• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

Amed /AW

4 ÎLON 2026 - 12:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
MKGê di rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Tebaxa ya sala 2026an de diyar kir ku zextên li ser çapemeniyê ne tiştekî nû ye û wiha got: “Her nûçeyek a ezmûnên jinan eşkere dike, rastiyek din jî eşkere dike ku hewl tê dayîn were veşartin. Zextên li ser çapemeniyê ne tiştekî nû ne.”

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Tebaxa sala 2026an eşkere kir. Di raporê de hat destnîşan kirin ku sansur niha di qada dîjîtal de jî bûye pratîkek rojane û wiha got: “Sansur niha di qada dîjîtal de jî bûye pratîkek rojane. Nûçe tên astengkirin, hesabên medyaya dîjîtal ên rojnamevan û rêxistinên medyayê nayên dîtin an jî tên girtin.”

‘Rojnamevanên desthilatê rexne dikin rastî zextê tên’

MKGê di rapora xwe de diyar kir ku di meha Tebaxê de jî zextên li ser rojnamevanan berdewam kir û wiha pê de çû: “Rojnamevanên nûçeyê radigihandin û li dû rastiyê ne tên lêpirsînkirin, binçavkirin, girtin û li ser wan sansur tê meşandin. Desthilatdarê bi awayên cûrbecûr zextên xwe li ser çapemeniyê berdewam kir. Çarçoveya karê rojnamevanan teng bû û astengî li pêşiya gihîştina nûçeyan a ji bo raya giştî hatin danîn. Di salên dawî de, ji bo rojnamevanan hema bêje bûye tiştekî asayî, ji ber nûçeyên ku ew radigihînin, xwe di dadgehê de bibînin. Nûçeyek, hevpeyvînek, an jî parvekirinek medyaya dîjîtal dikare wekî bingehek ji bo lêpirsînekê were bikaranîn. Rojnamevanên rastiyê lêkolîn dikin di bin zextê de ne û eşkerekirina hin bûyeran a ji raya giştî re jî ji aliyê îktidarê ve nayê xwestin. Rojnamevanên ku polîtîkayên desthilatdariyê rexne dikin, binpêkirinên mafên mirovan eşkere dikin û bênavber bûyerên di rojeva giştî de dişopînin, pir caran bi vê zextê re rubiru dimînin. Sansur niha di qada dîjîtal de jî bûye pratîkek rojane. Nûçe tên astengkirin, hesabên medyaya dîjîtal ên rojnamevan û rêxistinên medyayê nayên dîtin an jî tên girtin. Hesabek tê girtin, yekî din tê vekirin; nûçeyek tê astengkirin, rojnamevan hewl didin ku wê çîrokê bi rêyên din bigihînin gel. Tiştê di tebaxê de qewimî nîşan da astengiyên nû bi berdewamî li pêşiya vê biryardariyê têne danîn.”

‘Em ê li hember zilm û sansurê bêdeng nemînin’

Di berdewama raporê de MKGê da zanîn ku ji bo rojnamevanan, têkoşîn du alî ye derbarê mijarê de wiha hat gotin: “Ji aliyekî ve, ew bi zexteke giştî ya li ser çapemeniyê re rû bi rû dimînin û ji aliyê din ve, ew li dijî pergala serdest a mêran ku dengê jinan bi paş dixin, têdikoşin. Ji ber vê yekê nivîsandina li ser tundûtûjiya li dijî jinan, mirinên gumanbar, polîtîkayên bêcezatiyê, binpêkirina mafan û têkoşîna jinan pir girîng e. Her nûçeyek a ezmûnên jinan eşkere dike, rastiyek din jî eşkere dike ku hewl tê dayîn were veşartin. Zextên li ser çapemeniyê ne tiştekî nû ne. Bi salan e rojnamevan tên binçavkirin, girtin, dezgehên medyayê tên girtin û nûçe tên sansurkirin. Lê tevî van hemû zextan jî, rojnamevan berdewam dikin ku rastiyê binivîsin, dîmenê rastiyê bigirin û belge bikin. Ji ber ku di bingeha rojnamegeriyê de dîtina tiştên îktidar naxwaze bibîne heye. Her wiha di vê bingehê de tiştên îktidar naxwaze bê bihîstin rojnameger dibihîse û dide bihîstin. Her wiha li ser vê esasê rojnameger dev ji rastiyê bernadin. Wek Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), em ê dengê jinan bilind bikin, binpêkirinên mafên mirovan eşkere bikin û li dû rastiyê biçin. Em ê li hember zilm û sansurê bêdeng nemînin û em ê di xebatên xwe yên rojnamegeriyê de israr bikin.”

Li gorî rapora MKGê navên rojnameger û saziyên pê re dixebitin wiha ne:

“1.Elîf Bayburt – Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)

2.Hatîce Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê

3.Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA)

4.Ozden Kinik – Xebatkara TRTyê

5.Pinar Gayip – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)

6-Yelîs Ayaz – Xwediya Sîteya Înternetê ya Aydinpostê

7-Songul Yucel – Derhênera Weşana Giştî ya Kovara Onsozê

8-Fatma Sîbel Gurcihan – Rojnameger

9-Îrem Delîce – Nûçegîhana Rojnameya Dengeyê ya Aydinê”

Etîket: binpêkirina mafanMKGRapora Meha Tebaxêrojnamegerên jin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn

Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn

14 COTMEH 2026
Rojnameger Pinar Gayip tehliye bû

Rojnameger Pinar Gayip tehliye bû

14 ÎLON 2026
MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

6 ÎLON 2026
Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

15 TEBAX 2026
MKG û DFGê Denîz Firat li ser gora wê bi bîr anî

MKG û DFGê Denîz Firat li ser gora wê bi bîr anî

8 TEBAX 2026
Denîz Firat bi kameraya xwe bû dengê jinan 

Denîz Firat bi kameraya xwe bû dengê jinan 

8 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne