MKGê rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin ya meha Cotmehê li ser platformên xwe yên medyaya dîjîtal parve kir û wiha got: “Rojnameger ji ber nûçeyên xwe û nivîsên xwe yên medyaya dîjîtal bi lêpirsîn, binçavkirin û girtinan rû bi rû man. Nûçeyên rojnamevanên jin, yên ku ji bo çapemeniya serbixwe dixebitin, wekî bingehek ji bo tawanbariyan hatin nîşandan. Ev yek jî nîşan dide ku çalakiyên rojnamegeriyê hîn têne krîmînalîzekirin.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Cotmeha 2026an li ser platformên xwe yên medyaya dîjîtal parve kir. MKGê di raporê de bal kişand ser astengiyên li qadê, şert û mercên xebatê yên ji bo rojnamegerên jin û sansura li ser çapemeniyê.
MKGê di rapora xwe de diyar kir ku di meha cotmehê de zext, darizandin û sansûr li dijî rojnamegeran berdewam kiriye û wiha got: “Rojnameger ji ber nûçeyên xwe û nivîsên xwe yên medyaya dîjîtal bi lêpirsîn, binçavkirin û girtinan rû bi rû man. Nûçeyên rojnamevanên jin, yên ku ji bo çapemeniya serbixwe dixebitin, wekî bingehek ji bo tawanbariyan hatin nîşandan. Ev yek jî nîşan dide ku çalakiyên rojnamegeriyê hîn têne krîmînalîzekirin. Darizandina rojnamevanên ku li ser tundiya li dijî jinan, îşkence, îstismara zayendî ya zarokan û binpêkirinên din ên mafên mirovan nûçeyan çêdikin, destwerdanek li mafê raya giştî yê agahdarkirinê ye. Cezakirina rojnamevanan a ji ber nûçeyên wan nîşan dide ku dadwerî wekî amûrek zextê li ser çapemeniyê tê bikaranîn. Lê belê, tevî van hemû pêkanînan, rojnamevan dev ji nivîsandina rastiyê bernadin.”
Di rapora xwe de MKGê da zanîn ku destdirêjî, gef, hedefgirtin û êrîşên fîzîkî yên li dijî rojnamegeran jî didome û wiha pêde çû: “Redkirina dozên qanûnî yên derbarê van êrîşan de siyaseta bêcezatiyê xurt dike. Êrîşên zayendîparêz ên ku rojnamevan dema nûçeyan dişopînin pê re rû bi rû dimînin, nîşaneyên zîhniyeta serdest a mêran a di warê rojnamegeriyê de ne. Divê lêpirsînên bi bandor li ser sûcdarên van êrîşan werin kirin û bêcezatî bi dawî bibe.”
MKGê bal kişand sansûra dîjîtal ku li dijî çapameniya azad didome û diyar kir ku astengkirina gihiştina malperên nûçeyan û hesabên medyaya dîjîtal ji bo raya giştî zehmet dike, divê sînorkirin werin rakirin û mafê raya giştî ya agahdariyê were misogerkirin.
Her wiha MKGê di rapora xwe de ev tiştan anî ziman: “Rojnamevan her wiha li dijî şert û mercên xebatê yên nebaş û newekheviyên ku ji hêla medyaya baviksalar ve têne afirandin, têdikoşin. Divê ji bo rojnamevanên jin şert û mercên xebatê yên wekhev û ewledar li hember jikarderxistin, binpêkirinên mafên aborî û pêkanînên cudakar werin peydakirin. Wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, em bang dikin ku zextên dadwerî yên li ser rojnamevanan, êrîşên zayendîparêz, sansûr û polîtîkayên bêcezatiyê bi dawî bibin. Em ê têkoşîna xwe ji bo berdana rojnamevanên girtî û ji bo bidawîkirina krîmînalîzekirina çalakiyên rojnamegeriyê bidomînin. Em ê dengê jinan bilind bikin, rastiyê binivîsin û têkoşîna ji bo çapemeniyek azad berfireh bikin.”
Daneyên Îstatîstîk ên Rapora Binpêkirina Mafên Jinên Rojnameger a Cotmeha 2026an
Rojnamegerên bi ser mala wan de hat girtin: 1
Rojnamegerên hatin binçavkirin: 2
Rojnamegerên bi muameleya ne baş rû bi rû man: 1
Rojnamegerên şopandina nûçeyan wan hatin astengkirin: 1
Binpêkirina mafên raman û azadiya ramanê ya rojnamegeran
Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin: 1
Rojnamegerên hatin cezakirin: Hejmara Kesan 1
Cezayê hepsê 18 meh
Rojnamegerên darizandina wan didomin: Hejmara dosyayê 9
Hejmara kesan 9
Hejmara rojnamegrên girtî (Ji 1ê Cotmeha 2026an heta niha): 9
Binpêkirina mafê aborî/civakî ya jinên rojnameger
Rojnamegerên karê wan hatin bidawîkirin: 162 (nehat tespîtkirin çend jê jin in çend jê mêr in)
Astengiyên li ser înternet/medyaya dîjîtal
Sîteyên hatine girtin: 2
Platfromên Medyaya Dîjîtal ên Hatine Astengkirin: 214
Naverok an Nûçeyên Hatine Astengkirin: 20
Qedexeya weşanê: 8
Lîsteya rojnamegerên girtî
1- Derya Okatan-Rojnameger
2- Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê
3- Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA)
4- Ozden Kinik – Xebatkara TRT’yê
5- Songul Yucel – Derhênera Weşana Giştî ya Kovara Onsozê
6- Îrem Delice – Nûçegîhana Rojnameya Dengeyê ya Aydinê
7-Tugba Tekerek-Rojnameger”













