Aktivîsta TJAyê û Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kûtlû di yekemîn salvegera koça xwe ya dawî de li ser gora xwe hate bibîranîn.
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bêrîvan Kûtlû di salvegera yekemîn a wefata xwe de hate bibîranîn. Bîranîn ji aliyê TJAyê ve hate lidarxistin. Li gel Parlementera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, aktivîstên TJAyê, endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê, malbata Bêrîvan Kûtlû gelek jin tev li bîranîna li ser gora wê ya li gundê Navyanê yê Şirnexê bûn. Di bîranînê de wêneyê Bêrîvan Kûtlû hat hildan û gora wê bi kulîlkên rengîn hate xemilandin.
Bernameya bîranînê bi xwendina peyama malbata Bêrîvan Kûtlû dest pê kir.
Nameya ku ji aliyê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navçeya Silopiyayê Aycan Azman ve hate xwendin, wiha ye:
“Salek derbas bû. Lê belê, demê nikarîbû wê valahiya ku bi nebûna te di dilê me de çêbûye, dagire. Rojên ku me bi te re derbas kirin di bîranînên me de dijîn; dengê te di guhên me de û kenê te jî di dilê me de maye. Rêwîtiya jiyana te ku di sala 1985an de li gundê Navyan ê Şirnexê dest pê kir, ne tenê çîroka jiyaneke takekesî bû; ew çîroka baweriyê, kedê, têkoşînê û evîneke kûr a ji bo mirovahiyê bû.
Berîvan Kûtlû.. Tu keseke wisa bûyî ku jiyan tenê ji bo xwe nejiyayî; te êşa gelê xwe wekî êşa xwe û hêviyên gelê xwe jî wekî hêviyên xwe hembêz kirin. Têkoşîna siyasî ya ku te di sala 2001an de li Silopiyayê da destpêkirin ku nûnertiya yekem tevgera siyasî ya jinan dikir, heta roja îro jî rêya têkoşînê ya jinan ronî dike. Te xizmeta ji bo gelê xwe û bidestxistina cihê ku jin di jiyana civakî de heq dikin, ji bo xwe kiribû berpirsiyarî. Di sala 2014aan de wekî Hevşaredara Dêrgulê û di sala 2019aan de wekî Hevşaredara Cizîrê, te di xizmeta gelê xwe de berpirsiyariyên girîng girtin ser milê xwe. Astengiyên ku tu bi wan re rûbirû mayî, zehmetiyên ku te kişandin û tecrûbeyên ku jiyanê li pêşiya te danîn, tu carî nikarîbûn te ji nirxên ku te ji dil diparastin dûr bixin. Çîroka te ne bi meqam dihat pênasekirin; çîroka te ya rastîn di wan jiyanan de ye ku te dest lê da, di wan hêviyan de ye ku te parve kirin û di wan bîranînên xweşik de ye ku te li pey xwe hiştin. Mixabin, di 17ê Mijdara 2025an de, ji ber nexweşiyek bêeman, te tevî têkoşîna xwe ya li dijî nexweşiyê, em bi tenê hiştin. Bi çûyîna te re, niha parçeyek ji me kêm bûye. Tu dê bi sekn û keda xwe her di bîra me de bimînî.
Spasiyeke ji dil
Bi navê malbata xwe, em spasiyên xwe yên kûr pêşkêşî hemû kesên ku di vê rêwîtiya saleke bi êş de em bi tenê nehiştin dikin; kesên ku di xemgîniya me de parvekar bûn û bi telefon, peyam, serdan û gotinên xwe yên dilovan li cem me sekinîn dikin.”
Piştre peyama xwişka Berîvan Kûtlû jî hate xwendin.
‘Ew jinek têkoşer bû’
Di bîranînê de herî dawî Parlementer Newroz Ûysal Aslan got ku dema ew zarok bûn wan Bêrîvan Kûtlû weke jinek têkoşera ji bo mafên jinan tekoşîn dide nas dikir û wiha got: “Parçeyek ji her yekî ji me li vir e. Di têkoşîna 50 salî ya gelê Kurd de, bi hezaran fedakarî hatine kirin û beşdariya Berivan jî di nav wan de ye. Dema ez zarok bûm, ez bi dayika xwe re dihatim Silopiyayê; ew û xwişka wê Zozan wekî ‘keçên Şêx’ dihatin naskirin. Fedakariya wan û biryara wan a tevlîbûna partiyê, rê ji bo gelek jinên ciwan ên din vekir. Wan di têkoşîna jinan a li herêma Botanê de şopeke ku nayê jibîrkirin hiştin. Ew ji bo me hemûyan bû mînak; mînakek ji bo wê yekê ku divê jinek çawa xwedî li nasnameya xwe û axa xwe derkeve. Wê her tim dixwest ku em ziman û çanda xwe zindî bihêlin. Em jî dixebitin ku mîrateya wê bidomînin. Ji vir, em careke din Berîvana Cizîrî bi bîr tînin.”













