• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
27 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Otomatik taslak

    Bîranîna Geverê: Şehîd xwedî exlaq û sekin bûn

    Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Bîranîna şehîdan bi serdanên girseyî didome

    Bîranîna şehîdan bi serdanên girseyî didome

    Baroya Îzmîrê serdana Mehmet Saît Yildirim kir

    Baroya Îzmîrê serdana Mehmet Saît Yildirim kir

    Otomatik taslak

    ‘Xwedîderketina şehîdan xwedîderketina pêvajoyê ye’

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: 1ê Îlonê em li qadan in

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: 1ê Îlonê em li qadan in

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Otomatik taslak

    Bîranîna Geverê: Şehîd xwedî exlaq û sekin bûn

    Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Bîranîna şehîdan bi serdanên girseyî didome

    Bîranîna şehîdan bi serdanên girseyî didome

    Baroya Îzmîrê serdana Mehmet Saît Yildirim kir

    Baroya Îzmîrê serdana Mehmet Saît Yildirim kir

    Otomatik taslak

    ‘Xwedîderketina şehîdan xwedîderketina pêvajoyê ye’

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: 1ê Îlonê em li qadan in

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: 1ê Îlonê em li qadan in

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

Şirnex / AW

27 TEBAX 2026 - 16:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bîranîna ji bo Şiyar Jîrkî li navçeya Elkê ya Şirnexê tê lidarxistin bi serdanên girseyî didome. Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk ê di bîranînê de axivî, wiha got: “Ji bo ku careke din kezebên dayikên me neşewitin, ji bo ku ev pêvajo encam bigire em ê soza wan ji xwe re bikin doz û heta ku encam bigirin em ê vê têkoşînê bidin meşandin.”

Tevgera Azadiyê ya Kurd navên şehîdên Botanê ku di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane di 25ê Tebaxê de aşkere kirin. Yek ji van şehîdan Şiyar Jîrkî (Serhat Erdem) ku di 22yê Tîrmeha 2019an de li herêma Avaşînê ya Herêma Kurdistana Federe di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Li navçeya Elkê ya Şirnexê duh di pêşengtiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Şirnexê ji bo şehîd Şiyar Jîrkî li Qada Newrozê ya li navçeya Elkê bernameyeke bîranînê hate lidarxistin. Bernameya bîranînê di roja duyemîn de berdewam dike. Malbata şehîd Şiyar Jîrkî, Hevberdevkê Karên Derve yên DEM Partiyê û parlamenterê Amedê Berdan Ozturk, endam û rêveberên MEBYA-DERa Şirnexê, rêxistina DBPa Şirnexê, rêxistina DEM Partiyê ya Qilebanê, rêxistina DEM Partiyê ya Elkê û bi sedan kes tev li bernameya bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên şehîd Şiyar Jîrkî û birayê wî şehîd Rûstem Jîrkî (Menduh Erdem) ku di 16ê Cotmeha 2019an de li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê şehîd ketibû hatin daliqandin. Di bîranînê de ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê dirûşma “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

‘Ji bo ku em layiqî şehîdan bibin divê em yekîtiya xwe xurt bikin’

Di bernameya bîranînê de ewilî Hevserokê MEBYA-DERa Şirnexê Ramazan Tûgûrlû axivî. Ramazan Tûgûrlû anî ziman ku dê bibin bersiva xeyalên şehîdan û wiha got: “Ji bo ku em bibin layiqî şehîdan divê em yekîtiya xwe xurt bikin. Heke em vê yekê pêk bînin em ê xeyalên wan misoger bikin. Serê malbatê û hemû hezkiriyên wî sax bin. Em bejna xwe li ber wan ditewînin şehîd namirin.”

‘Heta ku em ji dozê encam bigirin em ê vê têkoşînê bidin meşandin’

Dû re Hevberdevkê Karên Derve yên DEM Partiyê û parlamenterê Amedê Berdan Ozturk axivî. Berdan Ozturk di kesayeta Şiyar Jîrkî de hemû şehîd bi bîr anîn û ji gelê Kurd û malbatê re sersaxî xwest.

Berdan Ozturk diyar kir ku berxwedanên hatine dayîn li ser tunehesibandina gelê Kurd hatine dayîn û ev tişt anî ziman: “Gelê Kurd li ser erdnîgariya xwe jiyaneke wekhev û azad xwest. Şehîdên me ev înkarkirin qebûl nekirin. Bi berdelên hatine dayîn bi pêşengtiya birêz Ocalan pêvajoyek hate destpêkirin. Gelê Kurd îro li hemû dinyayê tê naskirin û li Rojhilata Navîn bû hêzek. Bêyî Kurdan kes nikare hesaban bike. Du rê li pêşiya rêhevalên me hebûn an tunekirinê qebûl bikirana yan jî hebûna xwe nîşanî hemû dinyayê dabûna. Niha bi saya van bedelên hatine dayîn pêvajo dest pê kirine birêz Ocalan li ser maseyê ye. Ji bo ku careke din kezebên dayikên me neşewitin, ji bo ku ev pêvajo encam bigire em ê soza wan ji xwe re bikin doz û heta ku encam bigirin em ê vê têkoşînê bidin meşandin.”

Hevserokê DEM Partiyê yê Elkê Suleyman Adiyaman jî hemû şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurd bi bîr anîn û spasiyên xwe pêşkeşî kesên ku tev li bîranînê bûn kirin.

‘Bila şehîd Rûstem û şehîd Şiyar bibin şehîdên dawiyê’

Dû re li ser navê malbatê birayê şehîd Şiyar Jîrkî Abdulkerîm Erdem axivî. Abdulkerîm Erdem têkoşîna gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya li her çar aliyê Kurdistanê bi bîr xist û wiha got: “Gelê Kurd bedelên giran dan. Ji bo zimanekî bi rûmet, ji bo axa Kurd û Kurdistanê û ji bo mafê gelê Kurd. Kesên ku şehîd ketine û berxwedana xwe berdewam dikin nexwestin kes bê kuştin kes bimire. Lê belê ji têkoşînê zêdetir tu maf din nedan me. Bila Şehîd Rûstem û Şehîd Şiyar bibin şehîdên dawiyê. Bila kezeba tu dayik û bavan êdî neşewite. Xeyalên van şehîdan hebûn. Xeyaleke Rûstem, Şiyar hebû. Parastina axa xwe. Bila kesek ji vê saetê û şûnde negirî. Em aştî û azadiyeke birûmet dixwazin. Bijî azadî, wekhevî, gelê Kurd, rêya wan ji bo me şopa azadiyê ye.”

Piştî axaftinan ji bo şehîd Şiyar Jîrkî mewlûd hate xwendin. Dayika Şehîd Şiyar Jîrkî Hawa Erdem ji bo lawê xwe lorand. Serdanên ji bo bîranînê berdewam dikin.
Bîranîn wê îro dane êvarî bi dawî bibe.

Etîket: Bedran Ozturkşehîd Şiyar Jîrkîşehîdên Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo şehîd Şiyar Jîrkî li Elkê şîn hate danîn

Ji bo şehîd Şiyar Jîrkî li Elkê şîn hate danîn

26 TEBAX 2026
Li Stenbolê ji bo şehîdan şîn hat danîn

Li Stenbolê ji bo şehîdan şîn hat danîn

24 TEBAX 2026
Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

23 TEBAX 2026
Bi wêneyan şîna cangoriyên azadiyê

Bi wêneyan şîna cangoriyên azadiyê

23 TEBAX 2026
Şîna cangoriyan di roja duyemîn de didome

Şîna cangoriyan di roja duyemîn de didome

22 TEBAX 2026
‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ocalan bersiv da îdiayên derheqê xwe de: Ev parvekirin tevgerên provokatîf in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Şiyar Jîrkî li Elkê şîn hate danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Serhat Ozdemîr li Geverê şîn hat danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi wêneyan bîranîna cangoriyên azadiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne