Li gundê Xana Kelê yê Licê ya Amedê jinan di çarçoveya xebatên 25ê Mijdarê de civîn li dar xist û di civînê de hat gotin ku divê ji gundan heta tax û kolanan li dijî tundiyê xwe birêxistin bikin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) li gundê Xana Kelê yê navçeya Licê yê Amedê di çarçoveya xebatên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan civînek li dar xist. Li gel parlementera DEM Partiyê ya Amedê Halîde Turkoglû, aktîvîstên TJAyê û rêveberên partiyên siyasî gelek jin tev li civînê bûn. Civîn li Mala Şînê ya gund hat lidarxistin û pankarta “Ji bo jiyanek azad û bê tundî gotina me neqediya em ê tundiyê bi hev re rawestînin’ hat daliqandin.
‘Divê jin di nava malê de asê nemînin, rêxistinbûna xwe xurt bikin’

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Halîde Turkoglu di civînê de bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinan a li gund, tax û kolanan û diyar kir ku hişmendiya ku dixwaze jinan tenê di nava karê malê de sînordar bike divê bê şikandin û wiha got: “Divê em nîqaş bikin ku jin dê çawa têkoşîna xwe bilind bikin û rêxistinbûna xwe li nava gund, tax û kolanan zêdetir bikin. Ev feraseta ku dibêje ‘bila jin tenê di nava malê de rûnên û tenê karê malê bikin’ ne rast e. Divê jin li derdora xwe xwedî derkevin, xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.”
Piştî axaftina Halîde Turkoglu, jinên gund jî bal kişand ser pirsgirêkên xwe yên rojane û daxwazên xwe anîn ziman, her wiha biryardariya xwe ya ji bo xurtkirina têkoşîna hevpar a jinan bi lêv kirin.
Piştî axaftinan civîn bi dawî bû.















