Şandeyek bilind a leşkerî bi serokatiya Serfermandarê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Reşîd serdana Şengalê kir.
Şandeyek bilind a leşkerî ku Serfermandarê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Reşîd serokatiya wê dike, bi armanca şopandina rewşa ewlehiyê, serdana navçeya Şengalê kir.
Li gor agahiyan wê şande li nava Şengalê li gel pêk hate û fermandarên leşkerî yên Şengalê hin hevdîtinan bikin û rewşa dawî ya ewlehî û xizmetguzariyan a Şengalê biaxivin.
Ev serdan, piştî rênimayiyên Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî yên ji bo pêkanîna komîsyonek ewlehiyê ya ji bo şopandina rewşa Şengalê û amadekirina raporek berfireh li ser aliyê ewlehî û xizmetguzariyan, pêk tê.













