek jî leşkerê bi navê Kenan Şahîn bû. Em îro dixwazin ev kes û kesên berpirsyar werin darizandin.”
‘Em hewl didin şerê bi dehan salan bi aştiyeke mayînde bi dawî bibe’
Parlementerê Yenî Partiyê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû jî diyar kir ku divê şerê bi dehan salan didome êdî bi aştiyek mayînde bi dawî bibe û wiha got: “Em di pêvajoyek gelekî girîng re derbas dibin û em hewl didin şerê bi dehan salan bi aştiyek mayînde bi dawî bibe. Heya ku heqîqeta windayan dernekeve holê û edalet neyê van qadên em şînê lê digirin aştiya mayînde pêk nayê. Bi taybetî xala 7emîn a çarçove qanûnê qaka edaletê dike û divê edalet ji bo herkesî pêk were.”
Endamê Şaxa ÎHDê ya Amedê Bawer Çîndemîr çîroka windakirina Îbrahîm Gundem xwend û piştî xwendina çîroka windakirina Îbrahîm Gundem daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 755emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes tev li bûn û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine kuştin û windakirin hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de li aqubeta Hecî Atalayê ku di 10ê Îlona 1996an de ji navçeya Pîranê ya Amadê ku dema baxçeyê xwe av dida ji aliyê Miduriyeta Ewlehiya navçeya Pîranê ve hatibû revandin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayê girtin hate pirsîn. Endamê ÎHDa Êlihê Huseyîn Elçî çîroka Hecî Atalay xwend.
Daxuyanî bi deqîqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan jî çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 245an de li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Saît Akin ê di 25ê îlona 1995an de li gundê Befircan a navçeya Geverê hatibû binçav kirin û kuştin hate pirsîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHDê yê Colemêrgê Ozan Akbaş ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev 30 sal e kujerên Saît Akin nehatine darizandin.
Di heman daxuyaniyê de nivîskar, rojnameger û zanayê Kurd Mûsa Anter ku di 20ê Îlona 1992yan de ji aliyê JÎTEMê ve hatibû kuştin hate bîbîranîn.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.






























