Rêveberê ÎHDa Îzmîrê Bahadir Altan ji ber parvekirina medyaya dîjîtal hat binçavkirin.
Rêveberê berê yê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Bahadir Altan, ji ber parvekirineke xwe ya li ser medyaya civakî hat binçavkirin. Hat diyar kirin ku Bahadir Altan di parvekirina xwe de bal kişandiye ser azadiya çapemeniyê û banga têkoşîna hevpar kiriye.
Şaxa ÎHDê têkildarî binçavkirina Bahadir Altan li ser hesabên xwe yên Xê daxuyaniyek belav kir û daxwaza berdana wî kir.













