• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hêlîn Umît: Berxwedana Îmraliyê peymana civakî ya sedsala nû afirand

Navenda Nûçeyan / AW

3 COTMEH 2026 - 14:59
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Di hejmara 9emîn a Kovara Ozgur Halkê de, ji rêveberên Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît bi gotara xwe ya bi sernavê “Rêbertiyek û Gelê Azad Komploya Navneteweyî Têk Birine” paşperdeya dîrokî, armanc û bandorên Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê bi kûrahî dinirxîne. Hêlîn Umît diyar dike ku komplo ji aliyê hêzên hegemonîk ên cîhanî û rejîmên herêmî ve hatibû plankirin lê di encama berxwedana xurt a li Îmraliyê û têkoşîna civakî de di warê stratejîk de hatiye têkbirin.

Ji rêveberên Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît, Komploya Navneteweyî ji bo Kovara Ozgur Halkê nirxand. Hêlîn Umît di gotara bi sernavê ‘Rêbertiyek û Gelê Azad Komploya Navneteweyî Têk Birine’ paşperdeya dîrokî, armanc û bandorên Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê bi kûrahî dahurand. Hêlîn Umît balê dikişîne ser pêvajoya di 9ê Cotmeha 1998an de hatî destpêkirin û destnîşan dike ku ne tenê li dijî kesayetyekê bû; di cewherê xwe de armanc dikir ku îradeya azadiyê ya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ku ber bi neteweya demokratîk ve diçin, tasfiye bike.

‘Êrişa li dijî modeya jiyana hevpar, wekhev û demokratîk bû’

Hêlîn Umît di nivîsa xwe de van nirxandinan dike: “Komploya navneteweyî planeke êrîşê bû li dijî modela jiyana hevpar, wekhev û demokratîk a gelan. Armanca wan ew bû ku gelê Kurd bê Rêber bihêlin, hişmendiya wî ya dîrokî belav bikin û potansiyela azadiyê di nav pergala sermayedariyê de bifetisînin. Lê hêzên komploger ew şoreşa hişmendiyê ya li Îmraliyê û bersiva wî ya di nav gel de hesab nekiribûn.”

‘Berxwedana Îmraliyê peymana civakî ya sedsala nû afirand’

Hêlîn Umît destnîşan dike ku siyaseta tecrîda giran a li Îmraliyê berdewamiya rasterast a komployê ye û tîne ziman ku paradîgmaya nûjeniya demokratîk a li Îmraliyê hat pêşxistin, gava herî mezin a îdeolojîk e ku komplo vala derxistiye û wiha didomîne: “Girava Îmraliyê tevî hemû şert û mercên giran ên tecrîdê, veguherî navenda hilberîna zanist û azadiyê. Modela civaka azadîxwaza jinê, ekolojîk û demokratîk ku li dijî aqilê dewletparêz hate pêşxistin, hemû hesabên komplogeran serûbin kirin. Ev berxwedan ne tenê parastinek bû, di heman demê de belgenameya azadiya civakî ya sedsala 21emîn e.”

‘Têkoşîna jinan û hêza civakî komplo pûç kir’

Di gotarê de cihê jinan û beşên civakî yên azadîxwaz di têkoşîna dijî komployê de bi taybetî tê destnîşankirin. Hêlîn Umît diyar dike ku hişmendiya komploger herî zêde ji xeta azadiya jinê tirsya ye û rastiya Gelê Azad di vê pêvajoyê de veguheriye îradeyeke polayî. Hêlîn Umît bi bîr dixe ku ruhê fedaî yê bi dirûşma “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” pêş ket, derba herî giran li komployê xist û wiha dibêje: “Têkoşîna bi pêşengiya jin û ciwanan tarîtiya komployê qetand. Îro roj bîr û ramanên Rêbertiyê sînor derbas kiriye û bûye hêviya cîhanê; ev encama rasterast a yekbûna îdeolojîk û pratîkî ya Rêbertî û Gelê Azad e.”

‘Berdewamiya komployê bi rêbazên cuda tê xwestin’

Hêlîn Umît rewşa siyasî ya rojane û pergala tecrîdê jî dinirxîne û diyar dike ku hewl tê dayîn komplo bi rêbazên cuda bê domandin. Hêlîn Umît destnîşan dike ku bêdengiya saziyên navneteweyî û hêzên herêmî parçeyek ji vê hevkariyê ye û vê hişyariyê dide: “Rewşa tecrîda girankirî ya li Îmraliyê delîla eşkere ye ku hêj di komployê de israr tê kirin. Lê divê baş bê zanîn ku hişmendiya di bêçareseriyê û şer de israr dike, mehkûmî têkçûnê ye. Çareseriya adil û demokratîk a pirsgirêka Kurd tenê bi azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê û qebûlkirina projeyên wî yên çareseriyê pêkan e.”

‘Pêşeroja azad bi têkoşîna radîkal pêkan e’

Di dawiya gotara xwe de Hêlîn Umît banga bilindkirina têkoşînê û rêxistinkirinê dike. Hêlîn Umît diyar dike ku rizgariya dawî tenê bi guherîna hişmendiyê û pêngavên radîkal ên demokratîk pêkan e û nirxandina xwe bi van hevokan bi dawî dike: “Ji bo ku em Komploya Navneteweyî bi temamî biavêjin zibildanka dîrokê, nêzîkatiyên rojane bes nakin. Ruhê serdemê daxwaz dike ku em tevlîbûneke rast di xeta Rêbertiyê de çêbikin, di hişmendiyê de qutbûneke radîkal bijîn û vê seknê di hemû qadên jiyanê de pratîk bikin. Yekîtiya Rêbertî û Gelê Azad komplo di warê stratejîk de têk biriye; niha dora wê ye ku em vê têkçûnê bi avakirina civaka demokratîk bi serkeftinê encam bikin.”

Etîket: Hêlîn UmîtOzgur Halk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Muzaffer Ayata: Hevsengiyên hêzên herêmî û bandora wan a li ser Rojhilata Navîn

Muzaffer Ayata: Hevsengiyên hêzên herêmî û bandora wan a li ser Rojhilata Navîn

5 COTMEH 2026
Ergîn Atabey: Duh zû bû, sibê dereng e, niha dema wê ye!

Ergîn Atabey: Duh zû bû, sibê dereng e, niha dema wê ye!

24 ÎLON 2026
Mahîr Dogan: Ji sêdarê ber bi maseya mizakereyê ve xeta berxwedanê biser ket

Mahîr Dogan: Ji sêdarê ber bi maseya mizakereyê ve xeta berxwedanê biser ket

17 ÎLON 2026
Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

15 ÎLON 2026
Sînan Şahîn: Jiyana komînal tekane rêya rizgariya ji ferdperestî û kapîtalîzmê ye

Sînan Şahîn: Jiyana komînal tekane rêya rizgariya ji ferdperestî û kapîtalîzmê ye

14 ÎLON 2026
Dilzar Dîlok: Wijdana civakî û dadperweriya rasteqîn tenê bi nirxên jinê ava dibe

Dilzar Dîlok: Wijdana civakî û dadperweriya rasteqîn tenê bi nirxên jinê ava dibe

13 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne