Enqere – Li ser komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn 27 sal derbas bûn. Di van 27 salên tecrîdê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hucreya yekkesî de rûyê komployê raxist ber çavan û bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re çareseriya demokratîk pêşkeşî gelan kir.
Hezên hegemon ku dixwastin Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe sererast bikin û ji ber vê yekê Tevgera Azadiyê ji xwe re weke astengî didîtin, xwestin bi ji holê rakirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, Tevgera Azadiyê têk bibin. Bi vê armancê, hezên hegemon ên mîna Amerîka, Îsraîl û Ingilîstanê jî di nav de gelek dewletan li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployeke mezin pêk anîn. Di encama vê komployê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9ê Cotmeha 1998an de ji Sûriyeyê derket û berê xwe da Ewropayê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî derdikeve Ewropayê ji bo li wê derê bi cih bibe serî li dewletên Ewropî dide lê hemû serdanên Abdullah Ocalan tên redkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê jî ji pirsgirêka Kurd re çareseriyê digere û ji dewletên Ewropî re daxwaz dike ku ew di dadgeheke xweser de bi Tirkiyeyê re bi hev re bê darizandin. Lê komplogerên ku dixwastin pirsgirêka Kurd bêçareserî bihêlin, hemû daxwazên Abdullah Ocalan red kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku piştî ji Sûriyeyê derdikeve ewilê diçe Yewnanîstanê, dema daxwaza serlêdana îltîcayê tê redkirin berê xwe dide Rûsyayê. Dema Rûsya daxwaza îltîcayê red dike Rêberê Gelê Kurd tê Îtalyayê. Lê li wir daxwaza îltîcayê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê redkirin, piştre Abdullah Ocalan dîsa berê xwe dide Rusyayê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevahî 33 rojan li Rusyayê dimînê û ji ber ku daxwaza îltîcayê li wir jî nayê qebûlkirin cardin vedigere Îtalyayê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îtalyayê 66 rojan dimîne. Lê li wir jî daxwaza îltîcayê nayê qebûlkirin û diçe Belarûsê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Belarûsê vê carê berê xwe dide Yewnanîstanê û ji wir jî Holandayê û daxwaza îltîcayê pêk nayê. Herî dawî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 130 rojan di 15ê Sibata 1999an de bi komployeke navdewletî li Kenyayê radestî Tirkiyeyê tê kirin.
Bi cezayê îdamê hat darizandin
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî radestî Tirkiyeyê tê kirin bi cezayê îdamê tê darizandin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployê bi van gotinan şîrovê dike: “Li Moskovayê mixê yekem hat lêdan; min sermaya marê xiyanetê jiya. Mixê duyemîn li Romayê hat lêdan; li hember lîstikên nazik ên kapîtalîzmê min dev ji rûmetê berneda. Mixê sêyem li Atînayê hat lêdan; li hemberî hevaltiyê îxaneta ku mi dît ez lal bûm û felc mam. Mixê çaremîn li Naîrobiyê hat xistin; ez teslîmî Tirkiyeyê hatim kirin û li wir bi cezayê darvekirinê li min dihat xwestin. Di encama ‘komployê de ez xistim Girtîgeha Girava Îmraliyê ya yek kesî û li wir benda mirinê hiştim.”
‘Hûn nikarin roja me tarî bikin!’
Di şaxsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd li cihanê nedikarî ji xwe re cihek pêyda bike. Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê tê kirin gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat li dijî komploya navdewletî ku careke din xwestibûn gelê Kurd bê çareserî bihêlin, daketin qadan. Çalakiyên di serî de li Bakurê Kurdistanê û çar aliyên welat belavî hemû bajaran bû. Li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelê Kurd got, “Hûn nikarin roja me tarî bikin!” û daketin qadan. Çalakiyên li dijî komployê demekê dirêj berdewam kir. Li çar aliyên Kurdistanê welatiyan li dijî komployê agir li bedana xwe xistin û di encamê de 53 kesan jiyana xwe ji dest da.
Abdullah Ocalan: Bi komployê xwestin şerekî mezin ê Kurd û Tirkan derxînin
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî radestî Tirkiyeyê tê kirin li Girtîgeha Tîpa F a Girava Îmraliyê tê ragirtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê hem di hevdîtinên bi parêzeran re û hem jî bi pirtûkên nivîsandine de rûye komployê radixe li ber çavan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekildarî komploya navdewletî destnîşan dike ku komplo li London a Ingilîstanê hatiyê plankirin û wiha dibêje: “Bi komployê xwestin min ji holê rakin. Armanca komployê mirina min bû lê bi ez nemirim û bi vê yekê min komplo pûç kir.” Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her wiha diyar dike ku projeya Rojhilata Navîn a Mezin û plana komploya navdewletî giredayî hev in û wiha dibêje: “Bi komployê xwestin şerekî mezin a Kurd û Tirkan derxînin. Lê ji ber helwesta min pêşî li şerekî bi vî rengî hat girtin.
Di hucreya yekkesî de paradîgmaya Netewa Demokratîk
Komplogerên ku dixwastin ji bo planên xwe yên li ser Rojhilata Navîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji holê rakin û Tevgera Azadiyê tasfiyê bikin, negehiştin armanca xwe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî pergala netew-dewletê ku li Rojhilata Navîn bûye sedema şer û qeyranan, paradîgmaya Netewa Demokratîk pêş xist. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Paradigmaya Netewa Demokratîk ku xwe dispere felsefeya Azadiya Civakî (Ozgurluk Sosyolojîsî) ya li ser esasê demokratîkbûn, ekolojî û azadiya jinê. Ji pirsgirêkên ji ber pergala netew-dewletê derketinê holê re çareseriyê pêş dixe. Paradîgamaya Netewa Demokratîk ku rêbaza wê Konfederalîzma demokratîk e û birdoziya wê jî Civaknasiya Demokratîk e ku bandor li ser gelek deverên cihanê dike. Fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di hucreyeke yek kesî de pêş xist ji gelan re dibe heviyek. Di 27 salên komploya navdewletî de komploger negihiştin armanca xwe. Li hemberî vê rastiyê fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cihanê deng vêda.
Di tecrîda 27 salan de lêgerîna çareseriyê
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê di hucreya yekkesî de tevî tecrîda girankirî jî lêgerîna çareseriya demokratîk didomîne. Di 27 salên girava Îmraliyê de Rêberê Gelê Kurd rastî hiqûqeke taybet tê û hemû mafên bingehîn tên binpêkirin. Dewleta Tirkiyeyê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hiqûqa xwe ya heyî jî binpê dike û ji bo fikr û ramanên Abdullah Ocalan negihijin civakê, tecrîdeke girankirî ferz dike. Lê tevî tecrîda girankirî jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim ji pirsgirêka Kurd re çareseriyê esas digere. Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê tê kirin 3 caran pêvajoyên çareseriyê destpê dike. Lê hemû pêvajo jî ji ber helwesta dewletê ya yek alî xira dibin. Tevî vê yekê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêyên çareseriyê digere.
Pêvajoya çareseriyê ya dawî: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Piştî pêvajoya çareseriyê ya di sala 2013an û 2015an têk çû dewleta Tirkiyeyê plana çokdanînê xist meriyetê û li dijî siyaseta demokratîk sepanên zextê da meşandin. Li Kurdistanê şerekî mezin rû da û tecrîdeke girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da meşandin. Piştî dewleta Tirkiyeyê di plana çokdanînê de negehişt encamê, careke din neçar ma ku biçe ber deriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Abdullah Ocalan got ew ji bo çareseriyê amade ye û di 27ê Sibatê de banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk kir. Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abbdullah Ocalan re li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoyeke nû ku nêzî 2 sal in didome destpêkir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku piştî hemû planên komplogeran têk bir bi awayekî muzakerevanê serekê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi rê ve dibe.
Çareseriya entegrasyona demokratîk û Komara Demokratîk
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bingeha pirsgirêkê weke nedemokratîkbûna komarê pênase dike û çareseriyê jî di demokratîkbûna de dibîne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên dawî yên li Girava Îmraliyê hatinê kirin de û di pêyamên xwe de dibêje Kurd, netew û baweriyên cuda derveyî komarê hatinê hiştin û demokratîkbûna komarê jî tevlîbûna hiqûqê ya Kurdan û netew û baweriyên tunehatinê hesibandin ve girê dide. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlîbûna hiqûqê ya Kurdan jî bi entegrasyona demokratîk ve pênase dike û dibêje entegrasyona demokratîk berovajî asîmîlasyonê li ser esasê hevdû qebûlkirinê ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo komara demokratîk pêdiviya qanûnên hemwelatîbûna azad û wekhev destnîşan dike û dibêje heke komar demokratîk nebe entegrasyon pêk nayê. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihişt vê merhaleyê, bi derxistina qanûna çarçoveyî ve berdewam dike. Di salvegera 27an a komploya navdewletî de bi hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê li benda çareseriya pirsgirêkan in. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku piştî bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hat kirin û cezayê îdamê lê hat birin di hucreyeke yek kesî de pirsgirêka Kurd ji sederê anî masaya çareseriyê.












