Li bajarên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Qersê yên Serhedê berfa ewil ya salê bariya û çiya ji berfê spî bûn.
Li bajarên Serhedê berfa ewil barî û gelek bajar bi rengê spî xemilîn. Li Colemêrg, Wan, Bedlîs û Qersê li herêmên bilind berf bariya û çiya ji berfê spî bûn. Li Wanê jî berfa ewil li Çiyayê Reş kir ku ev yek nîşaneya hatina zivistana Wanê ye.
Li gorî Midûriyeta Avhewayê dibe ku li herêmê barîna berfê zêde bibe.
















