TJA li Mêrdînê bi daxuyaniyeke starta çalakiyên 25ê Mijdarê da û wiha got: “Em bawer dikin ku ciwan hêza guherînê, jin hêza avakirinê û civak jî hêza azadiyê ye. Ji ber vê yekê, divê em li hember van polîtîkayên hilweşîner bêdeng nemînin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Mêrdînê starta çalakiyên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hember Jinê da. Jinan li taxa Ataturk a Qosera Mêrdînê li hev civiyan. Li vir belavokên derbarê têkoşîna li hemberî hişbirê hatibûn amadekirin hat belavkirin. Sazî û dezgehên sivîl, nûnerên partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn. Li ser navê jinan aktîvîsta TJAyê Medîne Aksû metna daxuyaniyê xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Em îro, wek Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Merdînê Qoserê, destpêk û starta çalakiyên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan didin.
Em vê rojê bi bîranîna xwişkên Mîrabel û hemû jinên ku ji aliyê pergala mêrperest ve hatine qetilkirin û bi biryardariya me ya li dijî her cure tundiyê pêşwazî dikin. Em dizanin ku li pişt gelek kuştinên jinan, tundiya mêrperest, hişmendiya serdest û mekanîzmayên kujeran bêceza dihêlin hene. Tundiya li ser jinan ne pirsgirêkeke kesane ye, pirsgirêkeke sîstematîk û polîtîk e.
Di welatê me de, pergala serdest a kapîtalîst bi rêbazên xwe yên cuda ciwan û jinan dixe nav toreke derveyî exlakî û civakî. Bêhêvîtiyê hişbiriyê, tiryakê û jiyana derveyî mirovahiyê bi amurên şerê taybet pêş dixe. Ev yek ne tenê pirsgirêkeke kesane ye, pirsgirêkeke civakî û siyasî ye ku siberoja civaka me dixe xetereyê.
Em bawer dikin ku ciwan hêza guherînê, jin hêza avakirinê û civak jî hêza azadiyê ye. Ji ber vê yekê, divê em li hember van polîtîkayên hilweşîner bêdeng nemînin.
Em ê bi hişyarkirin, perwerdehî, çand, huner, ziman û rêxistinkirina civakê li hember hişbirê, tiryakê û hemû amurên şerê taybet têkoşîna xwe mezin bikin.
Em ê ciwan ji tora hişbirê, jinan ji zextê û civaka xwe ji hilweşînê biparêzin.
Têkoşîna me ji bo civakeke azad, hişyar, tendurist û xwedî nirxên xwe dê bê navber bidome.
Bi têkoşîna me wê jin bi rêxistin û azad bibin, ciwan wê xwedî hêz bin, wê civak azad dibe!
Bi hêza cewherî, bi vîna azad niha dema jinê ye.
Jin jiyan azadî!”
Piştî daxuyaniyê carek din bi dirûşmeyan belavok li taxê hatin belavkirin.





















