Colemêrg – Bûyerên 9ê mijdara 2005an ên Şemzînanê ku bi bombekirina Pirtûkfiroşa Ûmût dest pê kirin, ne tenê êrîşeke li ser dikanekê bûn; ev nîşaneya eşkere ya pergala çete û şerê taybet bû. Di salvegera bombekirina Pirtûkfiroşa Ûmût de Şaredarê Şemzînanê yê DEHAPê yê wê demê Hurşît Tekîn ku bi xwe di nava bûyeran de bû û birîndar bibû got: “Me li Şemzînanê stûyê êrişkaran girt, lê hesap ji wan nehate pirsîn.”
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di 9ê mijdara 2005an de bi bombekirina Pirtûkfiroşa Ûmût a Seferî Yilmaz re, careke din polîtîkayên şerê taybet yên li hemberê gelê Kurd xwe eşkere kir. Di bombekirina pirtûkfiroşê de Mehmet Zahîr Korkmaz jîyana xwe ji dest da. Dema ku gelê Şemzînanê li dijî vê provokasyonê rabû li ser pêyan û leşkerên sûcdar Alî Kaya û Ozan Îldenîz bi alîkariya îtîrafkar Veysel Ateş li ser sûc girtin, destên tarî yên “dewletê” li ber çavê herkesê deşîfre bû. Di dema lêkolîna dozger û parlementeran de, êrişeke nû pêk hat û gule li ser gel hatin reşandin û di encama gulebarana bi destê çavişê pispor Tanjû Çavûş de welatî Alî Yilmaz hate kuştin. Her wiha Şaredarê Şemzînanê yê Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) ê wê demê Hurşît Tekîn jî di nava de gelek kes jî birîndar bûn.
Şaredar Hurşît Tekîn ku yek ji şahidên herî sereke yên van rojan e, di salvegera bûyerên sala 2005an de ji bo ajansa me axivî.
Şerê taybet yê li ser gelê Şemzînanê
Hurşît Tekîn da zanîn ku wan beriya bombekirina Pirtûkfiroşa Umut pêk were, bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li navenda Şemzînanê wan konek vedabû, konê wan jî rastî êrişê hat û wiha got: “Wê çaxê me li Şemzînanê ji bo roja 1ê Îlonê konek veda bû û em li benda hevalên xwe yên ji Colemêrgê bûn. Êrişkaran wisa plan kiribû ku em yên şaredar û rûspî kom bibin û bombe biteqînin. Hêj ku em kom nebûn bombeyek li cihê konê teqandin û qasî 17-18 hevalên me birîndar bûn. Çend roj piştî vê li navbera Mizgefta Mezin û Qereqola Leşkeran a li navçeyê bombeyek din teqandin. Bi vê teqandina bombeyê ew der hemû hilweşiya.”
‘Gelê Şemzînanê dest dana ser delîlan’
Hurşît Tekîn diyar kir ku 9ê Mijadara 2005an jî Pirtûkfiroşa Seferî Yilmaz hate bombekirin û welatiyek jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû. Hurşît Tekîn piştî bûyerê derbarê helwesta gelê Şemzînanê nîşan daye û birîndarbûna xwe ev tişt gotin: “Hemû gelê gund û bajêr ê Şemzînanê rabû ser xwe. Miletê Şemzînanê gelek bi hêrs bû. Me û rûspiyên me dixwest zêde bajêr tevlihev nebe da ku rewş xerabtir nebe. Di nav vê gengeşiyê de kevirek hat li nav rûyê min ket û ser û çavên min bi xwîn bûn. Ez rakirim nexweşxaneyê û rûyê min pansuman kirin. Piştî dermankirinê ez dîsa rabûm hatim nav gel. Vê demê dozger û parlementer hatin da li ser bûyerê lêkolîn bikin. Di nava wesayîta sûcdaran de gelek çek, dosye û belge derketin. Gelê Şemzînanê dest danabûn ser delîlan ku neyên dizîn û veşartin. Dema Mûdirê Polîsan, dozger, parlementer û em li ber wesayîtê disekinîn, leşkeran li ser me gule barandin. 5-6 kes birîndar bûn û Alî Yilmaz jî şehîd ket.”
Plana bombekirina avahiya şaredarî, mizgeft, dibistan û kuştina rûspî û meleyan
Hurşît Tekîn bi bîr xist ku serokwezîrê vê demê Recep Tayîp Erdogan, gelek parlementer, heyeta DYAê û rojnameger çûn li Şemzînanê. Hurşît Tekîn bal kişand ser hevdîtina wan a bi Tayîp Erdogan re û di derheqê hevdîtinê de wiha got: “Di texsiya ku me bi dest xistiye de gelek çek, dosye û belge hebûn. Navê rûspiyên me yên Şemzînanê di belgeyan de hebûn ku bikujin. Min gote Erdogan ‘Di nava belgeyên hatine bidestxistin de plana bombekirina avahiya Şaredariya Şemzînanê, mizgeftan, dibistanê hene. Ma çi guneha vî gelî heye? Van tiştan dikin û dikin sûcê PKKê.’ Erdogan jî got ‘Ez ê hesabê ji wan bipirsim, ez ê wan kesan ji holê rakim’. Vê demê heyeta DYAyê û rojnameger jî hemû şahid bûn.”
Rola gelê Şemzînanê
Hurşît Tekîn bal kişand ser rola gelê Şemzînanê ku helwestek birêxistinî nîşan da û piştî bûyerê di derheqê darizandina wan çeteyan de ev tişt got: “Ez spasiya gelê Şemzînanê dikim ku hemû bûn yek û bertekek xurt nîşan dan û ev bûyer eşkere kirin. Gelê Şemzînanê ji ber bûyerên wisa gelek êş û zordarî dît. Gelek bûyerên wisa qirêj qewimîn, gelek bûyer hatin veşartin û gelek sûcên wisa avêtin stûyê PKKê. Gelê Şemzînanê sûcdar girtin û dane wan, lê hesap ji wan nehat pirsîn. Tanjû Çavûş yek kes kuşt û 6-7 kes birîndar kirin, di nava yên birîndar kirî de du kes astengdar bûn. Lê belê, Tanjû Çavûş tenê du mehan girtin û paşê berdan. Îro kesek kevirekî li serî yekî bixwe bi salan tê ceza kirin, lê Tanjû Çavûş yek kes kuşt, gelek kes birîndar kirin, çawa tê berdan? Dema hat berdan Şemzînanê ev biryar qebûl nekir û careke din rabû ser xwe, dikanên xwe venekirin. Dema gel bertek nîşan da Qeymeqamê Şemzînanê bang li min kir ku gel çima bertek nîşan dide û alîkarî xwest. Ez ê alîkariya çi bidim we? Hûn vê heqeretê li gelê Şemzînanê dikin, gel vê bertek nîşan bide. Çawa kujerek wisa hêsan tê berdan?”












