• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ev ne şîn bû, peyama serkeftinê bû

Bazîd Evren / AW

27 TEBAX 2026 - 08:14
Kategorî: ANALÎZ, MANŞET
A A
Wan – Li Wanê şîn û bîranîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku bi tevlibûna deh hezaran welatiyan hat lidarxistin, vegeriya qada hevgirtinê û bû nîşaneya serbilindî û serkeftinê.

Li Wanê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê şîn hat danîn û 3 rojan berdewam kir. Di roja dawî ya şînê de ji bo şehîdan mewlûd hat xwendin û bernameya bîranînê hat lidarxistin. Her sê rojên şînê jî bi tevlibûna bi hezaran welatiyan derbas bû û roja dawî bi deh hezaran welatî, ji bo peywira xwe ya dawî ji bo şehîdan bi cîh bînin, qada bîranînê tije kirin.

Ji ragihandina nasnameya şehîdan heta kêliya bidawîbûna şînê, gelê Serhedê ket di nava liv û tevgerê û ji bo bîranîna şehîdan xebat meşandin. Di kar û xebatên şînê de jî taybetî ciwanan bi awayekî komûnal tevgeriyan û ji aliyê organîzasyonê xebatek bi rêk û pêk hate kirin.

Bi destpêkirina şînê re, bi komên girseyî welatiyên ji 7 salî heta 70 salî berê xwe dan cîhê şînê û malbatên dilêş hembêz kirin. Peyam ev bû, “ev şehîdên me tevan in.” Qada şînê veguherî qada hevgirtinê û parvekirina êş û serbilindiyê.

Em rojnameger pêşiya her kesî li cîhê şînê amade bûn û ji bo ragihandina rewş û atmosferê di nava liv û tevgerekê de bûn. Lê ez ne bawer im ku tu nûçe, dîmen û wêne wê atmosferê rasterast û bi awayek têr û tije dabe nîşandan.

Malbat serbilind bûn

Ji destpêkê heta dawiyê tiliyên welatiyan bi nîşana serkeftinê bilind bû û dirûşma “Şehîd Namirin” ji aliyê zarokên sava (zarokên di hembêza dayika xwe de) ve jî hatibû jiberkirin. Malbat, bi serdilindî û dilêş li pişt wêneyên zarokên xwe ku li ber hev li ser maseyan hatibûn danîn, disekinîn û sersaxî qebûl dikirin.

Her wiha di devê hemû welatiyan de yek gotin hebû, “Serê Kurdistanê, serê Serok Apo û gerîlayan sax be”. Ev gotin ne ji rêzê ye, ev nîşaneya dilsoziyê, bibiryarbûyînê, serbilindiyê ye. Heta di van rojên dîrokê de ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” tê birêvebirin, ev gotin wê rê li ber statuya miletê Kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vebike.

Daxwaz aştiyeke birûmet bû

Gelek peyamên vê şînê hebûn, lê mijara nîqaşên hemû welatiyan pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bû. Hemû dayik, bav, xwîşk, bira, zarokên şehîdan ku tev li şînê bûbûn, dixwestin ev pêvajo bigihîje encamê û careke din dilê tu malbatan neşewite. Ev hişmendî, ev feraseta qedim a malbat û welatiyan, wê navê miletê Kurd di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn bide nivîsandin.

Helbet, xwestekên malbatan jî hebûn. Yek jî biencamxistina doza wan. Keda şehîdan di doza Kurdistanê de nayê înkarkirin, lewma xwesteka malbatan ew bû ku keda zarokên wan vala neçe. Li gor welatiyan jî ev xwestek maqul bûye ku her tim peyama xwedîderketina ked û têkoşîna şehîdan didan.

Azadî nêzîk e 

Li cîhê şînê gelek pankart jî hatibûn daliqandin, lê belê herî zêde pankarta “Şehîd rûmeta me ne” balê dikişand ser xwe. Rûmet, ji bo her miletekî cîhekî girîng digire, lewma miletê Kurd jî girîngiyeke mezin dide rûmet û nirxên xwe. Heke hatibe wê astê ku miletekî bindest şehîdên xwe weke rûmet û nirxên xwe bibîne û bi nav bike, wê çaxê azadiya wî miletî nêzîk e. Di vê kêliyê de hat bîra min ku rewşenbîr û nivîskarê Kurd Îhsan Colemêrgî ku di roja ewil ya şînê de axaftineke kurt kiribû û ev yek anîbû ziman: “Ew miletê ku xwedî li şehîdên xwe derdikevin, ber bi azadiyê ve diçe…”

Li Kurdistanê, di dîroka Kurdan de wateya şînê gelek girîng û bi wate ye, lê belê ev ji şînekê wêdetir, peyamek bû. Peyama serkeftinê bû.

Etîket: cangorîşehîdşehîdên tevgera azadiya Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Êlihê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê mewlûd hat dayîn

Li Êlihê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê mewlûd hat dayîn

28 COTMEH 2026
Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

27 COTMEH 2026
Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

11 COTMEH 2026
Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

4 COTMEH 2026
Li pey azadiyê du bira: Têkoşîn û bîranîna wan di dilê xwe de parastiye

Li pey azadiyê du bira: Têkoşîn û bîranîna wan di dilê xwe de parastiye

1 COTMEH 2026
MEBYA-DERa Êlihê Riza Altûn û şehîdên meha îlonê bi bîr anî

MEBYA-DERa Êlihê Riza Altûn û şehîdên meha îlonê bi bîr anî

30 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne