Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî civîna Desteya Şopandin û Tespîtê bi rojeva geşedanên dawî yên Pêvaojaya Aştî û Civaka Demokratîk, bi Serokiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, civiya.
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê, piştî civîna Desteya Şopandîn û Tespîtê ya derheqê Pêvajaya Aştî û Civaka Demokratîk, di Serokiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan de li Navenda Giştî ya partiyê civiya. Hat hînbûn ku dê di civînê de geşedanên dawî yên derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, plansaziya paşerojê, kongreyê ya ku dê di 6 Îlonê de bê lidarxistin û rewşa siyasî ya giştî bê nirxandin.













