Bi ser qetilkirina Jîna Emînî a bûye sembola serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ 4 sal derbas bûn. Bavê wê Emced Emînî nêzî salvegera kuştina keça xwe de peyamek weşand û wiha got: “Keçeke me hebû û ew ji me standin. Lê hezkrina mirovan, hezaran ewlad tev li malbata me kir.”
Di salvegera çaremîn de ku Jîna Emînî li Tehranê di binê çavan de hatiye kuştin, bavê wê Emced Emînî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal têkildarî salvegera qetilkirina keça xwe de peyamek weşand.
Emced Emînî diyar kir ku tevî çar salên ji ser kuştinê keça wan derbas bûne êşên wan hêj jî sivik nebûye û da zanîn ku Jîna hîn jî keça wan e ku jiyana wan dixemilîne. Emînî anî ziman ku piştî mirina keça wan navê wê ji sînoran derbas bûye û got: “Keçeke me hebû û ew ji me standin. Lê belê hezkirina mirovan bi hezaran ewlad tev li malbata me kir.”
Bav Emînî xwest, rastî bê ronîkirin û got, “Di hembêza vê xakê de gelek can hene; kes bi temamiya aqûbeta wan nizane.”
Derbarê bûyerê de
Jîna Emînî di 16ê Îlona 2022an de li Tehranê ji aliyê “polîsên exlaqê” ve hatibû binçavkirin û hatibû qetilkirin. Piştre li seranserê Îranê serhildaneke bêhempa bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” destpê kiribû.













