Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan tekildarî îşkence û muameleya xirab a li dijî girtiyên jin Emîne Çetîntaş û Nevas Sakçak tên sepandin ku rastî lêgerîna tazî û îşkence hatine serî li ÎHKê da û ji bo ji bo bibersivîne pêşniyazpirs da Wezîrê Dadê Akin Gurlek.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, derbarê îşkence û muameleya xirab a li dijî girtiyên jin Emîne Çetîntaş û Nevas Sakçak ên li Girtîgeha Osmaniyeyê tên ragirtîn, serdana Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) kir û ji bo ji bo bibersivîne pêşniyazpirs da Wezîrê Dadê Akin Gurlek.
Newroz Uysal Aslan destnîşan kir ku endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tekildarî îşkence û muameleya xirab serdana girtîgehê kirine, bi girtiyan re hevdîtin pêk anîne û wiha got: “Di hevdîtina parêzeran de Emîne Çetîntaş diyar kiriye ku wê di 6ê Mijdara 2026an de birinê nexweşxaneya dewletê ya Osmaniyeyê û piştî dermankirinê dema anînê girtîgehê jî karmendên girtîgehê lêgerîna tazî lê ferz kirine û dema ew li dijî vê yekê derketiyê jî ew birine li cihekî ku kamera nabînê û li wir hatiye darpkirin û bi zorê lêgerîna tazî kirine. Emîne Çetîntaş li dijî vê yekê derketiyê û dirûşm berz kirine. Her wiha karmendên girtîgehê ji Emîne Çetîntaşê re gotine ew ê ji niha û şûn vê lêgerîna tazî li wan ferz bikin.”
Newroz Uysal Aslan di serdanê komîsyonê de xwest muameleya xirab û îşkenceya li Girtîgeha Osmaniyeyê be lêkolînkirin û karmendên wê roje peywirdar bûne û ferman danê werin diyarkirin û rapora derbkirinê bê lêkolîn kirin. Her wiha Newroz Uysal Aslan xwest muameleya xirab a weke lêgerîna tazî, lêgerîna nava dev bê lêkolînkirin û mevzuata îşkece û muameleya xirab ji nû ve bê lêkolînkirin û sererastkirin.
Her wiha Newroz Uysal Aslan derbarê girtiya jin Nevas Salçak a heman girtîgehê rê ragirtin û rastî muameleya xirab û îşkenceyê hatiyê de jî serdana ÎHÎKê kir. Di serdanê de Newroz Uysal Aslan diyar kir ku Nevas Salçak jî di hevdîtina bi parêzerên OHDê de ragihandiye ku tevî di çavê wê de pirsgirêk heye jî ji bo ew jî weke Emîne Çetîntaş rastî lêgerîna tazî nayê, naçiyê nexweşxaneyê û xwest îşkence û muameleya xirab a Girtîgeha Osmaniyeyê bê lêkolînkirin.
Her wiha Newroz Uysal Aslan ji bo bibersivîne pêşniyazpirs da Wezîrê Dadê Akin Gurlek.













